Rojnameya Heftane

Hevkariyên hunerî

Dibe ku hûn jî lê rast hatibin û we jî xwendibe, hinek ji we ew bi çavê serîyan jî dîtibe, ku çendekî berê bi boneya Konferansa Merqeyê ya li Qesra Çiraxanê (Stenbol) li dar ketî, sûrprîza dawîn a hunermendê navdar Xelîl Altindereyî (Dêriş, 1971) wekî hemû kar û barên wî yên bi vî rengî (çi fotograf, çi peykerên ji şimayê, çi vîdeo û enstelasyon) bo kurtemaweyekê bûbû mijara rojevê, helbet bi tenê di qada hunerê de. Enstelasyona ku ji lîmûzîneke polîsan –polîsên tirk– pêk hatibû, di hewşa qesrê de û li binfêza pêpelûkên qesrê hatibû bicîkirin, ji bo vexwendiyên girîng ên ji cîhana karî, bo giregirên medyayê, koleksîyonerên bi nav û deng û bêguman –nexasim– ji bo sergerînendeyê MoMAyê (Mûzeya Hunera Modern a New Yorkê) Glenn D. Lowryî ku wekî girîngtirîn mêvanê çalakîyê hatibû bilêvkirin, pêşwazî û jesteke metelhêl bû. Belam nîqaşên ku bi dû vê enstelasyonê –çi di medyaya civakî de û çi di malperên hunerî de– belav bûbûn, bo nifşên hunerî û rexneyî bûbûn sedema hişlihevqelibînekê jî. Altindere yê ku di destpêka salên 90’î de, bi berhemên xwe yên tabûşikên û bi helwêsta xwe ya avangart a ku ew bi dijberîya mîlîtarîzmê, nijadperestiyê, zayendperestiyê û hemû kir û kiryarên dermirovî yên desthilatê bi nan û av dikirin, li cîhanê gişî hatibû naskirin, sî sal bi şûn de bi lîmûzîneke polîsan û li Qesra Çiraxanê derketibû rastê.

Ji bo bibîrxistinê; di 5. Bîenala Stenbolê ya Navnetewî de (Kurator Rosa Martinez, Stenbol, 1997) Xelîl Altindere, bi enstelasyona xwe ya fîtker (Reqsa Bi Tabuyan Re–II) –ku ji çend pênaseyên cihê yên hunermênd hatibû pê– û bi wênesûretê Ataturkî yê li ser 1 mîlyonê baqnot ê wê demê ku Atatûrk rûyê xwe bi kefa destên xwe –heye ku ji şerman– nixumandibû, zû bi zû ketibû devê tifinga nijadperestan. Her weha bi berhema xwe ya bi navê Hûn Bi Xêr Hatin Welatê Windayan 1 (Pûlên Çapkirî, 1998) ku ji wan kesayetên di henga binçavkirinê de hatibûn kuştin ên wekî Hasan Ocak, Ridvan Karakoç, Fehmi Tosun, İbrahim Gundem, Bedri Algan, Îkram Îpek, Huseyîn Morsumbul, Îsmaîl Bahçeci, Talat Turkoğlu, Ali Efeoglu û Fahrettin Eren, dîsan di sala 1996’an de, enstelasyona me ya hevpar a ji dosyeyên kinûşk ên dewletê ku bi tîpên girdek li ser T.C. HUKUMETΠ dinivîsand, ku ji girêbendên gundên Kurdistanê yên hatibûne şewitandin pêk hatibû (Bnr. Bêcihûwarbûyîn, Çalakîya Ciwanan, Stenbol, 1996) û bi gelek berhemên xwe yên bi rengî, wek hunermendekî esilkurd, di der û dorên hunerê yên li Stenbolê de tûşî gelek êrîşan û rexneyan bûbû. Altindere ji binî heta serî avangart bû û fena hemû avangartan, li hemberî der û doreke hunerî ya neteweperest têkoşiya bû, lewre di nîveka salên 90’î de, heyberê hunera nûjen bi awayekî tundûtûj veguheztibû polîtîkayê, xasma jî li rewşa kurdan. Di destpêka salên 2000’an de jî, bi dû bajarên wek Stenbolê, Îzmîrê û Enqereyê, navê Diyarbekirê û hunermendên wê yên hevçax jî ku ji çend kesên li Zankoya Çukurovayê xwendibûn dihatin pê, hildidan ku ev yeka han, nîşaneya pêvajoyeke nû bû. Divê li vir bibêjim, wekî bandora Xelîl Altindereyî, formên wî yên hunerî û helwesta wî ya îronîk a li beramberî kevalperestiyê û kelepora hunera nûjen, rê li ber hunermendên kurd jî vekiribû. Hunermendên diyarbekirî, mêrdînî û batmanî di gelek pêşengehên ku Altindere wek kurator ew li dar xistibûn de, bi berhemên xwe yên ewilîn derketibûn hafa hunerhezan. Ekola Diyarbekirê, humermendên diyarbekirî, hunermendên esilkurd ên tirkîyeyî, nav û etîketên ku di nivîsên rexneyî û katalogan de dihatin bikaranîn, wiha bûn… De baş e, çi bi avangartê hat? Deranên hunermenda almanî ya bi eslê xwe ve japonî Hito Steyerlê ye ku di nivîsara xwe ya bi sernavê Huner Wek Mijûlayî: Pêşniyarên Derbareyî Xweserîtiya Jiyanê de– ku li ser avangartên (pêşewayên) wekî Grindon û Kanngieserî nivîsiye– dibêje; “Bi wateya xwe ya giştî huner, parçeyeke pergala global a newekhev e ku di hin herêmên cîhanê de lawaz (wek Kurdistanê, nîşeya min e) û di hin herêman de jî qewî pêşketî ye ku sînorên di navbera van herêman de awayekî ji awayan derbasî nav hev bûne û hev dibirin. Jê wêdetir huner, dev ji mijûlkirin û dagirkirina mirovan, mekanê û demê bernade, bi ser halan de jiyanê jî mijûl û dagir dike. Hêviya avangartan ew bû ku hunerê bi hêzeke şoreşgerane di nav jiyanê de geş bikin û belav bikin, lêbelê berevajiya vê yekê li dar ket; jiyan, ji aliyê hunerê ve hat dagirkirin, lewre nijdên destpêkê yên hunerê, her ku çûn veguheztin êrîşên ji rêzê û dû re jî dagirkirinên hertimî.”

