26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îdianameya HDP’ê hat îadekirin

Lijneya Giştî ya Makeqanûnê (AYM), lêkolîna xwe ya yekemîn a derbarê doza girtina HDP’ê de temam kir. AYM, di hêla usûlê de di doznameyê de kêmasî tespît kirin û bi yek dengî biryar da ku dozname li Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bê vegerandin. Piştî Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kêmasiyên xw temam bike û doznameyê careke din pêşkêşî AYM’ê bike, wê ji nû ve lêkolîna destpêkê li serê bê kirin.   

Piştre di rojeke ku bê diyarkirin de wê Lijneya Giştî AYM’ê li hev kom bibe û biryar bide ku doznameyê qebûl bike ya na.  Raportorê AYM’ê jî piştî lêkolînên xwe yên li ser  ji bo ku di hêla usûlê de kêmasiyên wê bên temamkirin duh xwestibû ku dozname li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bê vegerandin. Hatibû diyarkirin ku ev kêmasî agahiyên nasname û navnîşana ne.   

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn bi daxwaza girtina HDP’ê di 17’ê adarê de li AYM’ê doz vekiribû. Di doznameya ku Şahîn amade kiribû de gotinên “Bûye navenda çalakiyên li dijî yekitiya welat û netewê ya dewletê” cih girtibûn endam û rêveberên partiyê jî di nav de ji bo 687 kesan heta 5 salan qedexeya siyasetê hatibû xwestin.

ENQERE 