26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava lêvegera siyasî ava dibe

Piştî xebateke dûvedirêj û gelek civînan, ji bo yekrêzî û avakirina înisiyatîfeke ku wekî lêvegera kurdên Rojava were damezrandin, xebat gihan encamekê û lihevkirin di vî warî de di navbera partiyên di bin sîwana ENKS û yên di bin sîwana PYNK’ê de pêk hat.

Li pey vê lihevkirina di navbera ENKS û PYNK’ê de hat ragihandin ku bêyî tevlêbûna du partiyên kurd pêk hat ji gelek aliyan nerazîbûn çêbûn. Lidervehiştina partiya Pêşverû û Yekîtî ji vê hevgirtinê di nav raya giştî de rastî nerazîbûnan hat.

Der barê mijarê de fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ku xwedî roleke sereke bû di avakirina vê lêvegera siyasî ya kurd de, da zanîn ku înisiyatîfa wan a ji bo yekitiya kurdan li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e û got; “Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin.” Ebdî têkildarî diyalogên kurdî-kurdî, li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsek belav kir û tê de bal kişand ser vê mijarê û got: “Înîsiyatîfa me ya yekitiya kurdî, li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tev li pêvajoya nû bikin. Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên der barê vê yekê de ne di cihê de ne.”

Li gorî vê lihevkirinê; ji sedî 40 ENKS, ji sedî 40 PYNK û ji sedî 20 jî ji partiyên derveyî her du aliyan tev li lêvegerê bibin, ku ji wê rêjeyê aliyên derve ji sedî 10 ji aliyê ENKS’ê û ji sedî 10 jî ji aliyê PYNK’ê ve bên destnîşankirin.

Girîngiya vê yekrêziyê ew e ku dê kurdên Rojava êdî bi vê lêvegera xwe, xwedî yek helwestê bin di hemû mijarên dê paşeroja Sûriyeyê destnîşan bikin. Êdî dê bi rihetî tu hêz nikaribe ji nakokiyên di navbera aliyên kurd de sûdê werbigire.

Hêjayî gotinê ye ku di qonaxa destpêkê ya lihevkirina di navbera van her du aliyan de Amerîkayê jî piştgiriya xwe dabû xuyakirin û balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyeyê der barê rêkeftina ENKS û PYNK’ê de daxuyanîyek bi zimanê kurdî belav kiribû. Di daxuyaniyê de wiha hatibû ragihandin:  “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vê lihevkirina pêşîn weke pêngavek girîng a dîrokî ber bi lihevkirinên mezintir û hevkarîya pratîk pêşwazî dike.”  Her wiha di berdewamiya vê daxuyaniyê de wiha hati gotin: “Ev lihevkirin sembola yekem pêngava girîng a koordînasyoneke sîyasî ya mezintir di navbera kurdên Sûriyeyê de ye bi piştgirîya Amerîkayê. Her wiha dê bibe alîkar ji bo çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyeyê di bin biryara 2254’an a Netewên Yekbûyî (NY) de, da ku hevalbendiya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên dijberî rejîma Esed bike.”

Her wiha nûnerê taybet ê DYA’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey, piştgiriya xwe ji bo vê lihevkirina kurdan destnîşan kir û got ku kurd beşek ji muxalefeta Sûriyeyê ne û divê pirsgirêka Sûriyeyê li gorî madeya 2254’an a konseya ewlekariyê were çarserkirin, pergaleke demokratîk were avakirn, Sûriyeyeke demokratîk were avakirin û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bigihîn mafê xwe.

Lêveger ji 40 kesan pêk tê

Endama komîteya dan û standinan a şandeya PYNK`ê Sema Bekdaş diyar kir ku di civînên berê de Peymana Dihokê esas dihat girtin û got: “Destpêkê me lêvegera kurdî nîqaş kir.”

Sema di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku her du aliyan li ser hejmara endamên Lêvegera Bilind a Kurd li hev kiriye ku 40 kes bin, jê 16 ji PYNK’ê, 16 ji ENKS û 8 endamên mayî jî PYNK û ENKS her yek 4 kesan diyar dikin, bi şertê ku ne ji sazî û partiyên girêdayî PYNK û ENKS`ê bin.

Her wiha Sema gotegotên hinek dezgehên çapemeniyê ku îdia dikirin ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê li derveyî lêvegerê ne, derewandin û got: “Ev mijar nehat nîqaşkirin. Berovajiyê wê, em dixwazin hemû tev li dan û standinan bibin. Ji ber ku dûrxistina her partiyek an jî hêzekê li derveyî yekitiya niştimanî, dê yekitiyê kêm bihêle. Derî li ber hemûyan vekirî ye.”

Di heman demê de, Sema Bekdaş gotegotên têkildarî avakirina lêvegerê derewandin û wiha got: “Lêveger hîna ava nebûye û nîqaş li ser wê berdewam in. Dema nîqaşên girêdayî mijarên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bi dawî bûn û her du aliyan li hev kir, wê demê lêveger dê zelal bibe.”