30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Îran Hemas û Hîzbûlahê weke taşeron bi kar tîne’

Rojnameger Elî Mûnezemî têkildarî şerê Filistîn û Îsraîlê wiha axivî: “Îran ji bo li Rojhilata Navîn di aliyê aborî, siyasî û leşkerî serwer bibe Hemas û Hizbûlahê bikar tîne.”

Di 7’ê cotmehê de Hemasê li dijî Îsraîlê bi navê Tofana Aksa êrîşek pêk anî. Îsraîl jî bi navê Şûrên Hesinî bersiva êrîşan da. Di encama şerê ku di navbera Hemas û Îsraîlê tê meşandin de bi hezaran sivîl hatin kuştin. Îran û rêxistinên wek Hizbûlaha Lubnanê piştgirî didin operasyona ku ji aliyê Hemasê ve hatiye destpêkirin. Îran di vî şerê heyî de di hin xalan de aşkera di hin xalan de veşartî piştgirî dide Hemasê.

Nivîskar û rojnamegerê rojhilatî Elî Mûnezemî der barê sedama piştgirî û armancên Îranê yên ji bo Hemasê ji rojnameya me re axivî. Nivîskar Elî Mûnezemî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikbûna îdeolojiya Îran, Hemas û Hizbûlahê û ev tişt anî ziman: “Mezheba Şîa ji Lubnanê derbasî Îranê bû. Ji ber vê yekê peyvendiyên di navbera Îran û Lubnanê de peyvendiyên dîrokî-îdeolojîk in. Pêşiya şoreşa neteweyên Îranê û desteserkirina desthilatdariyê ya ji aliyê Xumeynî (Komara Îslamî) ve kesên wek Mistefa Çemran û Îmam Mûsa Sedr ji bo parastina şîayê çûbûn Lubnanê. Piştî serkeftina şoreşê Çemran vegeriya Îranê û demekê bû wezîrê şer û di komkujîyên li Kurdistanê de roleke mezin lîst. Piştî demekê Îranê ji bo qahîmkirina cihê piyê xwe û armancên xwe yên stratejîk, Hizbûllaha Lubnanê damezirand ku rastî de ew rêxistin di warê îdeolojîk de li pey şopa hizr û ramanên rêberên Îranê, bi taybet Xumeynî ye. Piştgiriya Îran û Hizbûlahê pêştgiriyeke du alî ye. Yanî Îran di warê teknolojî, perwerdehiya îdeolojîk û çekdarî de alîkariya Hizbûlahê dike û wan bi pere fînanse dike. Hizbûlah jî di xizmeta rejîma Îranê de ye û ji bo armancên rejîmê hem li dijî kom û dewletên ku Îran wek dijmin dibîne êrîşan pêk tîne. Her wiha Hizbûlaha Lubnanê di her serhildanên li Îranê de ji bo têkbirina serhildanê piştgirî dide rejîmê.”

Bikaranîna Hemas û Hizbûlahê

Elî Mûnezemî da zanîn ku berê peywendiyên Îranê bi Eniya Rizgariya Filistînê re hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ew peyvendî piştî şerê Îran û Iraqê têk çûn. Hemas komeke îdeolojîk a sunî ye û nêzê Îxwanûlmuslimîn (Birayên Misilman) e. Îran  vê rêxistina ku ji aliyê gelek welatan ve wek rêxistineke terorîstî tê naskirin fînase dike. Rêberê rejîma Îranê Xamneyî di gelek axaftinên xwe de dibêje ku ‘Îran çawa alîkariya Hizbûlahê dike, wê alîkariya Hemasê jî bike’. Îran ji bo li Rojhilata Navîn di aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve bibe serwer komên wek Hemas û Hizbûlaha Lubnanê wek  subcontractor (taşeron) bikar tîne.”

‘Gel li dijî şer e’

Mûnezemî diyar kir ku hem gelên Îranê hem jî peywirdarê rejîmê li dijî şerê heyî ne û wiha pêde çû: “Rêberên rejîmê dizanin ku tevlîbûna şerê Hemas û Îsraîlê dê zirarên mezin bide aboriyê û civaka Îranê. Heke Îran bixwaze tev li şer bibe jî dê bi rêya hûsiyên Yemenê, Hizbûlaha Lubnanê û hin komên iraqî tev li şer bibe. Îsraîlê niha ji bo li dijî Îranê şer bide destpêkirin fersendek bi dest xistiye. Lê Îsraîlê niha fersendek baş ketiye dest eger bixwaze şerê Îranê bike. Heke çekên atomî û yên leşkerî yên Îranê bibin hedefa Îsraîlê dê neteweyên bindest yên Îranê ji bo berjewendiyên xwe fersendekê bi dest bixin.”

Çareserî tunekirina Îranê ye

Elî Mûnezemî da zanîn ku personelên Sipaha Pasdaran a Îranê di bin navê personelên tenduristiyê yên Heyva Sor de piştgiriya leşkerî didin Xeza û Lubnanê û wiha got: “Tê diyarkirin ku herî kêm sed pasdarên Îranê di şerê Xeza de hatine kuştin. Îran hewl dide pêywendiyên di navbera Îsraîl û dewletên ereb têk bibe û dewletên ereb bikşîne nav şer. Heke şer mezin bibe dê bandoreke neyînî li aboriya cihanê jî bike. Ji ber vê yekê ne bawer im ku rê li ber mezinbûna şer bê vekirin. Encam çi bibe jî dê Îsraîl têk neçe. Lê Îsraîl dê bi şikestina hêza Hemasê razî bibe yan na mijar ev e. Ez dibêjim heke Îsraîl bi şikestina Hemasê razî bibe, mijarê bi yekcarî çareser nekiriye. Ji bo çareserkirinê divê rejîma Îranê ji holê rabe û Filistîn û Îsraîl vegerin ser Peymana Osloyê.”

Vejîna Şoreşa Jîna

Nivîskar Elî Mûnezemî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji destpêka ku hikûmet ket destê rejîma Xumeynî neteweya kurd li hemberî vê rejîmê derketin. Gelên din ên Îranê jî di serhildana ‘Şoreşa Jîna’ ango ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ roleke girîng lîstin. Lê mixabin li Îranê alternatîfek xurt a li hemberî rejîmê tuneye. Ji ber vê yekê her çiqas serhildan bi temamî nehatibe tepisandin jî hatiye lewazkirin. Îxtîmala ku ev serhildan ji carekî ve wek volkaneke biteqe tim zindî ye. Rejîma Îranê bi krîzan tê nasîn. Rejîm ji bo bala gel ji krîzên heyî bide cihek din krîzên nû ava dike.  Rejîm niha nikare krîzên aborî, rewşa jiyanî û azadiyê baştir bike û hêza wê ya afirandina krîzeke nû jî tune.  Niha rejîm ji bo domandina xwe pêdivî bi şerekî li dijî dewletekî dibîne. Ji ber hindê jî şansê xwe ceribandine û eger ew şerê Hemas û Îsraîlê germtir û berfirehtir be û alîgirên Hemasê jî bikevin nav şer, yê ew yeka bikare fersendek nû bide xelkê ku Şoreşa Jînayê vejînin. Vejîna Şoreşa Jîna dikare rejîma Îranê hilweşîne û ji bo gelên bindest û mafên wan bibe hêvî. Her rejîmên dîktator û totalîter dê rojeke hilweşin. Hilweşandina rejîma Îranê dê ji bo jin û ciwanan bibe deskeftiyeke mezin.  Heta ku  ev rejîm hebe, Rojhilata Navîn aramiyê nabîne.”