Rojnameya Heftane

Gel li hemberî hilbijartinê bêhêvî ye

Navenda Nûçeyan

Ambargoya Amerîkayê, zextên dîplomasiyê yên welatên Ewropayê û helwesta welatên Ereb li Îranê krîza siyasî mezin kir. Hilbijartina li Îranê pêk tê jî tu carî ji bo gel nebû hêvî

Zextên siyasî, aborî û leşkerî yên Amerîkayê li ser Îranê her ku diçe zêdetir dibin û Îran ber bi krîzeke kûr a aborî û siyasî ve diçe. Di roja 21’ê sibatê de hilbijartina  11’emîn a Parlamentoyê dê li Îranê pêk were. Her wiha li gel wê hilbijartinê, hilbijartina nîv dewrî ya 5’emîn a dema Meclîsa Şarazayên Rêberî li 7 parêzgehên Îranê jî pêk hat. Li gorî daneyên ku pêşiya hilbijartinê hatin parvekirin ji sedî 80’yê welatiyan dê neçin ser sindoqan.

Parlamentoya Îranê ji 290 kursiyan pêk tê ku li 208 herêman hatine parvekirin. Li gorî daneyên dawî, li Îranê mafê 55 milyon kesan  ê dengdanê heye. Her 190 hezar kes parlamenterekî/ê hildibijêrin. Li gorî qanûnên Îranê, Meclîsa Çavdêriya Destûra Bingîn a Îranê ji 12 endaman pêk tê û ji van 6 kes zanayên dînî ne ku rasterast ji aliyê Rêberê Olî yê Îranê ve tên destnîşankirin. 6 kesên din ku hiqûqnas in, ji aliyê Serokê Saziya Dadwer ve tên pêşniyarkirin. Bi dengê parlamenteran endamtiya wan tê erêkirin û piştî ku namzet serlêdanê dikin, serlêdana wan tê nîrxandin.

Li gorî daneyên Wezareta Hundirîn a Îranê parvekirine, heta niha nêzî 17 hezar kes ji bo hilbijartina parlamentoyê bûne namzet. Lê serlêdana hejmareke zêde ya kesayetên siyasî yên Îranê ji aliyê Desteya Cêbicikar a Meclîsa Çavdêriya Îranê ve hatiye redkirin ku niha ji wan 90 kes parlamenter in. Bi giştî namzetiya 9 hezar kesî hatiye redkirin. Lê hejmara dawî ya namzetan a ji bo parlamentoyê hîn nehatiye zelalkirin.

Ji ber bûyerên van demên dawî yên li Îranê; kuştina xwepêşanderan ji aliyê hêzên leşkerî ve, xistina balafira Uqranyayê, bi taybet şêwazê erêkirin û redkirina namzetan, çend parlamenterên niha û kesayetên siyasî yên naskirî, serî li namzetiyê nedan. Li gorî daneyên dawî, herî zêde li Parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Elburz (Kerec) serlêdana namzetan hatiye redkirin. Di xwepêşandanên dawî de rola her du parêzgehan hebû.

Alîgirên xwe dikin namzet

Ji ber ku sîstema parlamentoya Îranê ji partiyan pêk nayê tu rola partiyan li parlamentoyê nîne. Ew partiyên ku li Îranê fermî tên qebûlkirin, yan di astekê de mane, yan jî rê nadin ku çalakiyan bikin. Li gorî nav û lîsteya Wezareta Navxweyî ya Îranê, kesên herî zêde ji bo namzetiyê hatine pejirandin muhafezekarên nêzî rêberê Îranê ne û rêjeyek kêm jî reformxwaz in.

Kurd boykot dikin

Ji ber ku tu partiyeke dijberî Îranê, nikare di nava Îranê de çalakiyan li dar bixe, gelek partî û rêxistinên muxalîf li derveyî Îranê çalakiyan li dar dixin. Li gorî daxuyaniyên dawî yên partî û rêxistinên Îranê ku di nava wan de partî û rêxistinên Kurdan jî hene dê  hilbijartinan red û boykot bikin. Her wiha partî û rêxistinên Îranê banga boykotê kiribûn.

Li Îranê alozî zêde bûn

Kanala fermî ya Îranê Turî Hewal bi navê ‘Anketa Mezin a Nîştiman’ anketek kir. Li gorî anketê ji sedî 80’yê xelkê Îranê tevlî hilbijartinê nabe û hilbijartinê boykot dike. Li gorî ezmûn û encamên giştî yên hilbijartinên Îranê, heta niha di encama  hilbijartinan de, li Îranê guhertineke demokratîk pêk nehatiye . Ji roja destpêkê ya desthilata Komara Îslamî ya Îranê heta niha, 12 caran hilbijartinên serokkomartiyê, 10 caran hilbijartinên parlamentoyê, 5 caran hilbijartinên Meclîsa Şarezayan û 5 caran jî hilbijartinên Meclîsên bajaran pêk hatine. Her wiha 3 caran jî referandûm pêk hatiye. Lê heta niha tu hilbijartinekê jî nikaribûye guhertinekê di nava Îranê de çêbike.

Her ku diçe zextên siyasî, aborî û dîplomasî li ser Îranê zêde dibin. Ambargoya Amerîkayê ya 2 sal in didome, zextên dîplomasiyê yên welatên Ewropayê û helwesta welatên Ereb jî bûye sedem ku li Îranê alozî zêde bin.