26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kîjan kurd?

Erê,  em çil milyon kurd hene li vê cîhanê. Welatê me yek e; anku Kurdistan. Em yek gel û netew in; anku kurd. Zimanê me yek e; kurdî. Çanda me, folklora me, êş û azarên me, ken û giriyê me yek in. Dîroknas, rewşenbîr û zanayên me vê dibêjin. Nizanim çima; lê dema dor tê parastina rûmet, şeref, xîret, têkoşîn, doza maf û azadiya kurd û Kurdistanê ev hejmar gelek kêm dibe. Bi sedê salan e neyar me dikujin, her dayik û bavek kurd herî kêm 3-4 çar zarokan çêdike. Lê ev sih sale em hêj çil milyon in li ser kaxezan. Dema dor tê hinek tiştan, ev çil milyon bi ku ve diçin? Divê ev bê ravekirin ne wisa ye, pisporên mijarê?

Ez di vê qadê de ne pispor im, lê li gorî baweriya min hejmara me kurdan di warê nîjadî de pêncî milyon jî derbas kiriye. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku mirov ji van pêncî milyonan hemûyan re bêje kurdên sax, anku dijîn ger ku jiyan ne tenê henasegirtin be. Ha, wê demê çi ne, kî ne ev pêncî milyon? Dibe ku ne şiroveyek ‘zanistî’ be, lê ez wan dikim çar bir. Birek jê kurdên mirî ne (ne di warê fîzîkî) de, birek kurdên xayîn, birek kurdên kole û birek jî ez dibêjim kurdên sax, an ku bi şeref, xîret, xwedî wijdan, xwedî têgihiştina dîrokî û netewî; anku kurdên bi hemû hêza xwe ve ji bo azadî û rûmeta kurd û Kurdistanê şer dikin û têdikoşin.

Ev kurdên mirî yên ez behs dikim wisa ne hejmarek kêm in. Kî ne ev? Ev kurdên hatine bişaftin, jiyanê tenê wekî henasegirtin digirin dest, anku kurdên di warê zanebûn û hesta netewî de hatine xesandin, hatine tunekirin in. Li çar parça, erdnîgariya Kurdistanê tijî gorên van kurdan e.  Em bi van re dibêjin çil an jî pêncî milyon. Ha hêviya saxbûna van kurdan heye an na? Ew jî gengaz e, ji ber di çanda me de baweriya vejînê heye.

Kurdên kole kî ne? Ew kurd in ku di ferqa kurdbûna xwe de ne. Dizanin kurd in, di quncikên tarî û veşartî de tenê li xwe mikur tên. Li derveyî wê xwe bi hezar boyaxa boyax dikin, ji bo neyên dîtin ji rengekî dikevin rengê din. Li pey nanê rojane digerin, li bazarên xelkê hemal û kedkar in, ji bo peydakirina nanê rojê xwe naxin nav ti xir û ciran. Li koşeyekê li benda çarenûsa xwe dimîn in. Çavên wan li deriyê serdestan e. Hêvî û daxwza wan a herî mezin ji wan aferînek wergirtine û ji bo vê çi bê serê wan bêdeng û pêjin karê xwe dikin. Heman şîreta bêdengiyê li zarokên xwe jî dikin. Ji ber bêdengî şêwaza jiyanê ye bo wan. An ku belengaz, çavgirî, hêmin û miskin in. Kî destê xwe bi serê wan de bîne, dibêjin xwedê jê razî be û wî/ê baştirîn îlan dikin. Lê çawaniya vê şêwaza kurdewariyê jî girîng e.

Ji bo van kurdan jî dixwazim yek du tiştan bêjim. Bi sedê salan civaka cihû rastî her awayê kuştinan hat, di jenosîdan re derbas bû. Gelek komikên vê civakê di nav civakên din de xwe bi navên cuda veşartin. Lê bi zanebûn jiyan, dest ji bawerî, giyan û hizra xwe bernedan. Li benda derketina firsendekê man, kengê derfet dîtin xwe bi veşartî rêxistin kirin û nirxên cihûtiyê parastin. Di parastina heyîna cihûyan de rolek sereke lîstin. Hêvîdar im yên ez di vê bira kurdan de dibînim jî qet nebe wekî wan bin.

