26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Manşeta Xwebûnê ya vê hefteyê; ‘Folklora me pişta me ye’

Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta; ‘Folklora me pişta me ye’ gihîşt xwendevanên xwe. Rojnameger Lezgîn Akdenîz bi nivîskar Bahoz Baran re der barê ziman û folklora kurdî hevpevyîn çêkiriye û rojnameyê ev hevpeyvîn wek manşet derxistiye pêş. Baran di hevpevyîna xwe de ji bo parastina zimanê kurdî hişyariyên girîng kiriye.

Vê hefteyê jî 4 nivîskar li rojnameyê zêde bûn. Navê nivîskarên nû yên rojnameyê ev in; Munevver Azîzoglu Bazan, Mehbûbe Sedaetmend, Berfîn Dîcle û Remezan Tunç.

Nivîskar Munevver Azîzoglu Bazan di nivîsa xwe ya sernavê ‘Porê delala min sor e’ de balkişandiye ser têkoşîna jinên por sor. Mehbûbe Seadetmend di nivîsa xwe ya ewil de têkildarî helbestvan û helbestên Xorasanê nivîsandiye. Berfîn Dîcle bi nivîsa xwe ya mîzahî ve rengînî daye rojnameyê. Her wiha Remezan Tunç jî bi sernavê ‘Şer û qeyranên aborî’ ve balkişandiye şerên demdirêj û qeyranên aborî.

Nivîskarên din ku vê hefteyê nivîsandine ev in; Şener Ozmen, Felemez Ulug, Sedat Ulugana. Di hejmara nû ya rojnameyê de nivîsên lêkolînî û serbest jî cih digirin. Aysel Tabak der barê sersala kurdan a 13’ê çileyê de nivîsandiye. Şêrgele jî bi sernavê ‘Her sal xwezî bi par’ nivîsandiye. Kenan Colemêrg têkildarî deng, xweza û çandê de nivîsandiye. Di rûpela kirmanckî de sernavê nivîsa Roşan Lezgîn wiha ye; ‘Ma xwu rê ciya bin!’. Nivîskar Mehmet Şahîn der barê kuştina Silêman Qasim, şerê navbera Îran û DYA’yê nûçe-analîz nivîsandiye.

Li aliyê vê hefteyê jî nûçeyên taybet di rojnameyê de cih digirin.