26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Baroya Şirnexê dersên kurdî

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê, bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin. Ders bi daxwaza parêzerên endamê baroyê li Ewyana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Şirnexê dest pê kirin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsîz, anî ziman ku gava ewilî dest bi kar kirine, pêşî pêdiviyên hevpîşeyên xwe tespît kirine. Dîlsîz, diyar kir ku di vê çarçoveyê de ewilî dest bi perwerdehiyên pîşeyî kirine û paşê li gor daxwaza parêzeran ji bo perwerdehiya kurdî doza perwerdekaran li Birca Belek kirine. Dîlsîz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê 20-25 milyon kurd hene, lê hê jî kurdî wekî “zimanekî nenas” tê dîtin û wiha got: “Piştî têkoşîneke zêde niha li edliyeyan dikarin bi kurdî parastinê bikin. Li herêmê parêzer hemû bi kurdî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re datînin. Ji bo parêzerek muwekîlê xwe baş nas bike, divê pêwendiya bi zimanî xurt be. Divê em baş bi zimanê xwe zanibin. Parêzerên hînî kurdî bibin, dê li dadgehan karibin mudaxileyî şaşiyên wergêr bikin.”

Ji mamosteyên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Bahattîn Robar jî, anî ziman ku perwerdehiya wan a kurdî bi beşdarbûna 24 parêzeran meheke didome. Robar, da zanîn ku ji asta yekê dest bi perwerdehiyê kirine û ewilî xwendin û nivîsandina bi kurdî fêr dikin û wiha got: “Daxwazeke bi vî rengî pir baş e. Heger parêzer, mamoste û tenduristkar û peywirdarên pîşeyên din karên xwe bi zimanê xwe bikin, dê karê xwe baştir bikin. Dê ev yek li xweşa civakê jî biçe. Em li bendê ne li herêmên din jî odeyên pîşeyî dest bi tiştekî wiha bikin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê