26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkeran ji ber nivîsa li ser dîwar li gundiyan xist

Leşkeran ji ber nivîseke li ser dîwar ê gundê Zorava yê Sûra Amedê, ciwanên gund kom kirin, li wan xist û gef li wan xwarin.

Dîwarê li gundê Zorava

Li navçeya Sûrê ya Amedê, duh leşkeran ji ber nivîsa “Em ji jiyanê wisa hez dikin ku dikarin ji bo wê bimirin” ya li ser dîwarekî, bi ser gundê Zorava de girtin. Di serdegirtina gund de leşkeran ciwanên gund li hev kom kirin. Leşkeran heqaret li ciwanan kirin û li ciwanekî dan. Leşkeran bi birîna ceyranê û avakirina qereqolê gef li gundiyên xwarin.

Leşkerên ku bi qasî 5-6 saetan zilmê li gundiyan kirin, piştre 10-12 ciwanan li dormîşê siwar kirin û bi xwe re birin. Hat hînbûn ku leşkeran ciwan bi xwe re birine heta navenda Amedê û careke din anîne gund û di tevahiya rê de heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine.

AMED