Sunday, September 19, 2021

Li welatê me kevneşopiyeke tahmxweş: Kulîçe

Bêrîvan Karatorak

Li Kurdistanê jiyan bi alîkarî û parvekirinê geş dibe, xweş dibe.
We wê bêhnê girt? Ber bi tenûrê ve herin… teqez hûn ê rastî teştekê kulîçeyan werin. Piştî we bêhna wî baş kişande nava xwe, niha ji wan destên pîroz yên tenûrvan kulîçeyekê bigirin û ber bi rêya xwe ve herin…
Li tevahiya cîhanê hin guherîn çêbibin jî kurdistanî zû bi zû dev ji çand û kevneşopiyên xwe bernadin. Bi taybetî jî di rojên girîng an jî di cejnan de bi kelecanekê dest bi nîşandana kevneşopiyên xwe dikin. Çêkirina kulîçeyan jî yek ji wan kevneşopiyan e ku kurdistanî di her rojên xwe yên taybet de vê kevneşopiyê bi bîra welatiyan dixin. Rengên welat vê carê berê xwe dide çêkirina kulîçeyan û girîngiya wan a di çanda kurdan de.
Li tevahiya Kurdistanê kulîçe tên çêkirin, lê herî zêde li herêmên Nîsêbîn, Mêrdîn, Cizîr, Êlih û Şirnexê di tenûran de kulîçe têne çêkirin. Di serdemên berê de wekî her welatekî Kurdistan jî di nav tunebûnekê de bûye. Ji ber vê yekê kulîçeyên şêrîn bi piranî wekî şêrînayiyeke cejnan dihate çêkirin. Her çiqas di roja me de rewş guherîbe û cureyên şêraniyan zêde bûbin jî welatî kevneşopiya xwe ji bîr nakin û dev ji çêkirina kulîçeyên di tenûran de bernadin.

Amadekariya bi şîr û şekir

Welatî di saetên nîvrokî de dest bi amadekirina tiştên ku dikevin nav hevîrê kulîçeyan dikin. Jinên kedkar teşta xwe datînin ser cilikekê û hêdî hêdî dest bi bêjingkirina arvanên xwe dikin.
Arvan û tiştên ku dikevin nav hevîr li gor tenûrekê tên amadekirin. Ji ber vê yekê her kes dikare li gor mezinahiya tenûra xwe hevîrê xwe zêde an jî kêm çêbike.
Piştî bêjandina ar yek bi yek tiştên din dikevin navê. Ji bo kulîçe xweş çêbibin ji dêvla avê hevîr bi şîr tê strandin. Her wiha ji bo şekirê dikeve nava hevîr zûtir bihele şekir pêşî di nava şîr de tê helandin.
Wexta ku hevîr piçekî nerm bû, êdî dor bi dor tiştên din jî dikevin nava hevîr. Ji bo deh kîlo ar, bi qasî du qedehan rûn û bi qasî du lître jî şîr tê bikaranîn.
Çar hêkên ku hatine şikandin tev li hevîr dibin û pey re jî kuncî, hevîrtirş û karbonat dikeve nava hevîr. Tişta ku tamê dide kulîçeyan bihareteke taybet e ku ji çend cure biharatan pêk tê.
Piştî ku hemû tişt tev li hevîr bûn, hevîr baş tê strandin. Herî dawî jî cilikekê bi hevîr de dikin û du saetan li benda tirşbûna hevîr dimînin.

