Friday, October 22, 2021

Lijneya Jinan encamnameya konferansê aşkere kir: Hevserokatî xeta sor e

Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratik a HDP’ê, di 25’ê îlonê de bi dirûşma “Dema parastina rêveberiyên xweser a bi azadiya jinê û hilweşandina rejîma qeyûman e” konferans pêk anîn. Lijneya Jinan encamnameya konferansê eşkere kir. Lijneyê di encamaneyê de diyar kir ku dê bi pêşengiya jinê jiyaneke wekhev ava bikin û tecrîdê bişkînin.

Encamname wiha ye:

“Di 25’ê îlona 2021’ê de, Konferansa Jinê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku bi dirûşma “Dema parastina rêveberiyên xweser a bi azadiya jinê û hilweşandina rejîma qeyûman e” hat lidarxistin di şexsê Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê hat qetilkirin de diyarî hemû rêhevalên me yên jin ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, hat kirin. Di konferansê de hemû xebatên me hatin nirxandin, xeta têkoşîna me ya serdema nû hat nirxandin û careke din hat diyarkirin ku di pergala rêveberiya herêmî de ger temsiliyeta jinan tune be pêşketineke demokratîk dê pêk neyê. Dîsa hat diyarkirin ku rêya herî girîng a li hember êrişên li ser gelê me û destkeftiyên me, mezinkirina têkoşîna azadiya jinan e. Di vê wateyê de, em ê li dijî pergala mêrê serwer ê  zayendperest, mîlîtarîst, dijminê kurd û jinan li her derê pergala xwe ya azadixwaziya jinan bi rêxistin bikin. Em ê bi mîrateya ku me ji paşerojê girtiye, ji nû ve û li şûna xweavakirinê di pêşengiya jinê de pêk bînin!

Li hember polîtîkayên desthilatdariya mêrê serwer ku li tu qadeke jiyanê tehemula dîtina jinan nake, me got “em li her derê ne”. Li dijî êrîşên Peymana Stenbolê ku ewlehiya jiyana me ye, me bi hev re li qadan û meydanan têkoşîn meşand.

Pergala me ya hevserokatiyê ji hemû cîhanê re bû model

Li şaredariyên ku me bi dest xistin, me rêgezên xwe yên hevserokatî û nunertiya wekhev xist meriyetê. Di tevahiya mekanîzmayên me yên rêveberiyê de, bi avakirina koordinasyonên me yên jinan re, me gotina xwe di her mekanîzmayê de bi cih kir. Me navendên jinan, stargehên jinan vekir. Li hember tundiya li ser jinan em tev bi hev re têkoşiyan. Me li hember rejîma mêr a ku jinan ji qadên rayagiştî dûr dixe, li qadên hilberînê mêran bi cih dike, me li hilberîna li şûna xwe esas girt. Me got “em di hilberînê de hene” û me koperatîfên jinan û qadên îstîhdamê yên jinan vekir.

 Hevserokatî xeta me ya mor e!

Li dijî siyaseta mêr me tu carî dev ji gotina ‘hevserokatî xeta me ya mor e’ berneda. Me ew kesên ku xwestin pergala me krîmînalîze bikin û hewl dan wekî sûc tev li dosyayên dozan bikin, di eywanên dadgehan de darizandin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya hevpar bersiva herî xurt bidin kesên ku pergala me ya hevserokatiyê hedef nîşan dan û qeyûm tayînê îradeya jinan kirin.

Me li dijî qeyûman rêveberiya herêmî ya xwe dispêre azadiya jinan xist meriyete. Herî dawî stendina xelata şaredariya herî baş a seroka Şaredariya Reqqayê Leyla Mustafa mînaka herî şênber a vê yekê ye. Ev xelat a hemû jinan e ku li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û ji bo parastina avakirina jiyaneke nû têkoşiyan. Di vê çarçoveyê de em jinên ku li Rojava û Şengalê pêşengtiyê ji jiyaneke nû re dikin, silav dikin. Bi heman rengî em têkoşîna jinên Afganistanê ku li dijî her cureyên êrîşên rêxistina mêr a Talîbanê xwe bi rêxistin kirin û têdikoşin, silav dikin û hestên xwe yên piştgiriyê ji wan re dişînin.

Dîsa em dibêjin têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar ku ev zêdetirîn 200 roj in li ber Edliyeya Rihayê dide domandin, têkoşîna me ye.

Herî dawî em silavên xwe dişînin hevşaredarên jin ên girtî û em soza domandina têkoşînê dikin ku heta digihêjin azadiya xwe.

Rejîma qeyûman darbeyeke zayendperestî ye!

Me li dijî qeyûman ku destkeftî û têkoşîna jinan dikirin hedef, pergala xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, berdewam kir û xist meriyetê.

