3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê hefteya rewşenbirî û çandî dest pê kir

Li Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê bi vekirina pêşangeheke pirtûkan hefteya rewşenbirî û çandî bi şîara, ‘Paytexta rewşenbirî xweşikbûna pêşand dide’ dest pê kir.

Li Silêmaniyê salane ji bo pêşxistina rewşenbirî û çanda kurdî di meha adarê de, hefteya rewşenbirî û çandî ya Silêmaniyê bi gelek çalakiyan çandî û rewşenbirî tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê hefteya rewşenbirî û çandî dest pê kir.

Wezîrê Rewşenbiriyê, waliyê Silêmaniyê, hejmarek zêde ya rewşenbîr û wêjevan tevlî pêşangehê bûn. 25 weşanxane û pirtûkxane tevlî pêşangehê bûne. Her wiha bi hezaran pirtûk tên pêşandan.

Di hefteya çandî û rewşenbîrî de, çalakiyên weke pêşandana pirtûkan, şano, huner, mûzîk, pêşandan berhemên xwemalî, vekirina pêşangehên hunerî û çalakiyên zarokan pêk tên.

Wezîrê Rewşenbîrî Heme Mihemed Seîd ragihand ku ji bo çalakiyên rewşenbîrî ti pere nehatiye veqetandin.

SILÊMANÎ