Rojnameya Heftane

Vîrus heman bandorê li hemû kesan nake!

Di nav van rojan de ku cîhan bi Covid-19'ê re ketiye nav xirecirekê, li ser vê rewşê gelek nîqaş û nirxandinên tên kirin. Teoriyên ku dibêjin ev komployoyek e, nîqaşên dibêjin encama polîtîkayên dewletan e, nirxandinên lîberalîzm, komunîzm,…

‘Evîn’ek ku tim evîndar bû!

Gotina dawiyê mirin e, lê mirin jî bi hebûn û jiyanê nikare. Jiyan tenê liv û lebata li ser rûyê erdê nîne, çimkî ew ên ku di dema jiyanê de kêlî bi kêlî xwedî rêbaz û armanc bûn, yê tim…

Zrîng bi berga Newrozê derket

Kovara xêzeroman a  kurdî Zrîng ku mehane tê weşandin, bi hejmara xwe ya 6’emîn gihîşt xwînerên xwe. Zrîngê di berga yekemîn de cih da Newrozê.

Kovar bi zaravayên kurmancî û kirmanckî tê weşandin û her wiha li Ewropayê jî digihêje hezkiriyên zimanê kurdî. Di vê hejmarê de; Îmam Cîcî, Dogan Guzel, Eşref Mûmcû, Erceren, Ender Ozkahraman, Ronî Battê û Evdal Can xêz kirine.

Terstaqla Reco bi sernavê ‘Agirê Newrozê’ û Ozgur Amed jî bi sernavê ‘Kolonyal Sedo’ nivîsên mîzahî nivîsandine. Kemal Gokhan jî bi nivîskar Migirdiç Margosyan re hevpeyvîneke xêzî amade kiriye. AMED