Me têkoşîna xwe mezin kir

Me li dijî pergala qeyûman ku navendên jinan girtin, mêr tayînê miduriyetên jinan kirin, stargehên jinan girtin û mekanîzmaya ku jin serlêdan bikin nehiştin, têkoşîna xwe mezin kir. Em bi gotina ‘ji bo me rêveberiya herêmî tenê avahiyên şaredariyan nîn in’ di serî de hevserokên me bi hemû jinên hatibûn hilbijartin, li qadan û meydanan bi gotina em dest ji destkeftî û mafên xwe bernadin, têkoşîna xwe mezin kir. Me bi hişmendiya ku bingeha siyaseta giştî rêveberiyên herêmî ye, derketin rê û pêkanîna polîtîkaya xwe ya rêveberiya herêmî ku xwe dispêre azadiya jinan, esas girtin. Li dijî polîtîkayên ku xwezaya me talan dike, qadên xwe yên jiyanê parast û me avakirina jiyaneke ekolojik parçeyê herî girîng a xebatên xwe yên rêveberiya herêmî dît. Ji bo avakirina qadên jiyanê ku jin tê de bijîn, me herêmên pîlot û bajarên jinan diyar kir. Piştî vê pêvajoyê em soza mezinkirina rêxistinbûn û hêza xwe, bi hev re avakirina bajar, tax û qadên jiyanê ya bi rengê jinan, didin. Em careke din diyar dikin; ne qeyûmên nîşaneyên îktîdarê ne ku têkoşîna jinan hedef digirin û jinan li derveyî mekanîzmaya rêveberiyê dihêlin dê têkoşîna yekpare û rêxistinbûna jinan bi ser bikeve. Em ê rejîma qeyûmê zayendperest hilweşînin û bi hev re jiyaneke nû ava bikin.

 Rejîma qeyûm, rejîma înkara siyaseta jinan û siyaseta kurd e

Qeyûmên ku bi destê îtîfaqa mêrane ya AKP-MHP’ê ya ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijminantiya jinan û kurdan dide meşandin, li aliyekî destkeftiyên jinan û kurdan tune dike, li aliyê din jî li bajaran tabelayên pirzimanî radikin. Parkên jinan digirin. Qadên civakî digirin. Bi vê yekê dixwazin civakê bê hafiza bihêlin.

Rejîma  qeyûm a ku li Kurdistanê pêş dixin, mirov nikare ji polîtîkayên tecrîda ku li ser hemû civakê ferz dikin û kûr dikin serbixwe bifikire. Hemû girêdayî polîtikayên tecrîdê ne. Em pir baş dizanin ku li dijî êrîşên di serî de li hemberî jinên kurd û hemû jinan, jinên ciwan û polîtikaşên şerê taybet pêwist e em bêtir têbikoşin û pêwist e em bêtir bi hêz tev bigerin. Ji her demê bêtir pêdiviya me bi têkoşînek bi hêz heye. Îro bi sedan rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didin, li girtîgehan dîl hatine girtin. Li girtîgehan bi hemû cureyên binpêkirina mafan û polîtîkayên tecrîdê re rû bi rû dimînin. Em li vir carek din tînin ziman ku em ê rê û rêbazên şikandina polîtîkayên tecrîda ku îro li girtîgehan dest pê kiriye û li ser hemû civakê belav bûye bi hev re pêş bixin. Em ê bi hev re polîtîkayên tecrîdê bişkînin. Em ê jiyana hevpar bi hev re di pêşengiya têkoşîna jinê de pêş bixin. Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê her tim aştiyê biparêzin û parastina aştiyê bidomînin. Siyaseta xeta me ya sêyemîn dê bibe paradîgmaya me ya azadîparêz a jinan a esasî!

Em baş dizanin ku têkoşîna me dê pêş bixe

Siyaseta xeta sêyemîn a li dijî rejîma yekperest ku bi rengên xwe, bi baweriyên xwe, bi çanda xwe dibe alternatifa jiyana hevpar, em di milê jinan de wekî bingeha civaka demokratîk dibînin û pênase dikin. Em baş dizanin ku xet û rêya avakirina siyaseta nû di vê siyaseta xeta Sêyemîn re derbas dibe.

Siyaseta xeta Sêyemîn ji bo me di avakirina îtîfaqa hevpar a jinan û mezinkirina têkoşîna li dijî rejîma qeyûm, polîtîkayên tecrîdê û pergala mêrê serdest re derbas dibe. Di vê wateyê de sedsala nû êş û jana guhertin û avakirina jiyana nû dijî. Ev sedsala, di nava xwe de têkoşîna hebûna jinan a derketina ser dikê îlan dike. Têkoşîna hebûna xwe ya derxistina ser dikê dide. Dem hatiye ku em destkeftiyên xwe ji dest bernedin. Dem hatiye ku em hemû rejîmên di rêveberiya herêmî û xweser de hewl dide me dîl bigire, xera bikin. Di vê wateyê de em baş dizanin ku pêşxistina demokrasiyê û parastina wekheviya zayendparêziya civakî, di têkoşîna jinan re derbas dibe. Em baş dizanin ku têkoşîna me dê pêş bixe.

Jin dê li dijî feraseta şaş li qadan bin

Em bi rêya vê konferansa xwe bang li hemû jinan dikin: Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, êrîşên li dijî jinan û destkeftiyên jinan, di heman demê de li dijî me jî pêk hatiye. Em hemû jinan dawet dikin û dixwazin li dijî newekheviya zayendparêziya civakî têbikoşin. Em dixwazin li dijî feraseta zayendperest jiyana demokratîk, azadîparêziya jinê, demokratik, ekolojik ava bikin. Em dizanin ku ji Rojava heta Şengalê û ji Polonyayê Şîllî, Arjantin û Afganistanê jin dê li dijî feraseta şaş li qadan bin. Em dizanin ku li Tirkiyeyê tevgera jinan jî û jinên feminîst jî dê bibin dengên jinan û bêtir dengên jinan belav bikin. Wekî Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Beyrûtê pêk hat, li dijî vê pergalê gotiye fermo kerem bikin.

Di encamê de em kongreya xwe di şexsê Deniz Poyraz de diyarî hemû jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin dikin. Em hevrêyên xwe yên jin ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Me soz daye wan ku em van xeyalên wan pêk bînin. “