Tuesday, October 26, 2021

Li ser sînorên Îran û Azerbaycanê çi diqewime?

Kurdistan Lezgiyeva

Azerbaycan û Îranê ji nişka ve xwe li ber pevçûna çekdarî dîtin. Generalên îranî rasterast cîranê xwe yê bakur bi êrîşê tehdît dikin û siyasetmedarên Tehranê bi aşkera daxwaza vegerandina erdên Transqafkasyayê bo Îranê dikin ku demekê ya Împaratoriya Faris bû. Her du welatan li nêzî sînor dest bi tetbîqatên leşkerî kirin. Xetereya şer a di navbera her du welatan de pirsên ‘Kî jê sûd werdigire? Çiqas îhtîmal e? û Di vê rewşê de divê Moskova çi bike?’ bi xwe re derdixe holê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdûllahiyan bi hevkarê xwe yê Rûsyayê Sergey Lavrov re li Moskovayê hevdîtin kir. Di konferanseke hevbeş de Abdûllahiyan got ku ew ji rewşa li Qefqasyayê bi fikar in. Fikarên me yên li ser Qafqasyaya Başûr hene. Em ê tehemulê gotinên mezin ên cîranê xwe û hewildanên jinûvexêzkirina nexşeya jeopolîtîkî ya li Qafkasyayê nekin” Abdullahiyan aşkera kir ku mebesta wî Tirkiye ye. Li gorî wezîr, Tehran jî bi giranî  ‘Ji hebûna terorîst û siyonîstan ên li vê herêmê’ nerazî ye.

Wekî din wezîr got “Tehran manevrayên hevpar ên provokatîf ên ku ji hêla Azerbaycan û Tirkiyeyê ve li nêzî sînorê Îranê têne meşandin dişopîne.

Piştî tetbîqatên mezin ên Azerbaycan-Tirkiye ‘biratiya bêdawî’, ku di 21’ê îlonê de li Naxçivanê dest pê kir, aloziya li herêmê zêde bû, li hemberî vê yekê Îranê leşkerên xwe kişand ser sînor û dest bi manevrayên xwe yên bi vî rengî kir. Her wiha Îranê amadebûna xwe ji bo şer, bi manevrayên heft teyareyên bêpilot ên êrîşker a Shahed-191 ya li nêzîkî sînorên Azerbaycanê nîşan da.

Di heman demê de Washingtonê jî deng veda û diyar kir ku dibe di mehên pêş de êrîşek li dijî Îranê bê kirin û navendên nukleerê yên Komara Îslamî bike hedef.

Bi îhtimaleke mezin Îran dê çekan bide Ermenistanê, ku dê li kêleka wê tev li şer bibe. Tirkiye jî yekser dê aliyê Azerbaycanê bigire. Rûsya jî bikeve nav pevçûnê. Ji ber ku niha nobedarên rûs li ser sînorên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de ne.

Lê belê, ji bo niha em tenê dikarin qala “zextê” bikin. Îran tenê dixwaze pisporên Israîlî ji Azerbaycanê werin derxistin, yên ku alîkariya Bakûyê kirin ku bi Ermenistanê re şer bike ango “azeriyên Azerbaycanê hînî rêbazên şerê nûjen kirin.

Em bînin bîra xwe ku di van demên dawîn de Tehranê bi rêk û pêk gef li Bakuyê dixwar. Bi vî awayî, cîgirê Serokkomarê Îranê Ahmadi Biges got: “Eger Enqere û Baku vê tevgerê bidomînin em ê Qerebax û Naxçiwan bi axa bav û kalan, yanî bi Îranê ve girê bidin.” Her wiha Endamê Komisyona Parlemanê li ser Ewlehiya Neteweyî Mehmûd Ehmedî Begaş hişyarî da û got; “Eger serpêhatiya tirk berdewam bike û Komara Azerbaycanê bi awayekî nearam tevbigere, Nexçiwan û Qerebax dê vegerin parzemîna xwe Îranê.”

