Duşem, Mijdar 29, 2021

Kurdên cîhana dêrîn; hattî-hîtîtî 7

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

…Arnûwandayê 1’em  (B.Z. 1440 – 1420) derdikeve ser text. Keya Arnûwanda, kurê Keya Tûthaliya û Keybanû Nîkalmat e. Navê jina wî, Asmûnîkal e.
Keya Arnûwanda, navê xwe ji navê çiyayekî pîroz yê Kurdîstanê wergirtiye.
Li paytext Hatûşayê mohrek aydê Keya Arnûwanda û Keybanû Asmûnîkal hatiye dîtin. Li ser mohrê, hem nivîsên mîxî hem jî bi nivîsên hîyeroglîfî hatiye nivîsîn. Wergera li ser morê wiha ye:

“Mohra Tabarna Arnûwanda yê kurê keyayê gewre, Tûthaliya. Mohra Tavanana Asmûnîkal, Keybanûya Mezin, keça Keybanû Nîkalmatî ya Gewre û keça Tûthaliya.”
Hattûşîliyê 2’yem  (B.Z. 1420 – 1400) derdikeve ser text. Lê agahiyên heyî yên di der barê Keya Hattûşîliyê 2’yem de gelekî şêlû ye; tam nayê zanîn. Lewra di vê serdemê de navê mîrzayekî bi navê Tûthaliya jî derbas dibe. Lema jî baş nayê zanîn û meriv jê re serwext nabe. Ev tevlihevî dibe sedem ku lêkolîner di nava rêzenavê keyayan de, navê Tûthaliya, wekî Tûthaliya yê 2’yem dest pê dikin. Ger bala we jî kişandibe, di nava navên keyayan de, navê “Tûthaliya yê 1’em” nayê dîtin. Ev çewtî di hemû dokumentên dîrokî de wanî hatiye bikaranîn. Bi kurt û kurmancî Tûthaliyayê 1’em li holê tune ye, lê Tûthaliya yê 2’yem heye.
Tûthaliya yê 3’yem (B.Z. 1400 – 1381) derdikeve ser text. Keya Tûthaliya yê 3’yem di demajoya 19 salan de, êrîşê Kaşkayiyan berteref dike û xwe li ber xweş dike ku welatê Hîtîtistanê di nava ewlehiyê de dewrî ‘tûhkantî’ ango dûhatî yê xwe bike. Min di xeleka 5’an de anîbû ziman ku bi kurdiya hingê, ji dûhatî re digotin tûhkantî. Lê ev pêk nayê. Çima pêk nayê, sedemên xwe çi ne? Bersiv di nava benda jêr ya Şûppîlûlîûma de ye.

Împarator: Şûppîlûlîûma

Şûppîlûlîûmayê 1’em (B.Z. 1380 – 1346) derdikeve ser text. Wateya navê Şûppîlûlîûma, xwerû bi kurdî ye. Şûppî/Sipî/Pak, lûlî/lûlik/kanî, ûma/ya me; kanîya-me-ya-pak; Şûppîlûlîûma/Kanîyameyapak. Şûppîlûlîûma sê caran zewicî ye. Du heb jinên Şûppîlûlîûma, dotmîrên hûrrî ne. Navê yekê Hentî ye, navê ya din jî Dûdû-Xepa ye. Xepa, navê Serxwedawendê hûrrî-hîtîtiyan e. Xepa/Hepa ango Hewa; ango dayika me ya Hewa. Dûdû-Xepa, tê wateya kesa li dû Xepa. Ango em li gorî baweriya mislimanan formule bikin, tê wateya ‘qûla xepa’ Çawa navê ‘Evdilah’ tê wateya ‘qûlê xwedê’ Dûdû-Xepa jî tê wateya ‘qûla Xepa/Hepa/Hewa’ yê.
Jina Şûppîlûlîûma ya sêyem, babîlî ye. Lê navê wê nayê zanîn. Tenê navê wê wekî Tavanana ango Keybanû, derbas dibe.
Mîrza Şûppîlûlîûma berî bibe keya, ew fermandarekî pir zîrek bû. Tev li gelek şerên giran bûbû û di hemû şeran de bi ser dikeve. Mîrza Şûppîlûlîûma, hem serfermandarê bavê xwe bûye, hem jî şêwirmendê wî bûye.

