26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hemû maf tên binpêkirin

Navenda Nûçeyan

Bi salan e 10-17’ê kanûnê wekî Hefteya Mafên Mirovan tê pîrozkirin û gelek peyamên ‘mirovî’ tên dayîn, lê peyamên hikûmetan wek axaftineke rûtîn dimîne û bênavber zext û zordarî dewam dikin.

Hefteya Mafê Mirovan hem ji aliyê serdestan ve tê pîrozkirin û hem jî ji aliyê bindestan ve ango kom, civak û kesên bi zextan re rûbirû dimînin tê pîrozkirin. Serdest ji bo îktîdara xwe biparêzin vê rojê jî wek amûr bi kar tînin û behsa girîngiya mafê mirovan dikin. Balkêş e ku hikûmeta AKP’ê bi boneya vê rojê behsa reforma hiqûqê û mafan dike, lê herî zêde di serdemên vê hikûmetê de mirov hatin kuştin û girtin û mexdûr bûn. Herî zêde di dema hikûmetên AKP’ê de maf hatin binpêkirin, di serî de girtîgeh û her wiha kolan veguherîne îşkencexaneyan. Hikûmet ji bo van kirinên xwe veşêre û xwe wek parazvanê mafê mirovan nîşan bide dîsa behsa hiqûq, reform û mafan dike, lê êdî civak rastiya AKP’ê baş nas dike.

Li aliyê din jî kesên demokrat û muxalif jî her sal bi boneya Hefteya Mafê Mirovan çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Nemaze jî Komeleya Mafê Mirovan bernameyan çêdike. Îsal ji ber nexweşiya koronayê bername kêm bûne û bi boneya vê rojê di serî de Stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din daxuyanî hatin dayîn.

Li Stenbolê parêzvanên mafên mirovan û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li qada Sultanahmetê daxuyanî dan. Li ser navê girseyê seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û wiha got: “Ji bo aştî, edalet, wekhevî, azadî û rûmeta mirovan bê parastin û ev yek misoger bibe em ê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya KESK’ê bi tevlêbûna dehan kesan daxuyanî dan. Li salonê pankarta “Em ji bo cîhanek bêşer û bêmêtingerî têkoşina xwe mezin bikin” vekirin. Beriya daxuyaniyê Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nure Tarlak, diyar kir ku li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê mijdarê de girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Di hefteya mafên mirovan de li zindanan girtî 14 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em bang li her kesî dikin ku daxwazên zarokên me bibînin û qebûl bikin. Em careke din naxwazin ji zindanan cenaze derkevin.”

Her wiha bi heman armancê li Îzmîr, Mêrsîn, Hatay û Edeneyê jî daxuyanî hatin dayîn.