26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Israîlê partiyên muxalefetê hikûmetê ava dikin

Serokê Israîlê Isaac Herzog bang li kongreyê kir ku civînekê lidar bixe da ku hikûmeta partiyên muxalefetê li ser li hev kirine were avakirin.  Dê hikûmeta nû bi serkêşiya Yair Lapid serokê partiya ‘Paşeroj heye’ were avakirin.

Yair Lapid imzeya 61 parlamenterên ku ji bo avakirina hikûmeteke nû piştgiriya wî dikin, radestî parlamentoyê kir.

Her wiha serokê koalisyona partiyên ereb Mensûr Abas jî da xuyakirin ku ew tevli vê koalisyonê dibin.  Wekî tê zanîn Mensûr Abas siyasetmedareke islamî ye ku girêdayî rêxistina Birayên Misilman (Ixwan Mislimîn) e.  Koalisyona li ser bingeha dijîtiya bi serokwezîrê Israîlê Benyamen Netenyahu hatiye avakirin di nava xwe de rastgirên herî tund û ereban jî vedihewîne. Armanca sereke ya vê koalisyonê sekna li dijî Netenyahu ye û dûrxistina wî ya ji serokwezîrtiyê ye.