Rojnameya Heftane

Kurdên dûr û dilên nêzîk

Di nav kurdên Xorasanê de û helbestên gelêrî de, helbesteke sê rêzîn (sêxiştî) heye ku dibêje;

Welatê me Erzirûm e

Bi giya û gul û tûm e

Heft salêm ez jê dûr bûme

Ma ev helbesta biçûk, bi naveroka xwe ya bilind, behsa çi dike?  Cudahî û dûrketineke dijwar û xembar û nîşana jan û êşên ketî dilê kurdên Xorasanê di destpêka koça wan a dîrokî ji dayika welêt (Kurdistan) ber bi Xorasanê ve.

Xorasan li ku ye?

Parêzgeha Xorasanê li bakurê rojhilatê Îranê ye. Di dîroka vî welatî de Xorasan xwediyê cihekî taybet û rolên girîng e. Piranîya serdar û rêveberên bihêz û helbestvan û nivîskarên navdar û bibandor li wir ji dayik bûne an jî jiyane. Her wisa hebûna mezarê Îmamê 8’an ê şî’e (Reza) li navenda Xorasanê (bajarê Meşhedê an Tûsa kevnar e), kesayeta vî welatî berbiçavtir kiriye.

Di welatekî wiha de, serhildan û şer û dijayet û tevkujî jî zêde bûne.

Ev rewş, hatiye domandin heta serdema Sefeviyan (1501-1722); paşayên ku bi eslê xwe kurd bûn, lê bi zimên tirk. Û vê dewleta şî’e, biryar da ku bo parastina tixûbên rojhilatê Îranê ji erîşên tirkman û ozbekan, bi hezaran malbatên kurd ên êlên zaxorî û şadî û hwd, koçberî Xorasanê bikin.

Ev yek pêk hat û bi vî awayî mertalekî zindî ji can û xwîn û çekên kurdan, bû çepera Îranê û bingeha parastina wî welatî. Helbet dûrxistina gelê kurd ji Kurdistanê û pêşîgirtina li yekbûn û serhildanên wan, mebesta yekem bû niha, ji vê serdema girîng a dîrokî, derdora 450 salî derbas dibe û kurd li Xorasanê bûne xwediyê hêz û hejmareke mezin. Lê, di vê navbera 450 salî de çi bi serê kurdên Xorasanê hatiye? Niha ew di çi rewşê de ne? Destkeftiyên wan çi bûne û çi ji dest dane?

Mirov dikare bi vegotin û bersivandina van pirsên girîng, dest bi şîrove û ravekirina rewşa îroyîn a kurdan li Xorasanê bike. Ez ê hewl bidim di hejmarên paşerojê ya rojnameya Xwebûnê de çîroka jan û êş û şahî û hêviyên kurdên Xorasanê ji we re bibêjim. Weşana Xwebûnê li gelê kurd ê serfiraz pîroz dikim û bi vê helbestê nivîsa xwe temam dikim:

Surr…

Û min pirs kir:

Surra ewqas kuştin û zordarî û bêrêzî û newekheviyê di cîhanê de çi ye?

Got; ev e ku mirov, bi qasî ku ji kujerê/a xwe hez dike, ji evîndarê/a xwe hez nake…

Hînga, li min nihêrî û bi halê kelogirî pirs kir:

Tu bibêjî, heger evîndareke/î hejar û kujereke/î hêzdar, di eynî demê de bang li te bikin bêjin, ‘were cem min’, tu yê berê xwe didî kîjanî?

Ez bêdeng mam û çavê min, li cihekî dûr, li pey bersiva xwe ya xembar   digeriya!