Keya Tûthaliyayê 3’yem kal e, lê hîn jî li ser text e û nexweş e jî. Di vê hênê de, mîtannî ji hêla başûrrojihlat de diajon li ser hîtîtiyan. Ji hêla rojava de jî dewletên Arzewayê êrîşî ser wan dikin. Lê êrîşên herî xedar ji hêla Deryaya Reş de pêk tên. Qaşkayî, bi xezebeke mezin radidin li ser Hattûşayê û paytexta ku şan û şerefa hîtîtiyan bû, didin li ber pêta êr. Artêşa hîtîtiyan, pê re nagihêje ku êrîşên li her çar hêlan paş de dehf bidin. Axa di destê wan de, tevdekî wenda dikin. Ji bêgavî li welatê xwe yê berê, li Samûhayê vedigerin. Samûha, bajarekî kevn yê wê serdemê ye. Li nêzî bajarê Melîd/Meltê ya vê gavê ye. Herêma Meletiyê, ji ewila ewil de navendeke ji wan navendên girîng yên hûrriyan e. Piştî Paytexta hûrriyan Ûrkêşê, Girê Şêran yê li nêzî Meletiyê, weke paytexteke duyem ya hûrriyan tê dîtin (Ev rewş bi me dide piştrastkirin ku Hattî-Hîtît û Hûrrî, ji heman miletî ne. Hûn ê bibêjin çima? Gava karesatek tê serê miletekî, ew milet yekser xwe li xwediyê xwe digirin û xwe diavêjin tor û bextê xizmên xwe. Mînaka kîmyabarana Seddam û gelên me yên başûrê Kurdistanê, hîn jî li ber çavan zipî zindî ye)

Tê gotin ku Fîrewnê Misirê di nameyeke ji mutefîkekî xwe re şandiye de gotiye: “Li ber guhê min ket ku hîtîtî têk çûne; kevir li ser kevir nema ye.”
Tenê vê hevoka Fîrewnê Misirê, rewşa Hîtîtê li ber çavan radixist.Tam di vê hênê de, mîrza Şûppîlûlîûma yê zîrek dîsa derdikeve li ser dika dîrokê. Di destpêkê de Qaşkayiyan dide li ber xwe û wan dibin di Deryaya Reş de wer dikin. Paşê jî li van dewletên din vedigere. Tu dewlet xwe li ber xezeba bahoza mîrza Şûppîlûlîûma ranagirin. Sînorê hêla rojavayê Hîtîtistanê dibe digihîne heta welatê Dardaniyan û Tirowayê..
Keya Tûthaliya yê 3’yem li ber xirrîna mirinê, bi awayekî qet jê nayê hêvîkirin, textê xwe yê keyatiyê ji kurekî xwe yê din re dihêle. Mîrza Şûppîlûlîûma, vê biryara bavê xwe bi xwe nade xwarin. Mîrza Şûppîlûlîûma birayê xwe dikuje. Hasilîkelam zagona pêşiyan ya bi fermana Telîpînû hatibû ragihandin, tê binpêkirin û bi vî awayî Keya Şûppîlûlîûma derdikeve ser text.

Fermandar Şûppîlûlîûma, êdî dibe keyayekî kone û ew çend jî zîrek. Di vê hênê de bextê wî lê dixê; tifaqa di navbera Mîtannî û Misirê de jî hildiweşe. Li Misirê, dawî li baweriya yekxwedayî tê. Ew bawerîya dotmîra Mîtannî, keybanû Tadûxepa(Nefertîtî) li Misirê belav kiribû. Dotmîra Mîtannî Tadûxepa, di vê hênê de bi awayekî gumanbar dimire (hinek dibêjin li gel hevjînê xwe Amonhotep, navê xwe yê din Akhenaton, bi bêbextî tên kuştin). Piştre kurê hewîya Keybanû Tadûxepa yê bi navêTûtankamon û qîza wê Ankhesenamon bi hev re dizewicin. Lê Tûtankamon hîn zarok e û ew jî bi awayekî gumanbar dimire.
Ji binemala Fîrewnan wezîrekî bi navê Ay heye. Tê texmînkirin wezîr Ay, li gel fermandar Xurremhop û bi desteka keşîşên perestegehên Amon, derbeyeke leşkerî li dar dixîne. Lewra ev derdor, bawermendên tundirew yên kevneperestên baweriya Misira berê bûn. Ew tev li hemberî baweriya yekxwedayî ya ku dotmîra Mîtannî Tadûxepa xwestibû li tevahiya Misirê belav bike. Ev daxwaza Qîza Kurd a Mîtannî, pêk nehatibû. Heta dibe sersebebê kuştina wê, mêrê wê û tevahiya zarokên wê.

Bi hilweşandina desthilatdariya Fîrewn Amonhotepê 4’em û zeya wan dotmîr Tadûxepa re, Împeratorîya Mîtannî jî diheje. Di vê hênê de, keyayê Mîtannî, Tûşarzad(hin lêkolîner jêre dibêjin, Tûşartta) jî bi awayekî bêbext tê kuştin.
Asûrên heta hingê ku bi zorê ji hêla mîtanniyan ve hatibûn mutihkirin û mîtanniyan hevsarê wan xistibû destê xwe, roja wan jî hiltê. Jixwe asûrên xwînrij; asûrên neyarê mîtanniyan yên sondxwarî, li benda rojeke wanî bûn; wan ji mêj ve qîlên xwe ji zarokên mîtanniyan re li çerxê dixistin û tûj dikirin.

