27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdan dikin qurban

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Navbera Tirkiye û Rûsyayê her ku diçe xirabtir dibe. Sedema vê jî pevçûnên li Idlibê û negirtina sozên hatine dayîn in. Dewleta tirk bi tu awayî naxwaze ev herêma stratejîk ji destê xwe berde. Ew jî dizane ku ger giraniya xwe li vê herêmê wenda bike, êdî ne gengaz e ku bikaribe hebûna xwe li vê herêmê bidomîne. Lewma pevçûnên li Idlibê ji bo Tirkiyeyê girîng in.

Lê her çiqas mijar Idlib be jî, di vir de ya girîng berjewendiyên dewletên mezin in, ango dewletên li ser herêmê planên wan hene. Ji ber vê yekê pevçûnên li Idlibê berdewam dikin, bazara li ser herêmê jî germ dikin.

Dewleta tirk baş dizane, ger li herêmê li dijî artêşa Sûriyeyê şer bike, di heman demê de ev tê wateya şerê li dijî artêşa Rûsyayê jî. Di vê rewşê de Enqere jî baş dizane ku wê bi tenê bimîne û ew ê nikaribe bersivê bide van hêzan. Lewma hemû hewildanên Enqereyê ew in ku di vê rewşa aloz de bêyî bi van hêzan re şer bike, pozîsyona xwe ya stratejîk biparêze û hewil bide tawîzan bi dest bixe.

Yek ji planên Enqereyê jî ew e ku li beramberî Idlibê, ji Rûsyayê destûra êrîşî herêmên kurdan werbigire. Ev mijar yek ji mijarên li Moskowê ye û tên nirxandin. Wisa diyar e ku şandeya tirk a çend roj berê hatibû Moskowê ev nêrîn derxistiye pêş. Yek ji mijarên hevdîtinê jî ev bûye. Di vê mijarê de rûs pir sar nêzîk dibin. Lê hebûna planekî bi vî rengî jî dijminatiya dewleta tirk bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Ger rûs û tirk di vê mijarê de li hev bikin wê demê pêwîst e komên çete ji herêmê derbikevin. Ev jî tê wateya ku dê herêma Idlibê têkeve bin serweriya hêzên rejîmê. Lê NATO bi tu awayî naxwaze herêma Idlibê bikeve bin serweriya rejîmê. Ev jî tê wateya ku dewleta tirk nikare bi serê xwe li ser herêmê plan ango tifaqan bi pêş bixîne.

Amerîka bi tu awayî naxwaze rejîma Esad hemû axa Sûriyeyê têxe bin kontrola xwe. Bi taybetî jî naxwaze herêmên stratejîk ên mîna Idlibê têkevin bin kontrola rejîmê. Ji ber vê yekê tê gotin, dibe ku rûs û tirk li ser Idlib û bakurê Sûriyeyê li hev bikin. Tirkiye ji Rûsyayê li beramberî Idlibê dixwaze li hin herêmên bakurê Sûriyeyê herêmên tampon çêbike. Lê li Rûsyayê li ser planên cuda jî nirxandinên dike. Li gor van nirxandinan tê gotin ku Amerîka û NATO naxwazin tirk Idlibê radestî Rûsya û rejîmê bike. Di vir de jî Amerîka û NATO li beramberî parastina Idlibê dibe ku destûrê bide da ku dewleta tirk êrîşî axa rojava bike. Yanî hem Rûsya û hem jî Amerîka ji bo berjewendiyên xwe kurdan dikin qurban.

Di nav van hêzan de hemû plan û bazarî tên nîqaşkirin. Ji bo Enqereyê dagirkirina herêmên kurdan pir girîng e û ji bo vê pêk bîne jî amade ye ku bi her kesî re rûnê.

Wisa diyar e ku di vê demê de Moskow bi awayekî hevseng nêzî kurd dibe. Lewma Rûsya dibe ku ji bo Idlibê li şûna herêmên kurdan li Lîbyayê tawîzan bide tirkan. Li beramberî vê jî dibe ku dewleta tirk komên çete yên herî radîkal derbasî Lîbyayê bike.

Dibe ku Erdogan bi tu awayî nêzî van peymana ango van planan nebe û bixwaze hem li Idlibê hem jî li bakurê Sûriyeyê serweriya xwe berdewam bike. Lê em ji bîr nekin ku di halê heyî de niha ji bo Erdogan a herî girîng jî li Idlibê pêşîgirtina artêşa Sûriyeyê ye. Ji bo vê pêşveçûna artêşê bide sekinandin jî amade ye ku tekiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xira bike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî hatina Erdogan a Ûkraynayê bû.

Em ji bîr nekin ku, di nav dewletên li ser axa Sûriyeyê siyasetê dikin de, ya herî bi hêz Rûsya ye. Ger Rûsya nexwaze ne rejîm ne jî hêzên dagirker nikarin tiştekî bikin. Di vir de rewşa kurdan cuda ye. Kurdan her tim di xeta sêyemîn de israr kir. Lewma ew tu caran nebûn şirîkê dagirkeran û xwe nekirin xulamên wan. Lewma wek bi geşedanên heyî diyar dibe ku ev pêvajo, pêvajoya man û nemanê ye, bi taybetî jî ji bo gelên xwediyên axa Sûriyeyê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê