26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê ji bo şerê Israîl û Filistînê dicive

Di nava 3 rojan de cara duyemîn e ku Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ji bo aloziya li Filistînê dicive. Îro civîneke nû ya Konseya Ewlekariyê li ser daxwaza  Tunus, Norwêc û Çînê pêk tê. Wekî tê zanîn di civîna beriya vê de civîn bêyî ku tu biryarê bide bidawî bû ji ber DYA’yê metina ku hatibû amadekirin îmze nekiribû.

Hişyariya şerê berfireh û giştî

Nûnerê NY’ê yê Rojhilata Navîn Tor Winsland hişyariyek kir û da xuyakirin ku şerê ji nû ve di navbera artêşa Israîl û Hemas a ku li Xezayê desthilatdar e, her ku diçe gur dibe û mestirsî heye ku veguhere şerekî giştî.

Winsland bang li herdu aliyan kir ku demlidest  ‘agirbestek were îlankirin’ û got ku rewş ber bi şerekî giştî de diçe û divê rayedarên hemû aliyan bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Ji aliyekî din ve berdevkê NY’ê Stéphane Dujarric da xuyakirin ku ew xemgîne ji ber qurbaniyan û bi taybetî jî ji ber di nava wan de zarok  hebûne û bang li aliyên şer kir ku demildest êrîşên xwe rawestînin.

Her wiha bang li hzêzên Filistînê kir ku bi xwînsarî tevbigerin, fûzeyên xwe li ser niştecihan rawestînin û dûrî bikaranîna tundiyê bikevin û got ku Neteweyên Yekbûyî hemû rengên tundiyê şermezar dike.

Yekitiya Ewropayê jî bang li aliyan kir ku rêzdariyê ji qanûnên navnetewî re bigirin û guh bidin rewşa mirovî ya li Xeza û Qudsê. Her wiha bang li hêzên ewlekariya Israîlê kir ku tundiya li dijî xwepêşandêran rawestîne.

Di encama berdewamkirina êrîşên artêşa Israîlê de heta niha 10 jê zarok bi giştî nêzî 50 kes hatin kuştin û derdora 100 kesî jî birîndar bûne.

Wezîrê parastinê yê Israîlê jî doh dabû xuyakirin ku di hedefa êrîşên wan ên ezmanî de rêveberên rêxistina Hemasê û cihên çêkirina çekan hene.

Her wiha hejmara israîliyên ku di encama fûzeyên hêzên Filistînê de birîndar bûne bû 31 kes, yek ji wan rewşa wî talûke ye.

Sedema destpêkirina aloziyê ew bû ku di 10 rojên dawî yên rojiyê de komeke filistînî xwe li Mescidî El Aqsa bicih kirine da ku pîrozbahiya yahûdiyan ya salvegera dagirkirina Qudsê ku di sala 1967’an de asteng bikin û di nava wan û polîsên Israîlê de pevçûnên dijwar berdewam dikin.