spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konseya Ewlekariyê xwedî li biryarên xwe dernakeve

Gelek caran dema ku behsa şer û aloziya li Sûriyeyê dibe, biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254’an tê bibîr xistin. Gelo ev biryar çi ye?

Biryara Konseya Ewlekariya Navnetewî  ya bi hejmara 2254 der barê çareseriya ealoziya Sûriyeyê de di kanûna sala 2015’an de ji alî her 15 nûnerên konseyê de bi giştî hatibû erêkirin.

Li gorî wê biryarê bang li hemû aliyên şer hate kirin ku êrîşên xwe yên li ser sivîlan bidin rawestandin û bang li hemû welatên endamê konseyê kir ku aliyên zextê li aliyên rejîm û muxalefetê bikin da ku dest bi diyalogê bikin û şer û pevçûnan demlidest rawestînin.  

Komên çete ên wekî DAIŞ û Nusra ji derveyî vê bangê hatin hiştin û daxwaza hevkariya li dijî wan hate kirin. Li gorî wê biryarê diviyabû Netewyên Yekbûyî aliyan di gulana 2016’an bîne ba hev û dest diyaloga di navbera aliyan de bihata kirin.

Lê di pratîkê de tiştekî wiha nebû û gelek caran ev biryar ji alî komên çekdar û bi taybetî yên girêdayî dewleta tirk hate binpêkirin û gelek şer û pevçûn dan destpêkirin û deverên nû dagir kirin. Şerê li hemberî sivîlan zêde kirin û mal û milkên wan talan kirin.

Tevî ewqas binpêkirinên ku hatin kirin û heta roja îro li gelek deverên dagirkirî bi rengekî rojane tên kirin lê tu helwestek ji alî Konseya Ewlekariyê ve nehate kirin.

Ji aliyekî din ve li gorê wê biryarê diviyabû ku piştî diyalogê û avakirina komisyonên lihevkirinê di navbera rejîm û muxalefetê de, dê hilbijartinên nû yên serokomariyê pêk bihatina lê tevî ku ew bi hevre negihan tu encamê rejîm niha dîsa dê hilbijartinan pêk bîne. Li gorî gelek aliyan ev hilbijartin ne rewa ne.  Her wiha ew li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê yên derbarê Sûriyeyê de ye.

Her wiha ji ber vê bêdengiyê em dikarim bêjin ku Konseya Ewlekariyê xwedî li biryarên xwe dernakeve û çi helwestek li hemberî binpêkirina biyrarên bi hejmara 2254 bê helwest û bê deng maye.