26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê lûtkeya welatên cîran li dar dikeve

Tê payîn ku di dawiya vê mehê de lûtkeya welatên cîranê Iraqê li Bexdayê li dar bikeve. Hin nûçeyên der barê ku dê serok rejîma Sûriyeyê Beşar Esed jî tev li vê lûtkeyê bibe li ser hin dezgehên medyayê hatin belavkirin lê hikûmeta Iraqê ew nûçe wekî bê bingeh binav kir.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê da xuyakirin ku wan Beşar Esed venexwendiye vê lûtkeyê lê di hevdîtineke ku di navbera serokê heyeta Heşdî El Şabî û rejîma Esed de pêk hatiye,  serokê heyetê Falih El Feyad Esed vexwendiye lê ew bi rengekî fermî nehatiye vexwendin.

Di daxuyaniya hate aşkerakirin ku vexwendina vê lûtkeyê tenê bi rengekî fermî ji alî serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî ve tên kirin.  Heta niha Mustefa El Kazimî tenê vexwendin ji Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir, Îran, Urdun, Qeter, Kuweyt û Îmaratên Erebî re şandiye ji bo ku tev li vê lûtkeyê bibin.  Her wiha serokê Frasnayê Ammanuel Macron jî di hevdîtina xwe ya bi telefonê ya bi Kazimî re gotibû ku ew dê tev li vê lûtkeyê bibe.

Wekî tê zanîn Iraqê di qada pêşbirk û rikbiriyê de di navbera welatên herêmê de û bi taybetî di navbera Îran û Erebistana Siûdî de û nakokiyên van herdu welatan ji her alî ve bandoreke nebaş li ser Iraqê dike.

Hikûmeta Bexdayê dixwaze bi vê lûtkeyê têkliyên xwe bi welatên cîran re xweştir bike da ku projeyên avahîsaziyê di vî welatî de bikin û bi taybetî li deverên ku zirareke mezin di encama êrîşên DAIŞ’ê de dîtine.

Bê guman ev welatên ku dê tevli lûtkeyê bibin jî her yek ji wan dê hewl bide encamên lûtkeyê li gorî berjewendiyên  welatê  xwe bikar bîne.

Gelo di lûtkeyê de Mustefa Kazimî yê ku di dema serdana wî ya Şengalê de hate bombekirin û deng jê nehat dê di lûtkeyê de li hemberî operasyon û destwerdana axa Iraqê tiştekî ji rayedarên tirk re bêje an na?