27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hejmara 39’an a kovara Kurt Tarîhî derket

Hejmara 39’an a kovara Kurt Tarîhî (Dîroka Kurdan) derket. Di nav kovara Kûrt Tarîhî de herî zêde lekolîn û xebatên arşîvê derdikevin pêş. Kovar 9 sal li pey xwe hiştiye û xebata xwe bi şîara “xwînerên xwe bi dîrokê re dîrokê jî bi xwînerên xwe re tîne cem hev”  didomîne.

Di hejmara 39’emîn de 4 nivîs û 2 heb hevpeyvînên berfireh ên li ser dîrokê hene. Rapora Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî ya dewleta tirk a li ser kêmîneyan ku Husnu Gurbey û Mahsunî Gul ji nav arşîvan peyda kirine di derbarê rewşa kêmîneyan û helwesta dewletê ya li beramberî wan de agahîyên girîng pêşkêşê xwendevanan dikin.

Di nivîsek din de jî lêkolîner û nivîskar Rohat Alakom li ser komeleya Jinên Şoreşger a Demokratîk nivîsiye.

Edîtora dosyaya “Mele Mustafa Barzanî û “Tekîliyên Komara Yekbûyî yên Sovyet Sosyalîs û Kurd” Firat Sozerî di vê hejmarê de jî li ser têkiliyên rûs û kurdan sekiniye. Sozerî nivîsa xwe de li ser xêzên Prens Gagarînî yên ku kurda resmkiriye sekiniye û xwestiye ku li ser wan wêneyan de têkilîya rûs û kurdan a sedsala 19’emîn destnîşan bike.

Di vê hejmarê de du hevpeyvîn jî cîh girtiye. Nurullah Alkaç bi pispora dîroka Îran-Sasanî Muhammet Yucel û lêkolîner Sînan Hakan re hevpeyvîn çekiriye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê