27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keda winda û erzan: Karê qartonan

Li Amedê bi hezaran zarok û mezin, jin û mêr bi şev û rojan li tax û kolanan ji bîdon û konteynirên sergoyan bi motor û erebokan karton û plastîkan kom dikin. Karkerên ku kar û keda wan nayên dîtin di nava şertên qirêj û dijwar de kar dikin. Karton û plastîkên ku kom dikin bi heqê herî erzan difiroşin.

Di serdema AKP’ê de xizanî û betalî zêde bû. Nifûsa koçber û penaberan a li Tirkiyeyê her ku çû zêde bû. Ji ber ku betalî û xizanî zêde bû, ewilî li metrepolan û pişt re li bajar û navçeyên biçûk, êdî welatiyan dest bi karên komkirin û firotina qarton û plastîkan kirin. Bi vê yekê re çîna karker-xizanan û çîna patron-sermayedar-serdestan ji hev cuda bû. Her ku sal borîn nifûsa karker-xizanan zêde bû. Nifûsa patron-serdestan kêm bû. Lê her çend hêjmara patron û sermayedaran kêm bû jî dîsa hêz, zagon û serdestî ji destê xwe bernedan. Dema mirov li kolanên bajarên Tirkiyeyê dinêre, îro bi sed hezaran zarok û mezin, jin û mêr di şertên herî giran û qirêj de bi kedek erzan kar dikin. Yek ji van karan jî karê komkirina karton û plastîkan e. Karkerên karton û plastîkan bê sîgorta kar dikin. Wekî karker nayên dîtin û nayên qebûlkirin. Dîsa nikarin xwe bi rêxistin bikin û ji mafê zagonî yên karkeran sûdê nagirin. Hem li pêş çavan in û hem jî nayên dîtin. Karê herî ekolojîk dikin û xwezayê paqij dikin. Lê tu qîmeta wan di nava civakê te tune. Çiqas pirsgirêkên wan ên civakî, siyasî û tenduristî hebin jî heta niha neketiye rojeva meclis û hikûmeta Tirkiyeyê.

Li Amedê rewşa karkerên kartonan

Li Amedê jî dema ku mirov derdikeve kuçe û kolanan ji zarokan bigire heta jin, kal, pîr û ciwan bi  sedan kes çuwalek mezin bi erebeyên destan bi cih kirine û qarton, kaxit, plastik û hwd. kom dikin. Ev xebatkarên ku vî karî dikin rojê 9-10 saet dixebitin û tiştên ku kom dikin dibin bi kîloyan li fabrîqeyên xurdeyan difiroşin.

Têkildarî vê mijarê em daketin kolanên Amedê û em bi xebatkarên ku li kuçeyan qartonan kom dikin re axivîn.

10 sal in debara malê bi kartonan dike

Ciwanê 24 salî Hebûn Yaşar ê ku 10 sal in vî karî dike da zanîn ku ew debara xwe bi karê karton û plastîkan dike û wiha got: “Ez 24 salî me. Du zarokên min hene. 10 sal in ez vî karî dikim. Derveyî vî karî tu dahatû û qezenca min tune. Debara min hemû li ser vî karî ye. Heqê kirêya xwe, ava xwe, ceyrana xwe û hemû mesrefên malê ji vî karî dertê. Ne ji vî karî be debara min û malbata min nabe.”

Yaşar anî ziman ku rojê 9 -10 saetan dixebite û wiha axivî: “Nivro saet di 12’an derdikevim êvarê saet di 10’an de vedigerim. Ez debara xwe bi vî karî dikim, qarton, kaxit, plastîk, teneke û wekî din kom dikin. Plastîk û kartonên ku millet davêje ez wan kom dikim. Yên millet diavêjin, em wan kom dikin û dibim li navendên komkirinê difiroşim. Ez kiloya naylon bi 2,50 tl’yî, ya qartonan jî 75 qurişî difiroşim. Qezenca min a berê hîn baştir bû. Berê min rojê 300 – 400 tl qezenç dikir. Lê niha betalî û xizanî zêde bûye. Hejmara kesên kesên ku vî karî dikin pir zêde bûne qezenca me ya rojane jî pir kêm bûye.  Niha ez rojê 150-200 tl’yî qezenc dikim an nakim.”

‘Kar û zirara me li gorî piyasayê ye’

Mehmet Şîrîn Aslan ê ku esnaf e û xurdeyan distîne û difiroşê diyar kir ku ew 15 sal in karê kevnefiroşiyê dike û wiha axivî: “Ez qarton, kaxit, naylon, hesin, tutya û hwd. kom dikim, dikirim û paşê jî dibim difiroşim navendên wan ango febriqeyan. Li gorî piyasayê car heye em têde zirar dikin car heye jî kar dikin. “

Fabrîqe zêdetir kar dikin

Aslan, da zanîn ku kîloya qartonan li gorî rewşê di navbera 50 -60 – 70’ê qurişî de dikire û wiha got: “Buhayê karton û plastîkan li gorî pirbûna wan e. Ger ku hindik be ez kilo bi 50’î qurişî dikirim. Ger ku pir be jî ez kiloya wî bi 70 qurişî dîstinim û di navbera 80 û 95 qurişan de difiroşim. Pet û naylonan jî ez distinim bi 2 tl’yî û bi 2, 55 tl’yî difiroşim. Ez qarton, kaxit û naylonên xwe dibim li navenda firotina kaxit, qarton û naylonan li fabrikeya Cevsanê difirişiom. Cevsan jî bi çiqasî difiroşe ez nizanim. Her wiha ji 100 kîloyî sedî 5 fîre jî ji me distinîn. Ez kiloya hesin di navbera 2 tl û 2,50 tl’yî de distînim û di navbera 2,70 û 2,80 tl’yî de difiroşim navendan ango fabriqeyan. Lê ev kesên ku em xiradên xwe difiroşin wan ew hîn zêde kar dikin. Çimkî ew cureyên demiran ji hev cuda dikin, demirên baş û ne baş ji hev derdixin û bi vî awayî 3,50 tl’yî difiroşin.”