26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji çar parçeyên Kurdistanê Dayikên Aştiyê kom bûn

Dayikên Aşitiyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser axa Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kom bûn. Di bernameya dayikan de ji mijarên wek êrîşên dagirkeran, bandora van êrîşên li ser Kurdistanê û di çareserkirina pirsgirêkan de rola dayikan, dê bên nîqaşkirin.

Dayikên ku ji çar parçeyên Kurdistanê bi boneya çareseriya pirsgirêkan tên gel hev, cara yekem di asta neteweyî de komxebeteke berfireh li dar dixin.

Panêla yekemîn ya bi sernava “Em ê bi hev re aştiyê misoger bikin” ji aliyê dayikên başûrê Kurdistanê ve ku tê lidarxistin, dest pê kir.

Di komxebatê de 4 babetên der barê dagirkerî û êrîşên li ser Başûr, Bakur, Rojava, Kampa Mexmûr û Şengalê de dê werin nîqaşkirin.

Her wiha dê beşeke komxebatê li ser rola dayikan a ku ji bo pêşiyê li êrîşên dagirkeran bigire û ji bo  pêkanîna çareseriyê be.

Komxebata Dayikên Aştiyê ku bi şeklê panelan bi rê ve diçe, dê îro bi encam bibe.