26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kera Min

Te dît di bajarokê me de her sal em zeviyên paziyan (pincarê ku di fabrîqan da şekir jê derdixin, navê din jî ‘silq’ e) diçinin, dema payiza dereng jî em wana ji nava zeviyan derdixin û dişînin bajarên mezin ên din, ji bo şekir ji wan paziyan derxin. Îca derxistina wan a ji bin axê zehmet e, ji aliyê din ve jî dema payîzê li derve, serê sibê û heta ku tarî dikeve erdê dest û lingên me diqerimin, em dicemidin, ne xwarineke germ, ne jî çayeke kelandî heye. Di nava mehekê de em hemû paziyên di nava zeviyan de derdixin, ger em wan zû bi zû dernexin, dema wan derbas dibe û xera dibin. A din jî li ber seqema şevê dicemidin, ne tam û ne jî lam tê de dimîne.

Bi salan e, em hemû cînar dor bi dor alîkariya hevûdu dikin, paziyên kîjan cînaran di nava zevîyan de bimîne, em bi hevre direvin hawara cînaran, ew jî weke me direvin û tên hawara me. Cînareke min heye, zeviyên wê tune ne, ew hema carnan bi peretî, carnan jî bi dil û can diçe alîkariya cînaran, emrê wê ji yê me hemûyan mezintir e. Carnan em qet naxwazin ew li ber wê sir û sermayê bitevize, sermayê bigre û nexweş bikeve, jixwe kesekî wê jî tune ye ku li dor serê wê bigere, lewma em hemû lê miqate dibin.

A min, ez im û kereke min heye, dana êvarê dema karê me xelas dibe, ez hinek pincara di nava zeviyê de dikim xurcika kera xwe û dibim malê. Ji bo mirîşk û werdekên xwe. Ew ji wan hêşnahiyên şêrîn hez dikin, kera min jixwe ji sibehê heta êvarê di nava zeviyan da diçêre, mesela wê ya birçîbûnê tune ye. Carnan dema vegera malê, gunehê min pir bi cînara min tê, jêre dibêjim; bi peyatî heta malê nemeşe. Ware li ser pişta kera min siwar bibe heta derekê. Ew jî hema hazire ku ez jêre bibêjim were li kera min siwar bibe. Xwe avêt ser pişta kera min û min kindirê stûyê kera xwe da destê xwe. Ez bi peyatî, ew jî li ser kera min, carnan heta malê jê peya nabe, carnan jî di nîvê rê de peya dibe. Dîsa rojekê ez wisa westiya me qet nikarim gavekê jî bavêjim. Dema kar qediya, min xatir ji wan xwest, xwe avêt ser pişta kera xwe, berê xwe da malê, hema bi lez cînara min hat pêşiya min girt, xwest ez peya bibim û ew lê siwar bibe. Min got ez îro pir westiya me, nikarim bi peyatî herim, filan û bêvan. Cînarên din gotin; Zexê (navê wê Zelêxan e, em jêra dibêjin Zexê) were em bi hevre bimeşin, ew îro pir westiyaye, bihêle bila here. Zexê got; Naaa û na, ez dixwazim li ser pişta kera te herim mala xwe. Vir de û wê de Zexê ez ji ser pişta kera min avêtim erdê. Quna xwe danî ser pişta kera min lê kera min wekî kevir û zinarekî ji cihê xwe nelivî û gavek jî neavêt. Zexê ya me çoş ha çoş, kir û nekir ker ji cihê xwe nelepitî. Paşê ji kera min peya bû, çend gotinên pîs û xirab jî li pey min kirin. Bi tena serê xwe; berê xwe da malê û çû. Dema ew çû, min jî herdu çavên kera xwe maçî kir, wê heta malê ez li ser pişta xwe birim. Zexê hê jî ji min re xeberan dide, ji min xeyidiye…