26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gef li Gelawêj Hemzî hatin xwarin

Gelawêj Hemzî keça pêşmergeyekî PDK’ê ku di sala 1995’an de bavê wê di şerê di navbera PKK-PDK’ê de canê xwe ji dest daye. Hemzî hefteya borî di bernameyeke Rûdawê de têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûr bertek nîşan dabûn û wiha gotibû: “Ez bavê xwe wekî şehîd qebûl nakim û bi tu awayî şanaziyê bi şehîdbûna wî nakim. Ji ber ku ew di şerê ‘Birakujîyê’ de hatiye kuştin.”

Li gor agahiyên rojnameger Shaswar Mamê bi rojname me re  parve kir; piştî van gotinan gef li Hemzî hatiye xwarin.

Mamê diyar kir ku ew bixwe bi Gelawêj Hemzî re axiviye û Hemzî jê re ev tişt parve kirine: “PDK bi rêya eşîr û malbatê fişarê lê dike ji bo ku ew poşman bibe. Herî dawî pismamên Gelawêj avêtine ser cihê wê yê kar, lê di wê demê de ew ne li wir bûye. Apê wê yê PDK’î jî gefa ‘ez ê nehêlim tu sax bimînî’ lê xwariye.”

Axaftina Gelawêj Hemzî tevî hun dikarin li ser vê lînkê temaşe bikin.

https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=4246052292120953&id=100001486737060&sfnsn=scwspwa