27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdî fêrî biyaniyan dike

Gulsuma Demîr, bi navê Kurdish (Kurmanji) Lessons, li ser hesabê medyaya civakî; twitter, înstagram, facebook, youtube û discordê zimanê kurdî fêrî kesên biyanî ku dixwazin hînî kurdî bibin, dike

Ji bilî başûr û rojavayê Kurdistanê, li parçeyên din ên Kurdistanê bi zimanê kurdî perwerde nayê dayîn. Ji ber vê sedemê piraniya kurdan, bi derfetên xwe hînî nivîsandina bi zimanê xwe bûne. Bi vî awayî jî bi salan bi rêya qursan fêr bûne. Lê di salên dawîn de kurd êdî ji înternetê jî sûd werdigirin. Bi rêya medyaya civakî polên dijîtal ava dikin û ferî zimanê xwe dibin.

Kesên ku bi rêya medyaya civakî zimanê kurdî ferî neteweyên din jî dikin hene. Yek ji van kesan jî Gulê ya ji Toristana Mêrdînê ye. Navê fermî yê Gulê Gulsuma Demîr e. Gulê,  li Zanîngeha Stembolê beşa zimannasiyê xelas kiriye. Niha li Russian State University for Humanitiesê li ser zimanê rusî dixebite. Di heman demê de jî bi projeyeke zimanê suryanî ya Midyadê re eleqedar e.

Gulê, bi navê Kurdish (Kurmanji) Lessons, li ser hesabê medyaya civakî; twitter, înstagram, facebook, youtube û discordê zimanê kurdî fêrî kesên biyanî ku dixwazin hînî kurdî bibin, dike. Ji bilî van hesabên medyaya civakî bi navê “kurdishlessons.com” malpereke wê jî heye. Ji ber ku kesên Gulê deng li wan dike biyanî ne, zimanê kurdî û îngilîzî bi kar tîne.

Detpêkirina dersan

Têkildarî van xebatên xwe Gulê, ji rojnameya me re axivî û qala xebatên xwe kir. Gulê, diyar kir ku di havîna sala 2017’an de fikra hînkirina kurdî bi îngilîzî pê re çêbûye û wiha got: “Wê çaxê zanîngeh li ber xelasbûnê bû, min Enstîtuya Stenbolê asta mamostetiyê jî xelas kiribû û min dixwest îngilîziya xwe pêş ve bibim. Lê min dixwest ê ku di mijara îngilîzî de alîkarîya min bike, bixwaze hînî kurdî bibe. Piştre min li ser înstagramê hesabek vekir û hêdî hêdî dest bi parvekirinên kurdî û îngilîzî kirin. Paşê min li ser facebookê kesek dît ku dixwest kurdî hîn bibe, ew jî zimannas derket. Bi xêra vî hevalî hatim Moskowê û dest bi dersdayîna kurdî kir. Xwendekarên min profesor, doçent û xwendekarên beşa zimanên semîtîk bûn. Di destpêkê de zehmet bû ji ber ku ders bi zimanê îngilîzî bû û hem xwendekar hemû zimannas bûn, carnan pirsên wisa ji min dikirin ku ez ecêbmayî dimam.”

Xwestina dagirtina valahiyê

Gulê, destnîşan kir ku ji bo şopînerên xwe PDF notên kurdî – îngilîzî amade dike û li ser youtubeyê jî herî kêm mehê du-sê vîdeo parve dike û wiha axivî: “ Vîdeo li ser zimanê kurmancî bi îngilîzî ne. Wekî din hesabê discordê jî, li wir nêzî 150 kes hene. Min ji bo kesên ku dixwazin bi kurdî bixebitin û bikaribin bi kurdan re biaxivin ev hesab vekir.”

Der barê sedema destpêkirina van dersan jî Gulê ev tişt got: “Kesên bi tirkî dizanin, li Bakûr û Tirkiyeyê, dikarin xwe hînî kurdî bikin, materyal hene, pirtûk hene, vîdeoyên li ser youtubeyê kêm jî bin hene. Lê ji bo biyaniyan tu tişt tune ye. Yanî heke biyaniyek bixwaze xwe hînî kurdî bike, ji bilî hin materyalên ji bo mijarê tu tişt tune ye. Min dixwest vê valahiyê dagirim û ji bo biyaniyan cihek hebe ku bikaribin pirsên xwe bipirsin, hin tiştên nû hîn bibin. Piştî amadekirina dersên youtubeyê, gelek peyamên xweş hatin. Dema mirov dibîne ku kesek peyveke kurdî hîn dibe, tenê hînkirina peyveke nû dibe motîveyek bo dersên nû.”

Rojava eleqeyê zêde kiriye

Gulê, têkildarî eleqeya ji bo dersên xwe jî axivî û wiha pêde çû: “Eleqeya dersan piştî vekirin û geşbûna hesabê twitterê pir zêde bû. Ya rastî bûyerên dawî yên li Rojava jî ev eleqe bi xwe re anî. Gelek rojnameger, akademîsyenên ku dixwazin li ser kurdan û kurdî bixebitin ji bo hînbûna zimanê kurdî ji min re peyaman dişînin. Ji bilî van ez dikarim bêjim di hefteyekê de du-sê caran ji welatên cuda cuda ji bo dersên kurdî peyam tên. Ji Misirê bigire heta Portekîzê, ji Belarûsyayê bigire heta Avusturyayê. Ez ji gelek kesan re materyalên hînbûna kurdî jî dişînim, min ji nêzî 400 kesan re pirtûk şandine.”

Xeyala vegera Kurdistanê

Gulê, anî ziman ku di pêşerojê de dixwaze vegere bakurê Kurdistanê û li wir enstîtuyeke zimanê kurdî veke û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir ji bo biyaniyan workshopên li ser zimanê kurdî çêbikim, paşê zarokan hînî xwendin û nivîsandina kurdî bikim. Ev jî xeyalên min in.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê