9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girgamêş, Manna, Kammanû, Gurgum

Kraltiya Ûngî-Girgamêş Qraltiyek li Girgamêş heta derdora Bîrecûk, Kobanê û Efrînê jiya ye. Paytextê wê Girgamêş bûye. Îro mîna Karkamiş an jî Cerablûs tê zanîn.Derbarê vê qraltiyê de zêde agahî nîne. Di belgeyek Asûran de behsa qralê Girgamêş yê bi navê Sangara tê kirin. Di belgeyên Asûran de tê gotin ku qraltî bacê dide Asûran. Qralê Girgamêş Sangara, Qralê Melidî Lallî, Qralê Gurgumê Qalparûnda û Qralê Kûmmûhûyê Kûndaşpî li hemberî Asûran îsyan kirine, berî zayînê di 851’an de şerek mezin derketiye. Di şer de têk diçin û demek di bin desthilatdariya Asûran de dimînin. Piştre tev li Naîrî-Ûrartûyan dibin û cardin azadiya xwe bi dest dixin.

Kudret helvası:

Qraltiya Manna li derdora Gola Hazarê ye. Paytextê wan Ûrmiye ye. Navê qralên wan ên tên zanîn Artîsarî, Iranzo, Azo, Olosona û Diyagone. Li ser zêdebûna êrîşên Asûran tev li Ûrartûyan bûne. Li hemberî Qralê Asûran Tîglath Pîleserê 3’yemîn berî zayînê di 737’an de şerek destanî dane û destûr nedane bikevin welatê wan. Gelek caran rastî êrişên Asûr û iskitiyan tên. Li hember van êrîşan têk diçin û berî zayinê di sala 590’î de tev li medan dibin

Melîdî/Kammanû:

Qraltîya Melîdî ango Kammanû eşîrek kurdan a qedîm e. Di lêkolînên arkeolojîk ên li Girê Şêran ê Meletiyê gelek belgeyên derbarê wan de derketin. Dîroka Melidî heta berî zayînê 3000’ê diçe. Demek dirêj di bin desthilatdariya Hîttîtan de maye. Navê Paytextê wan Melidî ye. Ango Meletiya iyi. Piştî belavbûna Mîtanî û Hîttîtan Asûran êrîş anîne ser qraltiya Melidî. Berî zayînê di 712’an de Paytext Melidî talan kirine. Demekê girêdayî Asûran maye û bac daye Qralê Asûran Sargonê 2’yemîn. Piştre jî gel tev li Naîrî-Ûrartûyan bûye û li hemberî Asûran şer kiriye.

Gurgum:

Kraltiya Gurgum Qaltiyek li Gurgum ango Mereşa îro hatiye avakirin e. Gelê wê Hûrrî-Mîtanî ne. Caran sinorên xwe heta Deryaya Spî jî fireh kirine. Paytextê wê Gurgum e. Navê qralên wê yên derbasî qeydan bûyîn wihan e: Astûwaramanzas, Mûtawallis, Laramas, Mûwizis, Halparûntîasê 1’yemîn, Mûttawallîsê 2’yemîn, Halparûntîasê 2’yemîn, Halparûntîasê 2’yemî, 3 Hîttîk û piştre jî Asûran gelek êrîş anîne ser wan. Gelek Caran di bin desthilatdariya Hîtît û Asûran de mane. Bac dane van her dû dewletan Di tabletên Asûran de navê wê cara yekem berî zayînê di 900’an de derbas dibe. Ji hêla Asûran ve hatiyê hilweşandin. Gelek berhem li pişt xwe histine. Ji bilî van di heman demê de qraltiyên bajaran ên mîna Ûrkîş, Namar, Qurtîe, Mardû, Kardû, Zaûma, Eltîpî û Qûtîl jî di heman demê de jiyan e.