Tişta ku ez dibînim û vedibînim ev e, avangart têk çû, ango ya ku em pê dizanîn û me xwe pê gîro dikir. Hunermendên kurd jî, rizgarîya xwe di ‘tirkbûyîna spî’ de dîtin; îcar ne hewce ye ku ji bo vê veguherînê hûn berê xwe bidin navendê, hûn dikarin vê yekê ji Diyarbekirê, ji Mêrdînê û ji Batmanê jî pêk bînin.

Gelo dê çi bi wê lîmûzînê bibe? Ku neçe mûzexaneyekê, heye ku Gerînendetîya Giştî Ya Ewlekarîyê wê bikire û di fûarên xwe de nîşan bide. Lê ne ya Elî Bozanî, ku di sala 2008’an de bi navê Torosa Spî, fotografekî dîjîtal çêkiribû; ew jî lîmûzîn bû û ji bo ku gelek kurdên din jî têxin hundirê wê û paşê ajara wan biqelînin, bi fen û fûteke fotoşopî hatibû dirêjkirin. Elî Bozan bi tenê berhemek afirandibû, belam gelek tişt jî destnîşan kiribûn.

Ji ber çi em li dû wateyine qewî kûr dikevin gava mijar tê ser hunera hevçax? Vê pirsê ji xwe bikin. Dîsan ji bo bibîrxistinê bibêjim, hunermendê diyarbekirî Ahmet Ogut jî, li Merdiven Art Spaceyê di vîdeoya xwe ya bi navê The Mising T’yê (T’ya Windabûyî) de bal kişandibû ser pirs û pirsgirêkên dijwar ên polîsên meksîkî.  Nizanim bê ev hevkariya me ya bi polîsên cîhanê re ji çi û ji ku tê, yan hestiyariya me? Ji humanîzmê? Ne bawer im… li ku agirê gur, xwe dide wir, çîroka me ya hunerê ev e.

1 – Halil Altindere, Kayiplar Ulkesiyle Dans, Yapi Kredi Yayinlari, 2008.

2 – Heman pirtûk.

3 – Meşgale Olarak Sanat: Hayatin Ozerkligine Dair Onermeler, Hito Steyerl, Kuresel Ayaklanmalar Çaginda Direniş ve Estetik, Aylin Kuryel, Begum Ozden Firat, ÎIetişim Yay. 2015, r. 141