26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurd dişibin toriyan

Seyidxan Anter

Nasekî min, navê rûpela xwe “Tora rengîn” daniye. Ma ne jixwe, Tor bi petêx, hejîrên bejî, tirî û helîl, bero, belalûk û gelek fêkî û tehamên xwe yên din ve rengîn e. Her çiqas ger tu kaniyên serê Ava Sipî yên li newala Bûnisra deynî aliyekî, ji çend kaniyên derdora Kerboranê pê ve Tor herêmeke dêm e. Lê “bade” ya wê jî ji xewn û xeyalên dûr, kûr û rengîn re arîkar e. Di hunera mîmariya xwe de, ya bi kevirên şehkirî û şîrîneka şereb û dimsê a ji Marînê heta bi girê Mîra, ecêbmayî nemînin ku li cîhanê di radeya herî jor de ye.

Hewce nîne lê ez ê bêjim, Tor bi dengbêjên xwe bi nav û deng e. Belkî loma jî bi min, devoka kurdî ya herî kin, zelal, xweş û bi hêz ya li Torê ye! Ol, êl û ji neteweyên cuda xelk lê dijîn. Loma jî gotina kirîv li Torê, xwedî wateyeke cuda ye. Tor bi sosyolojiya xwe jî herêmeke rengîn a. Hinekan ji heyama kevin de, ji bo bacê nedin “Romê” keska xwe girêdane û koka xwe birine war û demên nenas. Hinekan hem ola xwe û hem jî neteweya xwe terk kirine û bûne sîlahşorê desthilatdaran. Lê piraniya toriyan ji bo serfiraziyê li hember bindestiyê serî hil dane û hil didin.

Her çiqas mijara me ne ev be jî, van rojan kurd dişibin toriyan. Kurdan gotiye: “ Xwedê me ji tacirên Helebê û pêxwasên Amedê biparêze!” Tacirên Helebê em ji dukandarên Qamişlo re dihêlin, lê pêxwasên me yên Amedê balkêş in.

Vêca destbirakê Apê Mûsa yê zindana Amedê, neviyê Elîkê Bettê, Bettê yê mizîzexî, bi gotina toriyan ev serhatî ji min re got. Yek kêm yek zêde wiha bû; rojekê yekî torî diçe Amedê. Wê li dikanê firaxin bikire. Xelitkê ji ber qayişa li pişta xwe vedike. Pereyan derdixe û pêxwasek xwe davêje pereyan û bazdide. Yê torî lê dinêre û dibêje: “Pek ev çi xurt a!”. Hîn wilo, pêxwaseke din îca li xwediyê xelitkê nêzîk dibe û li halê wî dipirse, pereyê mayî ji dest direvîne. Yê torî dibêje: “Pek ew ji yê din jî xurtir a!”

Vêca ev jî kurd in. Sûr çû , Kerkûk çû, kurdan got desthilatdar bi hêz û jêhatî ne.

Şengal çû kurdan got dagirker ji desthilatdaran jêhatîtir in. Îca ger li Kurdistanê warên din ên stratejîk ji destê kurdan derên dê kurd çi bêjin em nizanin, lê ji her kesî ve kambaxî roj bi roj zelaltir dibe, her wiha careserî.

Derman em dizanin û gotinên Ehmedê Xanî yên yekitiya kurdan li ser zimanê me hemûyan in. Ji yê kor pirsîne ka te çi divê? Kor gotiye, çav. Lê cardin kurdan gotiye: “Elametê nelêxistinê, rahiştina kevirê mezin e!”

Îro roj aramiya nav kurdan û lihevhatinên nav kurdan ku kes nikaribe li yê din bide, derman û mecalan ji yekitiya kurdan re peyda dike û rê li fitne û ficûran digire. Ma ne bes e ku êdî kes li me “bixwîne” û “niviştan” ji me re çêbikin?

Îca ev jî kurd in. Kerkûk çû, Şengal çû, gotina kurdan: “Xelk çi jêhatî ne.” Ger ev helwesta kurdan dom bike, dê hejmara jêhatiyan zêdetir bibe!