27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heta goristanê îşkence kirin

Servet Tûrgût ku ji bo debara mala xwe derketibû xebata çandiniyê, ji hêla leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û piştî îşkenceyeke giran ji hêlîkopterê hatibû avêtin, jiyana xwe ji dest da.

Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şax a Wanê derketibûn operasyonê, welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şiban binçav kiribûn. Heta 2 rojan bi tu awayî agahî ji Tûrgût û Şiban nehatibû girtin. Piştre Tûrgût û Şiban li nexweşxaneyeke Wanê derketibûn holê.

Îşkenceyê hew deyax kir

Leşkeran li hemberî Tûrgût û Şiban serî li hovîteyeke ku di salên 1990’î de jî nehatibû dîtin dabûn. Piştî îşkenceyeke hovane ew ji helîkopterê avêtibûn. Li gel ku destpêkê ev hat redkirin jî piştre bi raporên nexweşxaneyê hat belgekirin ku Tûrgût û Şiban ji helîkopterê hatine avêtin.

Leşkeran Servêt Tûrgût kiribû rewşeke wisa ku tu dereke wî ya saxlem nehiştibûn. Piştî tedawiya 20 rojan a li nexweşxaneyê, Tûrgût di 30’yê îlonê de ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin êdî hew deyax kir û jiyana xwe ji dest da.

Li goristanê jî bûn asteng

Heta roja ku Tûrgût jiyana xwe ji dest da jî dewletê nehişt xizmên Tûrgût biçin cem wî û pirsa wî bikin. Vê hovîtiyê heta ser goristana ku Tûrgût lê hat veşartin jî berdewam kir. Malbata Tûrgût, dema ku cenazeyê Tûrgût girt û bir goristanê, polîsan ji bo malbatê û beşdarên merasîma cenaze astengî derxist. Ji bilî ferdên malbatê nehiştin tu kes derbasî goristanê bibe.

Bi bihîstina agahiya mirina Tûrgût re li gelek navendan, kurdan nêzîkbûna AKP’ê ya li hemberî xwe şermezar kirin û xwestin ku kujerên Tûrgût bên darizandin û cezakirin. Li ser medyaya civakî jî mirina Tûrgût bû mijara yekemîn a Tirkiyeyê û bi sed hezaran kesan bi vî awayî bertek nîşanî hovîtiya desthilatê ya li hemberî kurdan da.

Wê rastiyê vegota!

Bertekeke balkêş jî ji parlamenterê Partiya DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû hat. Yeneroglû, bi pirsa kîjan wijdan li ber vê xedariyê deyax dike? Bertek nîşanî qetilkirina Tûrgût a bi destê dewletê da. Yeneroglû, pişt re ev tişt got: “Heke em dewleta hiqûqê bûna wan kesên ku îşkence kirine wê ji peywirê bihatina girtin, lêpirsîneke bibandor bihata kirin, hemû sûcdaran cezayên giran bigirta. Wezîrê karê hundir jî wê derketina pêşberî çapameniyê, rastiyê vegota û hesab bida.”

Birayê Tûrgût Naîf Tûrgût jî li şîna kekê xwe bi gotinên dilsotîner bertek nîşanî hovîtiya li hemberî kekê xwe da û xwest ku zilma li wan hatiye kirin Xwedê qebûl neke.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê