26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê lîga jinan didome

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 29’ê hezîranê de dest bi yekemîn Lîga jinan ku ji 7 tîman pêk tên,kirin. Lîg di hefteya sêyemîn de li lîstgeha ‘Hevaltiya Kobanê û Nerwêcê’ didome. Maça ku di navbera tîma ‘Berxwedan’ û ‘Kedkaran’ de, bi 3 golên li hember 1’î tîma Berxwedan bi serket.
Endama Meclisa Werzîşê ya Desteya Ciwan ya Kantona Kobanê Medya Mihemed li ser xebatên xwe yên ku ev sê heftene dewam dikin, axivî û diyar kir ku hêviya me bi malbatan heye ku li pêşiya zarokên xwe nebin asteng.
Medya Mihemed di axaftina xwe de bang li jinên ciwan kir ku cihê xwe di nava qada werzîşê de bigirin û wiha got: “Ev cara yekemîn e ku xebateke bi vî rengî tê kirin. Di nava lîgê de heft tîman cihê xwe girtiye û di nava hefteyê de sê maç tên lîstin. Listikvan û temaşevanên maçê bi heyecaneke gelek mezin li qada lîstikê kom dibin. Maç di asteke baş de tên lîstin, lê hêviya me ji malbatan heye ku li pêşiya zarokên xwe nebin asteng. Em dizanin ku gelek jinên ciwan hene û dixwezin cihê xwe di nava vê werzîşê de bigrin. Lê mixabin hîna ev hişmendiya ku xebatên di vê çarçoveyê de ji bo jinan şerm dibînin, heye. Banga me ji tevahî jinên ciwan re heye ku xwedî li hezkirina xwe ya li hember werzîşê derkevin.”
Weke hat payîn dê di hefteya werê de tîma ‘Firat’ li hember ‘Wehde’, tîma ‘Perwerdeyê’ li hember ‘Berxwedan’ û tîma ‘Roşîn’ li hember ‘Kedkaran’ bilîzin.