Doktorê Zanistên Leşkerî Konstantin Sivkov bawer dike ku xetereya pevçûnek di navbera Îran û girêdana Tirkiye-Azerbaycanê de pir gengaz e. Sivkov bi bîr dixe, piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, derdorên serdest ên Îranê bi rêk û pêk herêmên Azerbaycanê bi bîr tînin, ku li gorî peymana aştiyê ya Turkmançay (Peymana Turkmançay peymanek aştiyê ya di navbera Împeratoriya rûs û pers de ye ku şerê rûs-fars yê 1826-1828 bi dawî anî) di navbera Împeratoriya rûs û faris de, di bin hukmê Rûsyayê de bû. Wê demê Azerbaycana niha tune bû. Her wiha niha Împeratoriya rûs jî tune ye. Ji ber vê yekê, Tehran bawer dike ku peymanê hêza xwe wenda kiriye, ev tê vê wateyê ku herêma Nexçiwan û tevahiya Azerbaycana Başûr dîsa ya Îranê ye.

K.Sivkov her wiha bi bîr xist ku li Îranê  ji Azerbaycanê zêdetir Azerî dijîn. Ji ber vê yekê, Tehran piştrast e ku mafê wê yê van axan heye.

Îran ji xurtbûna bandora Tirkiyeyê li Kafkasya Başûr nerazîye. Ji ber vê yekê ev cara yekemîn e tetbîqatan li ser sînorê Sovyeta berê dike ku ji hilweşîna Sovyetê pê ve çênebûye. Wekî ku tê çavdêrkirin, di nav axa Ermenîstanê de li ser sînorê bi Îranê re, “Korîdora Zangezur” dê di demek nêzîk de xuya bibe ku tê de kargo û bar jî biçin û ew ê pozîsyona tirkan li Kafkasyayê bêhtir xurt bike. Ango, Baku jî dê bi Nexçiwanê re bibe yek,  Tirkiye jî dê xwe bigihîne Deryaya Kaspi û komarên Asyaya Navîn ku jixwe li wir tirkîaxêv in û dê ji wî re ne zehmet be. Yanî xeyala wî a Turana Mezin bê afirandin. Turan a Mezin ne ji hêla aborî û ne jî ji hêla siyasî ve ji Îranê re ne sûdmend e.

Demekê, hema hema tevahiya Qafqasya ya Farisan bû û encama şerê Qerabaxê yê dawîn derxistina Îranê ji Kafkasya Başûr bû. Komara Îslamî di wê baweriyê de ye ku êdî destûr nayê dayîn ku di pirsgirêkên herêmê de bibe xwedi mafên çareserî.

Lavrov got ku wî bi Abdollahiyan re li ser îhtîmala çêkirina formata “3 + 3” bi beşdariya Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Îran, Rûsya û Tirkiyeyê gotûbêj kiriye. Ev format bi zelalî ne hat eşkere kirin.

Îran di pêşvebirina xwe ya nukleerî de ew qas pêşketî ye ku niha tenê çend meh maye ku di vî warî de vebûnekê pêk bîne. Yanî ûranyûma têr û dewlemendkirî ji bo bombeya nukleerî ye.

Azerbaycan her ku diçe ji şîîtiyê ber bi tirkan ve diçe ango di navbera dîn û netewbûnê de tercîhekê dike. Ji ber vê yekê, fars neçar in ku ji azeriyên Îranê re bijardeyekê bidin. An ew ê ji bo tirkan ji aliyekî ve bibin hindikahiyeke bindest. Ji i ber ku azerî li ser mijarên dînî xwedan bandoreke xurt e, dikarin li Azerbaycanê  bibin xwedî bandor. Bi vî awayî dê şer ji serfiraziyê veguhere rizgariyê. Lê heger fars bi Talîbanê re dosttir bibin, wê hingê cîhana faris dê bi cîhana tirkan re rû bi rû bimîne û nayê zanîn ka dê kî bi ser bikeve.