26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ji ber nakokiyên siyasi deriyên sinor tên girtin’

Di 16’ê kanunê de çekdarên PDK’ê bêyî ku Hikumet û Parlamentoya Herêmê biryarek bidin, deriyên Sêmalka û El Welîdê li ser Rojavayê Kurdistanê girtin û hîn nehatiye vekirin. Berpirsên sînor ên Rojavayê Kurdistanê diyar kirîbûn ku PDK’ê li ser girtina derî ti agahî nedane wan û sedema girtina derî ranegihandine.

Çavdêrê Siyasî Hendirên Şêx Raxib li ser mijarê ji ROJNEWS’ê re axivî û got: “Li beramberî Rojavayê Kurdistanê erka me heye. Her wiha rojavayê Kurdistanê  temamkerê başûrê Kurdistanê ye. Lewma dema ku pirsgirêk û ziyan li parçeyek Kurdistanê heye, tê wateya ziyan û pirsgirêk li parçeyê din ê Kurdistanê jî heye. Pirsgirêk û nakokiyên di nava aliyên siyasî de her çiqas kûr bin, nabe bandoriyê li aboriya xelkê bike. Her wiha bandorê li ser netewe û nîştimanê kurd hebe. Wê şikestina Rojavayê Kurdistanê ti sûdê nede başûrê Kurdistanê, berevajî li kîjan parçeyê Kurdistanê ziyan bigihî kurdan ew ziyan digihî tavahiya Kurdistanê.”

Çavdêrê Siyasî Hendirên Şêx Raxib diyar kir ku divê zû derî werin vekirin û bandoriyek zêde li aboriya Rojavayê Kurdistanê dike û wiha domand: “Girtina deriyên Sêmalka û El Welîd bandorê li jiyana rojane ya xelkê rojavayê Kurdistanê kiriye. Dema ku pirsgirêk û nakokî di nava hêzên kurd de hebin, nabe bi ti awayî deriyên sînoran li ser hev bigirin. Divê di dema her pirsgirêkê de bi riya diyaloga kurdî re pirsgirêk were çareser kirin. Lewma divê timî ev deriyên sînor ên rojavayê Kurdistanê vekirîbin.”