Kurdên xayîn kî ne? Di nav kurdan de beşa herî kêm be jî, ev bira kurdan beşek xeter û fêlbaze. Xwe xwediyê hemû kurd û Kurdistanê dibîne. Hemû rê û rêbazên mêtingeriyê, ziraviyên ticareta giyanî û hizrî baş dizanin. Bêhna bazarê baş digirin, li kîjan bazarê dê xwe bi çendê bifiroşin dizanin. Bo wê çav vekirîne, li gorî pîvan û rêgezên xwe jîr û jêhatî ne. Dibêjin welat, netew, al, ziman, çand û navê kurdîtiyê bi me dest pê kiriye. Van argomanan wekî şefekî pispor ê orkestrayekê bikar tînin. Wekî kurmê darê xwe berdidin nava hiş û giyanê civakê û bi navê kurdatiyê çi hebe dikojin, dimêjin; çi tişta di civaka me de nirx pê bêdayîn hebe wekî malê li dikana xwe stok dikin û bi hostayî difiroşin. Ticarên hest û hizran in; dizanin dê çi bifiroşin kê û li kîjan bazarê nirxa çî bi çendê ye. Carna bi navê parastina welat, welat difiroşin. Carna bi navê başiya gel, gel difiroşin. Li gel wan ti tişta neyê kirîn û firotin nîne. Rûmet û xîret jî li gorî biha tê guhertin. Ticarên baş in, kî zêdetir nirx pê bide malê wan li wê bazarê ye.  Ez hejmara vê birê ji xwendevanan re dihêlim.

Di çîrokên berê de, di destan û klamên me kurdan de gelek caran behsa şerên mezin ên navbera malbat û eşîran tên kirin. Bêguman, destan û çîrokên me ji van pêk nayên. Lê ya rast hinek çîrok tên gotin mirov îro jî ji xwe şerm dike. Mînak mirîşka yekî/ê ketiye nav bostanê yê din şeş mêr li ser hatine kuştin. Yekê metreyek zeviya yekê bi ser ya xwe ve berdaye, du eşîr bûne neyarên hev û bi salan ji hev kuştine. Li kolanê du zarokan şer kiriye, şer bûye şerê du malbat û babikan û xwîn rijiyaye. Wekî van bi sedan mînak hene.

Îro çar parçeyê welatê me hatiye dagirkirin. Her roj li ser gund, bajar, çiya, deşt û zozanên me bombe dibarin. Jin, zarok, pîr û kal, bêyî dijminên me ferq û cudahiyê bixin navbera me dikujin. Başe xwediyên zeviyê hûn li ku ne? Başe em netewek bawermendin, lê her roj tiştên haşayiyê li hemû baweriyan tinîn bi serê me tên. Beşek mezin ji civaka me ya bawermend bêdeng e. Her roj tecawizî axa me, rûmeta me, azadî û jiyana me, heta keç û jinên netewa me tê kirin. Başe em civakek ‘namûsperesti n’. Beşek girîng ji ‘namûsperestên’ me bêdeng in. Ka binêrin beşa ticarên ez behs dikim zevî nehiştin. Ne mirîşka cîranan, cihek dagirker neketînê nema bi alîkariya van. Ha mijara zarokan jî heye. Niha ji bo mezinkirina bazara xwe zarokên me bihev didin kuştin. Di destên wan de xwîna zarokên me heye. Baş e evqas tişt dibin hûn li ku ne? Çima dengê we dernakeve? Hûn çima nabêjin hevkariya neyaran nekin, dijmin neynin ser ax û welatê me, zarokên me ji bo berjewendiyên xwe bi hev nedin kuştin, rûmet û xîreta gelê me pêşkêşî bikirên xwe nekin, namûs û şerefa me nefiroşin bi pere? Xwediyên bêdengiyê, ev bêdengî we dixe kîjan bira kurdan?

Ha, di mijara deng de dixwazim behsa du dengên resen ên vê axê bikim. An ku dengê kurdên sax, ên bi şeref û rûmet. Dewleta tirk ji destpêka nîsanê ve li başûrê Kurdistanê seferek dagirkeriyê dest pê kiriye. Li hemû çiyayên başûrê Kurdistanê berxwedanek mezin tê jiyîn û dewleta tirk di encama vê berxwedanê de xetimiye, nikare pêş bikeve. Lê niha bi xwîna kurdan a bi destê kurdan dixwaze pêşiya vê xetimandin û têkçûna xwe veke. Di encama van hewlan de pênc pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Keça pêşmergeyek ku jiyana xwe ji dest dabû di Rûdaw Tv de pir aşkere got, “Ez bi şehîdbûna bavê xwe ne şanaz im û bavê xwe şehîd nabînim. Ez kurdên di şerê birakujiyê de tên kuştin şehîd nabînim. Em kes û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn li serkirdeyên siyaseta kurd ên şerê birakujiyê dixwazin naborin. Ev dengê gelek kesan e, lê wekî min bi wêrekî nikarin bêjin” û li dijî şerê navxweyî derket. Her wiha birayê pêşmergeyek din di heman kanalî de li ser pirsa pêşkêşvan a ‘hûn PKK’ê dijminê xwe dibînin an na’ ev bersiv da; “ Dê bersiva pirsa te dim. Bi xemgînî dibêjim îro dê welata Tirkiyê bi aramî binive. Ji ber ev şerê birakujiyê wan di navbera me de derxist û keyfa wan gelek hatiye bi vê.” Niha ji bo ‘çil milyon’ kurd dibêjim, ma peyvek din heye mirov li van gotinan zêde bike?