Sunday, September 19, 2021

Rêzedersên Kurmancî 10 – Gîhanek

Gihanek

Gihanek curyeke peyvan e ku hevok û risteyan an jî gotinên kurdî bi hev ve girê dide û digihîne hev. Jixwe ji ber vê ev nav lê hatiye kirin. Bi tena serê xwe tu wateyeke van gihanekan tune ye. Lê dema di nav hevokan de tên bikaranîn êdî wateyek li wan tê barkirin.

Du komên sereke yên gihanekan hene: Hemgihanek, bingihanek

Baş e Hemgihanek çi ne: Hemgihanek aliyên hevseng, wekhev bi hev ve girê didin. Lê her hemgihanekek di nav hevokê de wateyekê digire ser xwe. Hemgihanekên me yên sereke ev in:

û, her wiha, yan, lê, ma, çimkî, daku, jî, çi…..çi jî, hezkî….yan jî, lakîn, yan na, loma, ji lew re, hem ….hem jî, dîsa jî, 

Ji bo hemgihanekan em mînak bidin:

  • Ez û tu ji Kurdistanê ne. (wateya lêzêdekirinê dide)
  • Şîlan ji helbestên kurdî hez dike, wiha ji romanên kurdî jî hez dike. (wateya lêzêdekirinê dide)
  • Ronî jêhatî ye yan Zana? (wateya cudakirin û hevrûkirinê dide)
  • Bêrîtan hat Adar hê nehatiye. (wateya dijberane dide)
  • Asmîn tim li çiyayan dinihêre, çunkî ew ji çiyayan hez dike. (wateya ronîkirinê dide)
  • Ez ji Serhede ben. (wateya lêzêdekirinê dide)
  • Mîrzayî xwest wê hêmin bike da ku netirse. [1] (wateya encamî dide)
  • Sêvê, ez hê nizanim, ka ji Ahmo hes dikim yan na.[2] (wateya dijberane dide)
  • Me li ser şerîta dijminan lîst, lewra ev yeka hate serê me.[3] (wateya encamî)

Niha jî em behsa bingihanekan bikin: Ev koma gihanekan bi piranî di destpêka hevok û risteyan de tên bikaranîn. Di nav van de bingihanekên giştî, yên pirsiyariyê, yên demî, yên mercî, yên sedemî, yên armancî, yên encamî, yên berawirdî û yên mikurhatinê hene.

Bingihaneka giştî ya kurdî ‘ku’ ye.

  • Min jê re got ku tu neyê ez ê werim. (bin gihaneka giştî)
  • Gelo ya ku li ber masê rûniştî bû, Xezal bû yan jî wî xewn didît?[4] (bingihanekên pirsiyariyê)
  • Bêyî ku bizanin ber bi ku ve diavêjin, çend gulleyên din jî teqandin.[5] (bingihaneka şêwazî)
  • Gava ku tu bê ez ê bêm pêşwaziya te. (bin gihaneka demî)
  • Eger Saşa here, wê bi tenê çawa bike?[6] (bingihaneka mercî)
  • Heke dikarî dilê min î birîndar derman bikî, bike![7](bingihaneka mercî)
  • Ji ber ko porê wî ji pêşiyê piçekî weşiyabû, eniya wî fireh bûbû.[8] (bingihaneka hoyî)
  • Seydo ji bo ku dengê xwe bigihîne wî, bang dikir û dipeyîvî.[9] (bingihaneka armancî)
  • Divê heta ku mirov bi çavên xwe nebîne bawer neke.[10] (bingihaneka encamî)
  • Herçendî daçekên kurdî ji çend cureyan pêk bên jî, di rastiyê de, yên bingehîn ev in; ji, li, di, bi, bê.[11] (bingihanekên mikurhatinê)

[1] Sidqî Hirorî, Kurê Zinarê Serbilin, Nûdem, 1996, 16

[2] Sîma Semend, Xezal, Nûdem, 1996, 23

[3] Perwîz Cîhanî, Bilîcan, Nefel 2002, 363

[4] Sîma Semend, Xezal, Nûdem, 1996, 34

[5] Rehîmê Qazî, Pêşmerge, Nûdem, wer: Ziya Avcı, 1997, 51

[6] Egîdê Xudo, Dê û Dêmarî, Nûdem, 1995, 61

[7] Sîma Semend, Xezal, Nûdem, 1996, 30

[8] Îbrahîm Seydo Aydoğan, Reş û Spî, Nefel, 2002, 16

[9] Aydoğan, Reş û Spî, Nefel, 2002, 22

[10] Aydoğan, Reş û Spî, 25

[11] Reşo Zîlan, Kovara Kurmancî, hejmar 7, 1990,