Civata li nav hewşê

Di saetên ber êvarkî de wexta hewa hinekî hênik dibe êdî amadekariyên çêkirina kulîçeyan jî dest pê dikin. Jinên cîran li hev kom dibin û alîkariya hev dikin. Amûrên şêwedayîna hevîr amade dikin. Li devê deriyê xwe rûdinin û teşta hevîr datînin ber xwe.
Jinên çariksipî merşên xwe li ber deriyê xwe radixin û di ber civateke germ re alîkariya hev dikin. Kesek ji wan hevîrî dike girik, kesek jî girikên hevîr wekî qursikan vedike. Ya herî dawiyê jî li ser qursikên hevîr bi saya kevçî, kêr û çetelan şiklan çêdike. Şiklên hinekan xet xetî ye, yên hinekan bi çetelan qulqulî dibin. Yên hinekan jî wekî motîfên peqleweyê çêdibin. Yên ku bi kevçiyan tên şekildayîn jî wekî nîvgiloverên di nav hev de xuya dibin. Ev qursik piştî şekildayînê li ser sifreyekê tên rêzkirin.
Çêkirina kulîçeyan ji bo welatiyan her çiqas wekî karekî rojane jî be, ji aliyê hevkariyê ve wekî mîhrîcanekê ye. Hemû jin digihin hev, hem alîkariya hev dikin, hem jî bi hev re rojeke xweş derbas dikin.

Vaye dema tenûrê ye

Berî ku şekildayîna hevîr xelas bibe jinek ji wan radibe da ku agirê tenûrê dade. Roj giran giran dimeşe. Agirê tenûrê gur dibe, gazî zarokên taxê dike, nêzîk e ku tameke xweş amade bibe.
Agir hêdî hêdî kêm dibe, bi tirafên agir tenûr disincire. Hinekî li bendê dimînin ku hevîr di nava agirê har de nehele û bi sincirandineke baş her deverên kulîçeyan baş sor bibin.

Niha dora pijandina kulîçeyan e…

Sifreya qursikên hevîr tînin ber tenûra ku sar bûye. Jina ku wê qursikan bi tenûrê ve vede paçikekî bi destê xwe ve girê dide da ku destên wê ji agir neşewite. Berî ku qursikan bi tenûrê ve bike pêşî zerika hêkê, kuncî û reşreşkan li ser rûye kulîçeyan dixin ku hem baştir sor bibin hem jî tama wan xweştir bibe.
Jineke kedkar yek bi yek qursikên xwe ji aliyê jêr ber bi aliyê jor ê tenûrê ve dizeliqîne. Di dawiyê de serê tenûrê bi sêlikekê tê girtin. Sêlika li ser tenûrê dihêle ku tenûr zû sar nebe û bi wê germahiyê kulîçe baştir sor bibin.
Di çêkirina kulîçeyan de pêvajoya herî zehmet pêvedana qursikên hevîr e. Ji ber ku rasterast xwe bi ser agir ve ditewînin herareta wan pir zêde dibe. Lê li gel vê zehmetiyê jî jinên Kurdistanê dev ji tama xweş a ku ji tenûrê tê, bernadin.
Piştî bîst deqeyan hilmek difûre ji tenûrê. Bêhneke xweş li hemû derdorê belav dibe. Bêhneke ku welatiyan kêfxweş dike û welatiyên ku li dûrî welat jî bi hesret dike. Bêhneke ku yekser tenûran dixe bîra mirov û tenûrên welat tîne ber çavan.

Vaye kulîçeyên me pijîyan. Êdî dema derxistina ji tenûrê ye…

Kulîçeyên ku sor bûne yek bi yek ji tenûrê tên derxistin û li ser sifreyekê rêz dibin. Tama destên kedkar û tenûrên welat wê êdî li malên hemû cîranan belav bibe. Jinên ku li pey kevneşopiya pêşiyên xwe ne, bi dilxweşiyekê kulîçeyên xwe li zarokan û li malan belav dikin.
Bi çêkirina kulîçeyan rojên taybet ên Kurdistanê wateyeke din li xwe bar dikin û dibin wekî şahiya kevneşopiyekê. Kurdistanî hem bi tameke newaze zikê xwe têr dikin, hem jî xêreke wan digihîje derdorê. Kulîçeyên tamxweş bi vî awayî dibin xaleke girîng a civakbûnê û dibin rengekî welat ê ku hemû derdoran digihîne hev.