4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê dîsa komên çekdar bi hev ketin

Li Lîbyayê di encama krîza di navbera aliyên siyasî de dîsa di navbera 2 komên çekdar de şer dest pê kir. Li gorî agahiyên malpera El Hedes, Di 22’yê nîsana 2022’an de li paytexta Lîbya Terablusê di navbera komeke çekdar a girêdayî serokê hikûmetê Abdulhemîd Dubeybe û komeke din a çekdar de derketiye.

Ev şer û pevçûn bi hatina lîderê (Koma Lîbyayê ya Şervan) Abdulhekîm Beşlhah re dest pê kir. Ev koma çekdar a Abdulhekîm Belhah di nava lîsteya komên terorîst de cih digire û ji beriya 5 salan de Belhah ji Lîbyayê derketibû û li Tirkiye û Qaterê dima.

Belhah di demeke wiha de vegeriya Lîbayayê ku nakokiya siyasî di navbera aliyên hikûmeta Fethî Başaga ku ji alî parlamentoya Lîbayayê ve hatibû peywîrdakirin û aliyê hikûmeta demî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeybe de dijwar bûbû.

Lewre vegera Belhah ya Lîbayayê di nava gelê Lîbayayê de bi gelek şêweyan tê şîrovekirin û metirsiya wan heye ku tevli hikûmeta demî ya Dubeybe bibe û çekdarên xwe jî vegerîne Lîbyayê.