Tuesday, October 26, 2021

Eyo û seydayê gund

Feyzî Mîrhesen

Li Kurdistanê, li bajarê Mûşê bi beriya gelek salan gundiyan xwestine ji xwe re mizgeftekê bidin çêkirin. Ji bona zarok û malbatên wan xwende û zana bin. Gund çend mal in û hemû jî bira û pismamên hevûdu bûne. Avahiyekê çêdikin cihê mele û zarokên xwe… Seydayekî tînin gund. Seyda zewicandî û zarokên wî jî hebûne. Seyda dersa mezin û piçûkan dide, zikat û pereyan distîne. Kesekî bi navê Eyub di gun de hebûye, di nava civakê de jê re gotine Eyo. Lê belê hevjîna wî gelek no (bi şer û ceng) bûye timî di mala Eyo de pevçûn û şer hebûye.

Eyub diçe mala seyda pirsgirikên xwe û hevjîna xwe jê re dibêje. Ka ji bona çareseriyekê… Seyda jê re dibêje: “Ji bona ku hevjîna te ji te re rêzê bigire çareyeke wê heye. Eyub: “Ji bona Xwedê seyda ka bibêje çi ye dermanê vê belayê.”
Seyda: “Kekê Eyub pêwîst e ku hevjîna te nimêj bike, ji bona wê jî divê fatîhe û etehiyetê bizanibe.”

Eyub: “Baş e seyda. Dersa hevjîna min bide tu çi bixwazî ez ê diyarî te bikim.”
Seyda dibêje: “Ez û hevjîna min, em her du ders didinê.”
Eyub dibêje: “Ji bona fatîhê mîhek, ji bona etehiyatê bizinekê didim we.”
Seyda dibêje: “Baş e em ê dersa wê bidin.”
Eyub dibêje: “Baş e lê belê bila kes pê nizanibe ku min ji te re vê pirsgirika xwe gotiye.”
Seyda jî dibêje: “Baş e ez jî naxwazim, wek ku ez melayê we me dersa malbatên din jî didim, bila hevjîna te jî were.”
Eyub ji Seyda re dibêje: “Hûn werin ji hevjîna min re bibêjin were dersa Quranê baştir dibe.”

Seyda û hevjîna xwe ve, dersa hevjîna wî didin û ji fatîhê de dest pê dikin. Ew û hevjîna xwe ve lê şîret û nesîhetan jî dikin, di der barê mêr û jinan de. Lê belê tişta ku Eyub gotiba hevjîna wî bi gotina wî nedikir. Seyda û hevjîna xwe fatîheyê pê didin jiberkirin. Dest bi etehiyatê dikin. Seyda dibêje hevjîna Eyub li pey wî û hevjîna wî dubare dike.
Seyda dibêje: “Ruknekî nimêjê yek jî…”
Jinik dibêje: “Seyda hûn bibêjin ez li pey we dubare bikim.”
Seyda dest pê dike: “Etehîyatu, Elmu barekatu, Eselewatû, Eteyîbatu, Lîlahî, Eselamu Eleykum, Eyu henebîyu…”

Xanima Eyub bi destê seyda digire û dibêje: “Seydayê hêja, ez bi Qurana mala te bikim, ku tu ‘Eyo henebîyu’ ji vir dernexî ez naxwînim.”
Seyda matmayî dimîne û dibêje: “Xwîşka min em nikarin jê derînin. Ji pêxemberan de ev ayet heye, sedem çi ye?”
Xanim dibêje: “Eyo navê zilamê min e, ewî zêr û pere daye te û navê xwe xistiye Etehiyatê.”

Seyda: “Ji bo Xwedê heyran nabe ez çewan dikarim vê ayetê derînim.”
Xanim dibêje: “Baş e ji dêvla ‘Eyo henebiyu’ de, ‘Eyo’ derîne, bila ‘Henebiyu’ bîmine. Ger wisan nebe ez naxwînim û ji Eyo re jinanî nakim.”
Hevjîna seyda dibêje: “Ku tu Eyo dernexî bizin ji destê me diçe. Zarokên me hûr in, em ji xwe re didoşin.”
Seyda neçar dimîne bi wî awayê dersa wê dide. Dema ders tê ser etehiyatê û jê re dibêje: “Baş e te dema Etehiyatê xwend Eyo nexwîne. Bi vî awayî çareser dikin”