26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Akar mikurhatina têkçûnê

Operasyona artêşa dewleta tirk a li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên başûrê Kurdistanê da destpêkirin, 11 roj in de didome û şer û pevçûnên dijwar di navbera leşkerên dewleta tirk û hêzên gerîlayan de diqewimin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha ragihadiye ku 7 leşker div an şer û pevçûnan de mirine lê çavkaniyên herêmê yên li devera şer radigihînin ku hejmara leşkerên mirî zêdetir e.

Yek ji xala girîng a vê operasyonê ew e ku çapemeniya tirkan wek operasyonên berê eleqeyek pir nîşan nade.

‘Helîkopter nikarin xwe deynin’

Gotinên Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar yê çû ser sînorê bakur û başurê Kurdistanê nîşan didin ku dewleta tirk di vê operasyonê de zehemetiya dikişîne. Piştî ji ser sînor vegeriya, Akar li navenda rêvebirina operasyonê ya li Eskîşehîrê daxuyanî da û wiha got: “Danîn û rabûna helîkopteran a li ser çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekerên xwe deynin erdê. Heta îro tişta pêwîst ku divê bihata kirin, pêk hat. Di hicûma hewayî de helîkopterên me, 300-500 sortî kirin. Lê mixabin hin welatên me digotin dostên me ne, fuze dane PKK’ê. Ji ber vê yekê her yek ji van ji bo me xetere ye.” 