26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tundiyê xweparastina jinan

 Li cîhanê pirsgirêka herî mezin tundiya li ser jinan a ku ji aliyê mêran ve tê kirine. Her roj li cîhanê ji 100’î 35 jin rastî tundiyê tên û 137 ji wan jî tên qetilkirin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav salekê de li cîhanê 87 hezar jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Ev tê vê manayê ku 87 hezar mêrên kujer bi gelemperî hene.

Jinên ku tên kuştin bi gelemberî bi destê hevjin, dergistî yan jî hevjînên xwe yên berê tên qetilkirin. Em navê jinên ku tên kuştin nas dikin. Wekî Ceren Ozdemîr, Emîne Bulut, Guldunya, Ozgecan Aslan, Eyşe Paşali, Îpek Er û hwd. bi hezaran jin hene. Li mixabin kes navê mêrên ku jinan qetilkirine nas nake. Faîl hertim mêr in li mixabin mer hertim di bûyeran de talî dimînin. Rola çalak ew in lê em di nava civatê ango çapemeniyê de zêdetir navê jinan derdikeve pêş. Kujer û tecawizkar mentalîteya xwe ji pergala desthilatdariya mêr distînin û xwe dispêrin qanûnên ku tu carî pêk nayên.

‘Tundiya nav malbatî’ li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pirsgirêka sereke ye. Malbat wek qada cemaweriyê nayê hesibandin, li gorî mentalîteyê qada taybet tê hesibandin. Ew qada taybetî veşariye û kes nikare bikeve nava qada taybet. Ji ber vê yekê gelek jin di nava ‘qada taybetî’ de tên qetilkirin an jî rastî gefa kuştinê tên. Li Tirkiyeyê di sala 2010’an de Eyşe Paşali ji aliyê hevjinê xwe ve hat kuştin. Eyşe Paşali gelek caran daxwaza parastinê ji dewletê kir lê mixabin dewleta mêr her tim bersiva neyînê da. Piştî cînayêta Eyşe Paşali, Wezîra Berpirsê Jin û Malbatê Selma Aliye Kavaf diyar kiribû ku li hemberî vê bûyerê tu pirsgirêk di qanûnan de tune ye, ev bûyer wek munferît nîşan dabû. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hezar jin ji ber qanûnên ku nayê cih û gotinên jinan esas nayê dîtin, tên qetilkirin. Bi navê pîrozkirina malbatî de jin li hemberî tundiyê bê çare dimînin.

Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di cotmeha sala 2021’an de 18 jin hatin qetilkirin. Ji van 11 jin ji aliyê hevjinên xwe ve, 3 jin ji aliyê dergistiyên xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê hevjinê xwe yê berê ve û jinek jî ji aliyê naskiriyê xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî raporên malperên heremî û giştî di meha cotmeh de 22 jin jî aliyê mêran ve hatin kuştin û 9 jin jî rastî tecawizê hatin.

Di mijdara 2021’an de 20 jin ji aliyê hevjinên xwe ve yan jî ji aliyê dergistiyên xwe ve hatin qetilkirin. Her wiha pitika 3 mehî Elîf Ada jî aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Navê jinên k udi meha mijdarê de hatin qetilkirin wiha ne: “Hurîye Şenturk, Azîze Gulmez, Başak Cengîz, Nursel Taşkin, Eyşegul Sert, Îlknur Gokay Tuncel, Şebnem Koker, Behiye Çakir ve Meltem Layiker Hanîfe Demîrcî, Neslîhan Batur, Gulsum Yariş, Selîme Pîşkîn, Nurdan Budak, Sanem Kafali, Sahra Gîzem Aksu, Meral Mas, Neslîhan Kaya, Sultan Karabulut û Şahînder Karakulak.”

Li Başûr tundiya li ser jinan zêde bûne

Li başûrê Kurdistanê jî jin ji ber desthilatdariya heyî rastî gelek zext û astengiyan tên. Ji ber van zextan gelek jin an dawî li jiyana xwe tînin an jî bi destê mêrekê ve têne qetilkirin.

Li gorî fermiyetê di navbera 2010 û 2020’î de 490 jin ji aliyê malbatên xwe ve yan jî aliyê naskiriyên xwe ve hatin kuştin û 612 bûyera xwekuştinê pêk hatin û 73 hezar û 15 kes jî serî li saziyên peywendîdar dan.

