26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Behreynê ‘Civîna Manamayê’ berdewam dike

Lûtkeya Manamayê li Behreynê bi tevlêbûna 300 kesayetên siyasî û berpirsiyarên leşkerî ü diplomatên gelek welatan berdewam dike.  Civîn roja ku doh dest pê kir, dê 3 rojan berdewam bike.  Yek ji beşdarên vê civînê jî Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin e. Austin di civîna îro de axaftinek kir.

Lloyd Austin di axaftina xwe ya vê civînê de behsa rewşa Iraqê, tevgerên Îranê û bandora van tevgeran li ser rewşa Rojhilata Navîn axivî.  Austin di axaftina xwe de wiha got: “ DYA’yê bi hêz û bêgumanî berpirsiyariya ewlehiya Rojhilata Navîn digire ser xwe, Her wiha DYA ji bo rawestandina Îranê ji xwe re li hevkarên herêmî digere da ku bi hevre li dijî gefên Îranê ên li ser herêmê rawestin.”

Lloyd Austin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Pêwîra DYA’yê li Rojhilata Navîn pişgiriya dîplomasiyê ye, parastina berjewendiyên DYA’yê û hevalbendê wê ye û dijderketina li hember binpêkirina ye. “

Li ser rola DYA’yê ya li Rojhilata Navîn jî Austin wiha got: “ Em ê bi hevalbendên xwe re bixebitin da ku DAIŞ’ê êdî venegere Sûriye û Iraqê, em ê piştgiriyê bidin azadiya bazirganiya rêyên avî û em ê hewl bidin ku nakokiyên li herêmê çareser bikin û tekoşîna li dijî terorê xurt bikin. “

Austin der barê têkliyên bi sraîlê re jî wiha got: “Ez gelek tiştan ji vê herêmê hîn bûm, divê li herêmê karên hevbeş werin kirin, Li têkliyên Israîlê ên bi Behreyn, Îmaratên Erebî, Mexrib û welatên din re binêrin, vê yekê firsendên nû bi xwe re anîn, her wiha berpirsiyariyên hevbeş afirandin û derî li pêşiya pêşketin û pêşveçûnê vekir.”

Austin di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ li hemberî taluke û gefan kar û xebatên hevbeş û hevaheng pêwîste. Lewre jî dê hevkariya me ya bi hevalbendên me yên Rojhilata Navîn re bi xurtî berdewam bike“