Rojnameya Heftane

Hedefa komployê gelê kurd e

Bi ser dagirkeriya Serêkanî û Girê Spî de, salek derbas bû. Di nav vê salê de gelek bûyer û pêşveçûnên dagirkeriya dewlata tirk neheq derdixin hatin jiyîn.

Ji ber navê êrîşê, êrîşa dagirkeriyê ye, ne gengaz e ku tu aliyên wê yên mafdar hebin, lê em ji bîr nekin, roja êrîşên dagirkeriyê dest pê kiriye, yanî roja 9’ê Cotmehê ne rojek ji rêzê ye. Ev roj bi zanebûn hatiye hilbijartin û bi vê yekê dixwazin peyam bidin kurdan.

Çawa ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve, komploya navneteweyî hat destpêkirin, niha jî heman dewletên di komplaya 9’ê Cotmehê de cihê xwe digirin ji bo gelê kurd ji Rojava derxin, dest dan hev.

Ger erêkirina dewletên navneteweyî û bi taybetî dewletên ku di bin sîwana NATO’yê de kom bûne ev êrîş erê nekiribûna dewleta tirk nekarî êrîşê herêmên ku gelê sivîl lê dijî bikira, lê ji ber ku li ser qirkirina kurdan li hev kirine û li ruxmî dizanin ev êrîşên dewleta tirk li gorî qanûna navneteweyî sûc e jî kesî dengê xwe nekir. Hin aliyan ji bo wijdanê xwe rehet bikin, kêm be jî bi awayekî lewaz dengê xwe bilind kirin, lê ev nayê wateya ku êrîşên dewleta tirk bi temamî red ango qebûl nakin.

Di van êrîşan de bi temamî hedef gelê sivîl bû. Di serî de Amarîka ku ji hêzên koalîsyona navneteweyî re pêşengiyê dike û Rûsya ji van êrîşan haydar bûn. Li ruxmî dizanin ku herêma dewleta tirk a dagirker dixwaze êrîş bike bi temamî herêmê ji gelê sivîl pêk tê jî ji bo pêşîgirtina van êrîşan bigirin qet tişt nekirin. Niha jî hem Amerîka hem jî Rûsya li herêmê xwe wek hêzên aştiyê dibînin û ji bo qaşo pêşiya êrîşên din bigirin dem bi dem dewriye dikin. Ev tiyatroya senarîstê wê Amerîka, Rûsya û Tirkiye ye, diyar e li xweşa wan çûye. Lewma dem bi dem vê bi bîr tînin û ji bo li herêmê xwe hîn pirtir bi cih bikin li ser senaryoyên cuda jî bi awayekî hevkar di nav kar de ne.

Gelê Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li vê êrîşa hovane bigirin û bala qada navneteweyî bikşînin ser bûyerên li herêmê diqewimin rabûn ser piya, lê dewlata tirk a îcazeya êrîşan ji heman hêzên navneteweyî girtîbû, bi awayekî çavsorî li herêmên Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Dirbesiyê, Kobanê, Tirbespiyê, Minbic û Til Temirê jî qadên kesên sivîl lê dijîn bi balafirên şer bombebaran kirin.
Di êrîşên dewleta tirk ên bi çekên qedexekirî pêk dihatin de, 340 kesan jiyana xwe ji dest da û 945 kes jî birîndar bûn. Di şerê Serêkaniyê de dîmenê ku qet ji bîra mirov naçe û êdî bû sembola hovîtiya dewleta tirk a li ser gelê herêmê bi kar tîne dîmenê Mihemedê 14 Salî bû. Di heman êrîşa çekên fosforê de 33 kes bi giranî birîndar bûn û laşên wan şewitîn. Yek ji van jî Mihemed bû ku qêrîna wî ya li pêşberî kamerayan mîna xencerek sorkirî li dilê mirovahiyê ket.

Bêguman di van êrîşan de sûcdarê sereke dewleta tirk e, lê hemû dewletên herêmî û yên navneteweyî ku îro li ser parzemîna Sûriyeyê li gor berjewendiyên di nav hebûnên qirêj de ne, vê hovîtiya dewleta tirk nabînin. Ji bo wan a girîng berjewendiyên wan in. Pêwîst e gelê kurd jî qedera xwe nexe destê van hêzên ji derveyî berjewendiyên xwe wêdetir li tiştekî din nafikirin.
Êrîşên li ser herêmê ne bi biryara dewleta tirk tenê pêk hatiye. Her çiqas daxwaza dewleta tirk êrîşkirina herêmên kurdan be jî, di van êrîşan de yên desthilatdariya Erdogan xurt û tehrîk dikin hin hêzên navneteweyî ne.

Li ruxmî hemû kes dizanin ku dewleta tirk bi çeteyên terorîst re kar dike, wan dihewîne û xwedî dike, ji bo wan çekan peyda dike û alîkariya lojîstîk dide jî kes dengê xwe nake. Ji ber van êrîşên dewleta tirk ve ew jî feydeyê digirin. Amarîka û Rûsya di nav de gelek hêzên navneteweyî ji bo xwe li herêmê bi cih bikin ewlekariya herêmê û êrîşên li ser herêmê çêdibin ji xwe re kirin hecet. Lewma ger ev tehlûke ji holê rabe wê demê habûna wan a li herêmê jî bêwate dibe. Ji bo hebûna xwe bêwate nekin çavê xwe li êrîşan digirin.

Bi ser êrîşên dewleta tirk de salek derbas bû. Di nav vê salê de gelê Serêkanî û Girê Spî niha di bin şert û mercên pir zehmet de li kampan jiyana xwe didomînin. Ev kes li ser axa welatê xwe mîna penaberan dijîn. Yên van ji bo gelê kurd rewa dibînin niha xwe wek alîgirê gelê kurd didin nîşandan, lê pêwîst e gelê kurd ji bîr neke ku heman hêzên komploya navnetewî ya li hemberî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di sala 1998’an de dabûn despêkirin û hiştibûn ku ew ji Sûriyeyê derkeve, niha jî di roja komploya navneteweyî de dest pê kirye de dixwazin gelê kurd ji welatê wî derxin. Lewma, çi dibe bila bibe pêwîst e em li axa xwe û hebûna xwe xwedî derkevin. Encax em bi vî awayî dikarin komplo û komplogeran vala derbixin. Ev yek jî bi yekitî û yekrêziyê pêk tê.