26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê jî dest bi talankirina bermahiyên dîrokî yên li Sûriyeyê kir

Li gorî raporeke saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê piştî Tirkiyeyê êdî Îranê jî li deverên di bin kontrola xwe de, li şûnwarên dîrokî, dest bi talankirina bermahiyên dîrokî kiriye. Di çend salên dawî de komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li deverên ku dagir kiriye şûnmayên dîrokî wêran dikin û bermayên dîrokî ên ku derdixin li Tirkiyeyê difiroşin. Tirkiye bûye sûka herî mezin a firotina van berhemên dîrokî.

Li gorî heman çavkaniyê di vê dema dawî de milis û çekdarên girêdayî Îranê yên Dêra Zorê dest bi dizî û talana berhemên dîrokî kirine. Hin şûnwarên girîng ên wê herêmê ku hatine talankirin evin: Tel El Merabît ku şûnwarekî dîrokî ye û dîroka wê vedigere demên herî kevin ên îmratoriyên kevnar e. Her wiha li Ebû Kemal‘ Girê Eşara’ ku dîroka wê vedigere  sedema Babîlan. Girê keleha Rehbê yê ku girêdayî bajarokê Meyadînê ye û gelek deverên din ên dîrokî bi destê wan milîsên girêdayî Îranê tên talankirin û şûnwar tên wêrankirin.

Sûka herî mezin Tirkiye ye

Ev talanên nû, li dizî û talanên ku bi salan e çete û çekdarên girêdayî hikûmeta tirk dikin zêde bûn. Bi salan e ew çete ji deverên ku ketine bin kontrola wan û dewleta tirk bermayên dîrokî didizin û ji bo firotinê dibin Tirkiyeyê.

Di gulana sala borî de çeteyên koma Sultan Silêman Şah ku bi navê (Emşat) tên naskirin li navçeya Şêx Hedîd a Efrînê li Girê Erneda gelek dever kolan û bermayên wê yên dîrokî dizîn. Ev yek bi dîmenan ji alî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ve hate belavkirin.  Bi sedan bûyerên wiha li deverên ku di bin kontrola artêşa tirk û komên çekdar ên girêdayî wê de hatine kirin. Bermayên ku dihatin derxistin jî li Tirkiyeyê dihatin firotin.

Hêjayî gotinê ye ku di vê der barê de hikûmeta rejîma Sûriyeyê ye giliyê Enqereyê kiribû ku ew bermayên dîrokî yên Sûriyeyê dibin li Tirkiyeyê difiroşin. Her wiha bang li rêxistinên parastina şûnmayên dîrokî ên navneteweyî kiribû ku li dijî vê talanê têkevin nava liv û tevgerê.