Bi gumaneke mezin, tiliya Asûran di vê bêbextiya kuştina Keya Tûşarzad/Tûşartta de hebûye. Ev asûrên mijara gotinê ew asûr in ku bi riya bazirganan, wan tevna sîxûriyê baş bi kar anîne. Beriya vê aloziya di navbera mîtanniyan de bi qasî sî sal berê, dîsa asûran teşkên xwe li hevxistibûn; baca xwe nedabûn mîtanniyên serwerê wan; bi vî awayî xwestibûn hefsarê xwe ji destê mîtanniyan derxînin. Hingê Keyayê Mîtannî, Tûşarzad bi xezebeke mezin diajo li ser bajarê Asûran. Lê rîsipî û porspiyên asûran, li derveyî bajêr tên pêşiya artêşa mîtanniyan û xwe diavêjin ber lingên wan, da ku wan efû bikin. Wekî her car dîsa Mîtannî (kurd) şaşiyek mezin dikin ku bi ûjdan tevdigerin; bi şerdê careke din li hemberî wan bêrêziya bacnedanê nekin, wan dibexşînin (Kurdên dilsaf yên bexşende, ev xisletê xwe yê dilpak(?) ji pêşiyên xwe wergirtine û qenciyên wan îlim bûye xerabî, li zar zêçên wan vegeriyane. Çi xebînet! Dilpakî, li bazara guran, berxikeke sêwî ya wendayî ye.)
Keya Şûppîlûlîûma, ji van geşedanên li welatê cîranên xwe re, serwext bûye. Bi lez û bez tevdigere; tavilê tifaqê bi welatê Hûrrî-Mîtannî û Amûrrû re datîne. Keça xwe li mîrzayê Mîtanî yê bi navê Kurdîwaza(hin lêkolîner jêre dibêjin, Şattîwaza an jî Matîwaza) kurê keya Tûşarzad/Tûşartta mahr dike û wî derdixîne ser textê keyatiya mîtanniyan.
Bêyî şer, bêyî pevçûn û sergêjî; ango bi lihevkirinê, sînorên di navbera xwe de radikin (bêguman ev tifaqa wan ne bi def û dîlan bûye; carcaran serê ço jî nîşanî hevûdu dane) Bi vî awayî welatê Hîtîtistanê dibe Împeratoriyeke dêwasa. Bi dehan mîregên bajardewlet digel welatê Hûrrî-Mîtannî û Lowîstanê, di bin sîwana Împeratoriya Hîtîtistanê de dicivin ser hev. Hîtîtistan jî êdî derbasî serdemeke geş ya bihişmet dibe.
Gotineke pêşiyan heye, dibêje: “Gava Xweda bide yekî, nabêje tu kurrê kê yî(bila dilê xwînerên jin nemîne: nabêje tu keça kê yî jî).”

Dem, payîza paşîn e. Keya Şûppîlûlîûma, xirecira di nava mîtanniyan de, hîna nû tepeser kiriye. Di vê navberê de, Keya Şûppîlûlîûma Qarqamîş xistiye dorpêçê, da ku vî bajarê stratejîk têxe bin fermandariya xwe. Tam di vê hênê de, qasidek ji hêla Misirê de tê. Navê qêsid Hanî ye. Qasid ji Keya Şûppîlûlîûma re temene dibe û nameyekê pêşkêşî wî dike. Name, ji hêla Keybanû Ankhesenamon a Misirê ve hatiye şandin. Tê de dinivîse:
“Mêrê min mir. Ez kordûnde(ocaxkor) me; kurê min tune ye. Tê gotin, yên te jî colek lawên te hene. Ger tu kurekî xwe ji min re bişînî, ew ê bibe mêrê min. Ez baweriya xwe bi xizmetkarekî xwe naynim, pêre re bizewicim û bikim mêrê xwe. Ez pir ditirsim.”
Keyayê gewre, li hemberî vê daxwaza keybanûya Misira bihişmet, matmayî dimîne. Çawa çêdibe ku bê şer û pevçûn, Misira pozbilind, li ser sêniya zêrîn ji Keya Şûppîlûlîûma re tê pêşkêşkirin? Li hemberî vê teklîfa ku di tu dewr û zemanan de, ne kesekî dîtiye ne jî bihîstiye, edetî devê Keya Şûppîlûlîûma dikeve tev. Keyayê min û we, lêdixe vedigere paytext Hattûşayê. Tavilê Civata Giregir û Rîsipiyên Meclisa Pankûyê dicivîne. Şêwr-mişêwra xwe dikin yek. Biryar didin, şêwirmendê bi navê Hattûşazîtî dişîne Misira xopan. Da ku hal û hewalê rastîn yên Misirê fam bike.
Qasid Hattûşazîtî, temî û şîretên Keya Şûppîlûlîûma û Rîsipiyên Cimeta Pankûyê dike guhar, bi guhê xwe ve dike û lê dixê berê xwe dide Keybanû Ankhesenemoma Misirî û xwarziya kurdên cîhana dêrîn yên Mîtannî…
(dê bidome)