26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê dengdanê dest pê kir

Îro li Sûriyeyê bi taybetî li deverên di bin kontrola rejîma Beşar Esed de ne, dengdana ji bo hilbijartinên serokomariyê dest pê kirin. Ev hilbijartin di nava bertekên navxweyî û navneteweyî de pêk tên. Îro serê sibehê navendên hilbijartinê deriyên xwe ji bo hilbijêran vekirin.  Di nava van 10 salên şerê li Sûriyeyê de ev hilbijartinên duyemîn in û tê payîn ku li gorî encamên vê hilbijartinê Beşar Esed 7 salên din jî erka serokatiyê berdewam bike.

Ev hilbjartin di demeke wisa de dibin ku van salên şer li pey xwe gelek pirsgirêkên mezin hiştine. Di warê aborî û binesaziyê de ev welat gelekî lewaz bûye, di encama şer û pevçûnan de 388 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî nîvê welatiyên Sûriyeyê ye koçber bûye.

Der barê mijarê de Wezîrên Karên Derve yên DYA, Fransa, Almanya, Ingilîstan û Îtalyayê bi daxuyaniyeke hevbeş ev hilbijartin şermezar kirin û wekî ne rewa destnîşan kirin.  Di vê daxuyaniya hevbeş de wiha hatiye gotin: “ Em dixwazin bidin xuyakirin ku hilbijartinên serokatiyê yên di 26 gulanê de pêk tên ne azad û ne jî paqij in. Em dengê xwe tev li dengê kesên ku ev hilbijartin şermezarkirin, dikin. Ji ber ku ew hilbijartin ne rewa ne”.

Daxuyaniya ku bal kişand ser hewldanên Beşar Esed û wiha berdewam kir: “Em bang li hemû civata navnetewî dikin ku vê hewldanê Esed a ‘rewakirina rejîma xwe’  nas nekin. Di demekê de ku hîna jî ev rejîm binpêkirinên mezin dike di warê mafê mirovan de nabe ku kes rê li ber rewabûna wê rejîmê veke”.

Bi rengekî şeklî be jî 2 kesên din jî tev li vê pêşbirka hilbijartinan kirine. Yek ji wan Abdulah Selûm Abdulah e ku berê peywira cîgiriya wezîrtiyê kiriye. Yê din jî Mehmûd Ahmed Merî ye ku serokê partiyeke biçûk a ji alî dewletê ve ruxsetkirî ye. Ev kes jî tu bandora wî di siyaseta Sûriyeyê de tune ye.

Wekî tê zanîn hilbijartin dê li herêmên di bin kontrola rejîmê de ne, pêk were anku li kêmî ji sesiyan yek ji erda  Sûriyeyê.  Beriya çend rojan Meclisa Sûriye ya Demokratîk jî bi daxuyaniyekê aşkera kiribû ku dê herêma wan tev li van hilbijartinan nebe û deriyê xwe yên bi rejîmê re girtibûn da ku sindoqên hilbijartinan li wir neyên danîn.

Bi giştî wêneyê ku tê xuyakirin ev e: Esed alîgirên xwe li ser pişta şûnwar û kavilên welatî kom kirine û di nava atmosfereke şêlû de hewl dide ku rewabûnekê bi dest bixe. Jixwe tu caran ew bi rengekî rewa nehatiye ser wî kursîyî da ku vê carê hatina wî rewa be.