Rêvebira Têkoşina Li dijî li ser Jinan Kurda Omer di hevdîtina xwe ya televiyoneke Başûr de diyar kiribû ku di sala 2018’an de li hemberî jinan tundiya fîzîkî û zayendî zêde bûne. Li gorî îstatîstîka fermî jî 91 jin ji aliyê mêran ve yan hat kuştin yan jî xwe kuştine, 203 jin an xwe şewitandin an jî hatin şewitandin, 87 jin rastî êrîşa zayendî hatin, 7 hezar û 191 jin jî ji ber sedema tundiyê serî li saziyên peywendîdar dane.

Piştperdeya qetilkirina jinan

Li rojhilatê Kurdistanê jî li gorî rapora saziya Mafê Mirovan a Hengawê di nav salekê de 108 jin xwe kuştine. Li bajarê Sineyê 36, li Urmiyeyê 30, li Kirmanşah 25 û li Îlamê jî 17 jin xwe kuştine. 81 jin ji ber sedema pirsgireka malbatî, 10 jin ji ber sedema bêkar û xizaniyê, 4 jin ji ber zewicandina bi darê zorê, 3 jin ji ber sedema derûnî û 10 jin jî ji ber sedema nediyar xwe kuştine. Tê xuyakirin ku jin ji ber sedema pergala kapîtalîzm û nêrza de tê tunekirin. Jin ji ber nedîtina  reyeke çareseriyê xwe dikujin. Ji an li ser navê namûsê yan jî ji ber kevşopiya civakê xwe dikujin. Lê di piştperdeya van bûyeran de polîtîkayên dewleta mêr bi xwe heye.

Parastina cewherî

Di nava vê pergalê de jinên ku parastina xwe ya cewherî bikar tînin jî hene. Jin ji ber ku qanûna dewletê wan naparêze û ji bo bijîn têdikoşin. Berovajî qanûnê dewletê jinên xwe û hemû jinan diparêzin ceza dike. Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Çîlem Dogan, Şerîfe Demîr, Gulten Efeogulları, Melek Îpek, Nevîn Yildirim û hwd. mînakên vê rengî ne.

Gelek jinên wek Leyla Guven, Ayşe Gokkan ên ku li hemberî hişmendiya mêrperest derketin qadan û li ber xwe didin hene. Ji ber sekna van jinan dewlet mêr dixwaze di şexê wan de hemû jinan sûcdar nîşan bide. Ji ber vê yekê dewleta mêr ji jinên têkoşer ditirse û dixwaze jinan li girtîgehan asê bike.

Şerîfe ji ber ku xwe parast dewleta mêr 16 sal û 8 meh ceza lê birî û Çîlem Dogan 15 sal ceza xwar. Em dikarin mînakên bi vî rengî jî zêde bikin.

Dewlet jinan re dibêje ‘bimirin ger hûn nemirin hûn ê bikevin girtîgehan.’ Bi gotina Gulten Efeoglu ‘Ger ew nemiribûna ez ê bimiram’ û Melek Îpek jî wiha hevokên ku mêrê pêre zewicandibû anîbû ziman: “Tu biryara parastinê bistînî jî ez ê biçim qerekolê îfade bidim û ez ê werim berdan. Gava ku ez werim ez ê te û zarok jî bikujim.” Ev her du her mînak rastîyeke din jî nîşanîme da ku mentalîtaya erk (mêr) baweriya xwe ji dewletê distine.

Şopdarên Xwişkên Mîrabal

Jin di şert û mercen ne wekhev û bê edaletî de jiyaneke zehmet didomîne lê di nava vê zehmetî de têkoşîna jinan her tim berdewam e. Jin ji ber ku vê pergalê qabûl nakin tên kuştin, ji ber ku dengê xwe bilind dikin tên kuştin. Di herka dîrokê de her guhertin bi zehmet û  êş e. Lê guhertin azadiyê li mirovan dide hîskirin. Car carana terpilîn çê  bibe jî lê terpilîn ji rawestandinê her tim çêtir e. Dê jin birêxistinbûyîna xwe rêk û pêk rêya xwe bidomînin.

Di têkoşina jinan de tecrûbeyeke dîrokî heye. Çawa em 25’e Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê deyndarê Xwişkên Mîrabalan in ku li Komara Domînîkê li dijî dîktatorekî serî hildan, lê dewleta mêr her tim têkoşîna Xwişkên Mîrabalan xwest tune bike. Lê dewleta mêr dema nikaribe fikre jinan tune bike wê deme dixwaze ji aliyê fîzîkî ve jinan tune bike. Wekî Sakîne Cansiz, Xedîce Xedir, Hevrîn Xelef û hwd. Divê em jin xwedî li tecrûbeyên dîrokî yên beriya xwe derkevin û bigihînin nifşên piştî xwe.