26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piyase – Polîtîkayên Aboriyê yên PDK ê

Başûrê Kurdistanê ji sala 1992’an vir ve ji aliyê hikûmeta kurd ve tê birêvebirin. Statûya hikûmeta kurd piştî têkçûna rejîma Baasê di sala 2003’an de hat naskirin. Di destpêka salên 1990’î de, rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ragihand ku armanca wan a sereke aboriyeke pêşketî ye. Herêma başûrê Kurdistanê xwediyê çavkaniyên enerjiyên xwezayî, dewlemendiyên sererd û binerd ên pir hêja ye.

Civaka herêmê ji ber erdê xêr û bêra wê xurt, çavkaniyên ava gur, deşt û çiyayên rengîn debara xwe bi çandînî û sewalkariyê dikirin. Lê ji ber kiryarên rêveberiyê yên çewt, êdî ev çanda kevnar ber bi tunebûnê ve diçe û ji ber nêzîkatiyên PDK’ê ev dewlemendiyên xwezayî nabin malê civakê. Herêma Kurdistanê tevî hemû derfetên heyî jî pirsgirêka bêkariyê dijî. Bêguman gelek sedemên vê hene. Divê ji bo civak debara xwe bike qadên xebatê bê avakirin, derfetên karûbar bên peydakirin. Lêbelê, rê û çareyên pêwîst, bi plan û pêşnûmeyan nehatine sazkirin. Di encamê de hilberîna lawaz û nebûna pîşesaziyê li ber çavane, ji ber vê jî hejmara bêkar û betalan her diçe zêde dibe. Çend sal berê, rêveberiya Kurdistanê îdia dikir ku heya 10 an jî 20 salan başûrê Kurdistanê bigîhîne asteke girîng a aboriyê ku bibe navenda herêma Rojhilata navîn. Li gorî rêvebiriya Başûr, ji bo ku bibin navendeke sereke qanûna bacê ya hêsa, gumrikên vekirî û sazumaniya pergala serbest ango lîberal bes bû. Bi van rêbazan, teşeyê xebata Emîratê (Dûbaî) esas girtin. Di encamê de modela şaş, ew ber bi encamek şaş ve bir.

Hişmendiya PDK’ê dest nade ku başûrê Kurdistanê aboriyê xwemalî ya xweser ava bike. Planên hêzên navneteweyî yên li ser Başûr hemû têkildarî petrola herêmê bûn û li ser van planan statûya îdarî û siyasî dan Başûrê. Amerîka ji bo ku armancên xwe yên li herêmê pêk bîne ji xwe re li hevalbendekî digeriya. Ji ber vê yekê di paralela 36 û 42’an de sînorê başûrê Kurdistanê hatin diyarkirin. Ji bo partiyên Başûr li gor armancên Amerîka tevbigerin jî ew kirin hevkarê petrolê. Bi vî awayî cara ewil partiyên Başûr bêyî ku ked bidin, pereyekî mezin destxistin. Bi demê re di bin navê pêşmergetiyê de ji bo gelê herêmê mûçe hatin dayîn. Vê bi xwe re hêza kar kêm kir. Êdî gundiyên bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikirin, koçî bajaran kirin û li vir bêyî ku karekî bikin mûçeyê peşmergeyî, karmendî û hwd girtin. Li herêmê gelek kes du mûçeyan digirin û hejmara polîsan du qat zêde bûye. Gundî li şûna bi karên çandiniyê ango bi sewalkariyê re mijûl bibin, dibin peşmerge. Nifûsa herêmê 5 milyon e, hejmara pêşmergeyan ji 200 hezarî zêdetir e. Tevî pêwîstiya hebûna artêşeke bihêz jî hejmara leşkerên li Kurdistanê pir zêde ye. Pêwîstiya mehane ya hêzên pêşmergeyan 100 milyon dolar e, yanî salane milyareke û 200 milyon dolar e ku ev jî rêjeyek pir zêde ye.

Ciwanên Kurdistanê difikirin ku yan bibin zabit, polîs, leşker, cerdevan, serwer an jî qet kar nekin. Ev jî polîtîkayeke bingehîn ya hikûmeta herêmê ye. Li herêmê ji projeyên mezin re pêşengî nayê kirin. Dewsa wê bi sedan şîrketên mezin ên ji Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê xebatên mezin didin meşandin. Dewleta tirk bi saya van kargehan polîtîkaya xwe ya aboriyê li ser herêmê neçar dike. Ji ber ku aboriya herêmê bi Tirkiyê ve hatiye girêdan, rayedar li hember van kiryara bêdeng dimînin. Bi kurtasî di van 30 salên derbasbûyî de rêvebiriya hikûmeta herêmê ya ku PDK bi awayekî fiîlî desthilatdar e di mijara avakirina polîtîkayeke aboriyê ya serbixwe de serkeftî nîne. Bi taybet peymanên aborî, siyasî û leşkerî ên bi dewleta tirk re îmze kirine nahêle ku hikûmeta herêmê bikaribe bibe îradeyeke xurt. Di nava van salan de PDK’ê bi rê û rêbazên ji xwe re avakiriye, xwe û hevkarên xwe dewlemend dike. Lê li herêmê rêjeya hejarî û feqîriyê her ku çû zêde bû. Rêvebiriya bi îdiaya ew ê li herêmê bibe modela nûjen û bazara serbixwe, ji ber hesabên malbatî û teng nikarin pêşketineke xurt çêbike. PDK ji ber ku nikare di vê pêvajoyê de bibe xwedî îradeyeke xurt li herêmê wek nûnertiya hêzên dagirker tevdigere. Lewra nikare li herêmê pêşiyê li bêkarî, gendelî, dizî, talan û hevkariya bi hêzên metînger bigire.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê