27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaxiza Semerqendê

Di çanda me de, taybet jî di çanda me ya devkî de, şibandin/şibhetî ciheke girîng zeft dike. Ev hunerek e, ji huneran, hunera peyv û gotinan e. Gelek caran di jiyana rojane de jî şibandinan dikin û caran bê şibadin nikarin wateya hevokên xwe nîşan bidin. Ev ji bo ravekirinê rewşek taybet e. Em vê yekê zêdetir di stran û dengbêjiyên xwe de dibînin. Heke şibandin di stran û dengbêjiyên me de nebin heçku kêmasî lê heye.
Her çawa Şakiro şibandinên xwe yên lawiniya jinan bi pirteqalên Dortyolê, sêvên Artemêtê kiribe, Mihemed Arif Cizrawî jî sing û berên Bêrîvana xwe şibandine çil û çar kaniyên zozanên Kurdistanê. Her wiha em şibandinan di nava gelek stranên Hesen Zîrekî de jî dibînin ku dema meşa xweşdiviya xwe dişibîne meşa “Lence û Lare” an ku meşa Werdekan; ew qas sipehî û bisteh…
Û helbet we niha gelek caran bihîstiye ku kurdan dişibînine kewan, di dûv de jî bendekê lê dirisînin;
“Hemû dijminên serê kewê ne, kew jî dijminê serê xwe ye, jaro kewo !”
Belê, jiyana me Kurdan wiha dibore; em dibînin, diçe xweşiya me (an jî naçe xweşiya me), di bîra xwe de dihewînin, dişibînin û di nava bendan de radiçînin, paşê ev bend bi salan xwe li ser zimanan digewizînin.
Demekê li gundekî Geliyê Zê bûm. Dem ji demên havînê bû, asîman sayî, ceriyan tune. Ji ber stêrkan cih li asîmanan nemabû, ew qas tijî. Pêşiya xaniyekî axeban, civatê xwe dabû ber ronahiya lûkûsê. Min jî pêşiya xwe da ber bi wê derê û tev li vê civatê bûm. Civatek him xweş him germ…
Pîrejinek ji nişka ve axînên xwe kêşan û çend tişt bi devoka xwe ya şêrîn ji civatê re gotin;
“Em hevalekîn
Em av û deravekîn
Me gelêk(pêkre) vedayne kîn (kon)
Dê were biaxivîn
Em heval in hevalekîn”
Paşê berdewam kir;
“Heynê(dema) ez canejin û tifal, dapîra min gelek tiştên xweş digote me. Ji her neviyekê/î xwe re navek lê danandibû. Hingê digote min Kaxiza Semerqendê…
Ez ne wiha bûm, min piştiyên zozanan pişt dikirin ji gundî heta zomê weke qaz û werdekan diçûm, lawiniya min jî ew lawînî bû…”
Qaz û quling û werdek min zanî lê ew nav çibû, hizra min jî pîrê qala kaxizeke li ser tiştekê dike. Weke hûn jî dizanin em Colemêrgî dengê “r”yê nerm dikin û di nava peyvên xwe de berze/wenda dikin.
Belê, Min pirsa xwe ji pîrejinê kir;
Pîrê, bo çi Kaxiza Semerqendê, an ku çi, tê çi wateyê, ev kaxiza li ser çi ye?
Piştî pirsa min Pîrê dest bi qala Kaxiza Semerqendê kir;
“Hûn nizanin, we nedîtiye. Min jî neditiye lê belê behs dikin. Dibêjin li ser dinyayê kêm ji wan kaxizan hebûn, kaxizên mîr û hekiman bûn û gelek sîs û law bûn. Ji ber hindê ji delal û xweşkûkan re digotin Kaxiza Semerqendê”
Ji delal, law û xweşkûkan re…
Li ber vê suhbeta çê her kî be û bizane qala tişteke xweş tê kirin helbet dê lê bikole, dê hez bike bide pey zanîna vê tiştê. Min jî wisa kir. Min bala xwe da dîrokê û min hizrên xwe birin li ser gotinên dengbêjiyan, çûm yeko yeko qeydên dengbêjiyan min guhdar kir. Ji ber ku nedibû ku şibandin û teşbîheke wiha dengbêjan bikar neanîbe. Lewre wisa jî bû…
Di dîrokê de wiha qala vê kaxizê (rûpelê) dihate kirin;
Di nava sedsala 8’an de şerek di navbera Çîn/Maçînî û Semerqendiyan de diqewime. Semerqendî gelek leşkerên Maçiniyan êsîr dikin. Di vê navberê de gelek tiştên çandî û hunerî ji van leşkeran dizanin û bo xwe digirin. Yek ji van sûdwergirtinan jî hunera çêkirina kaxizê bûye û piştî vê demê li Semerqendê dest bi çêkirina kaxizan kirine.
Paşê hay jê hatim ku demeke dirêj li devera Colemêrgê jî ev hunera pêkanîne, ev kaxiz çêkirine.
Dema min ji zane û rûsipiyên cihî pirsyar dikir, wan wiha qala çêkirina kaxiza Semerqendê kirin;
“Tîvilên çixlên tûyan zirav dikirin û di nav avê de mend dikirin. Paşê ev tîvil di nava avê de dikelandin, dema weke benikan lêdihatin weke hiriyê dikutan. Hingê weke hevîrê lê dihat, dixistin di nava avê de bi mifsik û sefînokan dipalandin. Digel kaxizên berî hingav çêkirin di bin kevireke giran de rojekê disekinandin, paşê jî li ber sihê radixistin ku baş ziwa bibe. Herî dawî kaxiza zûwabûyî bi şaxên pezkoviyan sîs dikirin. Êdî dibû kaxiza Semerqendê.”
Hingê piştî van agahiyan min zanî ku ka çi delalî û lawînî wê pîrejinê hebûye, xweşkûkiyek îza û zor giran…
Û ne tenê ev nav li wê pîrejinê hatibû kirin, dengbêjan jî dema xwestin lawîniyeke bêhempa bînin zimên ev şibandin bikaranîbûn.
Ez dixwazim niha rengê şibandinên vê kaxizê bi gotinên dengbêjan bînim pêşberî we.
Ewilî rengê şibandina Xişo;
Mitirbê Ûsiv Begê Wanê Xişo, diçe geriyanê û dixwaze ji Begê xwe re bo zewacê yekê layîq û jêhatî bibîne. Rêka wî ber bi qesra Yaz Begê dikeve. Dizane ku li wê derê keça Yaz Begê Mencolê heye û delaliya wê têra tu gotinan nake. Hingê da ku bala Mencolê bikêşe dest bi lêxistina ribaba xwe dike. Mencola Yaz Begê, dengê ribabê û Xişo dibihîze û gelek hez dike ew bê li cem wê, dixwaze ew bi taybetî guhdariya Xişo bike û Xişoyî daxwaz dike dîwana xwe û Xişo diçe dîwana Mencola Yaz Begê;
Xişo dest bi strana xwe dike, wiha lawiniya/delaliya Mencola Yaz Begê tîne ziman;
“Sibê du sibe ye
Digel baranê tê tabye ye
Bejna xanimê zirav e
Weke taka rihanê ye
Fîstana wê
weke belgê gulê ye
Taxima sing û berê wê
Weke Kaxiza Semerqendê
Qelem dikaşe ji ser tê û diçe ye
Ew ne layiqa kesî ye
Ew layîqa Ûsiv Begê Mîrê Kela Wanê ye”
“Taxima sing û berê wê, weke kaxiza Semerqendê ye…”
Li devereke din em dengê M. Arifê Cizirî dibihin;
Mihemed Arifê Cizîrî dema strana “Seyrana Mela Mûsa” digot çar pênc caran şibandina “Kaxiza Semerqendê” dikir, hingê dibe ku ew stran min sed caran guhdar kiribe lê belê weke gelek peyvan min digot dibe ku qala cihekê dike qala tiştekî din dike. Ji ber ku em vê yekê dizanin; di nava hunermendên kurdan de (an jî weke gotina M. Arif Cizirî ” di nava fenanên kurdan” ) yên ku herî zêde şibandinan dikin yek M. Arif bû yê din jî Hesen Zîrek bû. Em vê yekê jî dizanin ku stranbêjên ku herî zêde stran afirandî ev her du hunermend in. Em niha baştir fêm dikin, wan rêka xwe, rêka stranên xwe baş ronî kirine û sûd ji xwezaya Kurdistanê bi vê rêbazê hilgirtine.
Mihemed Arif Cizîrî wiha digot;
Singê Seyrana Mela Mûsa
Tertir e ji xunava ber sibehê
Rohntir e ji heyva çardehşev
Spîtir û sîstir e ji kaxiza Semerqendê…
Weke mînakên li jor; ew jêhatin, ew hostahiya peyvan, ew raçandina şibandinan, ew aşiqî û xoşewistiya wan a xwezaya Kurdistanê, ew jîritiya lêkanînê û dilpakiya stran afirandin û gotinê… Mixabin niha em gelek ji van dûr in. Gelek ji xwezaya xwe dûr ketin û me reng û taybetiyên xwezaya xwe ji bîr kirin, me êdî guh neda kûrahiya peyvên stran û kilamên xwe. Me êdî xwest digel çend enstrûmanan newayeke xweş biafirînin, li cem jî du sê bendan lê bînin û me wisa kir êdî me xweza û evînîtiya xwe ya dilpak ji bîr kir.
Dixwazim bendeke dawî li vê derê danim, bo xweşkûkiya Sînem Xanê hatiye ristin, digel kaxiza Semerqendê.
Dengbêjek ji Colemêrgê qêr dike û dibêje;
Hey lê Sînemê Îsayiyê
Dê min got tu ya rind î
Tu sorgula baxan î
Kaxiza Semerqend î…