27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa Demokrasiyê dest pê kir

Konferansa Demokrasiyê ya ku armanca wan hevparkirina daxwaz û têkoşîna gelek aliyan e  û ev demeke dirêj e amadekariyên xwe di vê çarçoveyê de dike li Navenda Pêşandan û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş dest pê kir. Konferansa ku bi dirûşma ‘Nan, Azadî, Dadmendî’yê pêk tê bi tevlibûna derdora 200 pêkhateyên tê lidarxistin.

Di konferansê de kesên mîna Ahmet Turk, Canan Arin, Celal Firat, Îhsan Elîaçik, Genco Erkal, Melda Onur, Murathan Mungan, Nejla Kurul, Ozturk Turkdogan, Riza Tumen, Şebnem Korur Fîncanci, Tarik Ziya Ekîncî û Zulfû Lîvanelî banga lihevcivînê kiribûn.

Di eywana konferansê de pankartên ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’, ‘Ji bo gel û baweriyan hemwelatîbûna wekhev, siberojeke azad’, ‘Bila KHK betal bibin’, ‘Em hebûn, em hene, em ê hebin’, ‘Ne dewleta zilamekî dewleta hiqûqê’ hatibûn daliqandin.