26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel, gelperwerî û bawerî

Feyzî Mîrhesen

Tê gotin ku mirov weke hemû candaran hatiye afirandin. Mirov zane, bi hişmendî ye û difikire . Mirov beriya baweriyê tê. Dû re bawerî dikeve jiyana mirovan. Kes, civak, gel û dû re jî netew ava bûn. Her wiha di hemû dîn û olan de jî cure cure bawerî hene. Çawa ku bawerî hene wisan jî gel henin.

Lê gelo gel perwerî çiye? Kesek an jî civakek ku ji nijadekê be wê gavê divê ku gel û netewa xwe esas bigire. Em li jiyan û hin tekoşînên pêxemberan dinêrin ku têkoşîna wan ji bona baweriyan bûn. Gelperwerî an jî netew esas nebûn . Mînak Hz. Nûh, malbata wî pêra nebûn. Lê belê Nûh jî li wan xwedî derneket. Jiyana hemû pêxemberan heya tê îslamiyetè hemû wiha bûne. Piştî Hz. Mihemed kuştina Hz. Elî û malbata wî, êdî jiyan tê guhertin. Nijad û gelperwerî dikeve pêşiya baweriyê. Dibin ereb, ecem û tirk. Her çiqas bi navê bawerî û oldariyê xwe dabin nîşandan jî di esasê xwe de bûne neteweyên gelê xwe. Ji emewiyan heyanî osmaniyan ev kevneşopî tê. Bi navê baweriyê bûne qiral, padîşah û cure cure hizb. Baş e heya vir çê û xirab her gel û milet neteweyên xwe ava kirin. Civaka kurd çima ev rêbaz nexebitandine? Em li bawermendên gelên din binêrin, mînak ; mirov ji kîjan ereb û tirkan bipirse, bawermend an jî nebawermend be, dibêjin em tirk in, ereb an jî faris in. Hizba Hemasê dibêje em sîstemeke ‘îslamî’ dixwazin lê! em filistînî ne an jî ereb in. Îranî bi eslê xwe faris in lê mezheb û baweriya xwe ji bona neteweya xwe bi kar tînin. Dibêjin ‘em Şîa ne’, belê, rêxistin û amûra wan bi baweriyê ve girêdayî ye lê nabêjin em ne faris in.

Gelê israîlî avabûna dewleta xwe bi baweriya xwe ava kiriye, dibêjin: “Em cihû ne” lê nabêjin : “Em ne lawê israîliyan in, an jî zarokên Îshaqê lawê Hz. Îbrahîm in.” Baş e em li hin rêxistinên me ‘kurdan’ binêrin. Mewlana Xalidê Şarezorî yê ku dahênerê terîqeta (rê) Neqşebendîyê ye, bi eslê xwe kurd e, bi sedan rêxistinên wan di nava sîsteman de hene. Em ji wan bipirsin: “Baş e hûn Neqşebendî ne, mala we ava. Lê hûn weke miletê faris, an jî tirk ji gelperweriya xwe re çi dibêjin?” Lê dema ku şaşik û cube lê bin û di karekî fermî de bin, ewilî dibêjin: “Ez bawermend im û em misilman birayên hev in”. Dîn û bawerî ne, ev tercîh e û di ayetê de tê gotin ku di dîn de zordarî nîne. Lewra netewebûn ziman e, kurd e, ereb e û dûre bawermend an jî ne bawermand in. Xweda ferman dike ku me ziman û dirûvên we cuda cuda afirandine. Negotiye hûn mecbûr in ku bibin dîndar. Mebesta min ne rexnekirina terîqên ku bi gel û baweriyên xwe va girêdayî ne. Bi wan, Mela Seîdê Kurdî an jî Mewlana Xalidê Şarezorî (Bexdadî) dijberiya doza gelê xwe dikin. Elbet mirov dê baweriya xwe biparêze. Lê Xweda dibêje: “Me hûn weke milet afirandiye. Ziman û reng daye we.

Kesên van reng û zimanan înkar bike, ew ayetên Xweda jî înkar dikin.” Her çiqas em van gazinan bikin jî ji Xweda re pesindar im ku bawermendên me yên kurd dînê wan çi dibe bila bibe, di bin dîn, netewe û kurdayetiyê de bimeşin. Misilmanî, zerdeştî û baweriyên gelê me çi dibe bila bibe, li hemberî azadî û gelperweriyê nabe asteng.