26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tendirustî kirine qada rantê’

Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken  pergala tendirustiyê ya li Tirkiyeyê û şewba Covîd-19’yê nirxand û diyar kir ku rayedarên dewletê pergala tendirustiyê kirine qada rantê û baweriya gel bi dewletê nemaye

Ji bo hemû zindiyan tendirustî li pêş her tiştî ye. Heke tendirustî nebe, li wir êş û jan heye. Xweşî û nexweşî nîşaneya tendirustiyê ye. Bi giranî nexweşiyên ku dertên holê ji ber hişmendiya serdest û desthilatdaran e. Ji bo rant û sermayeyê bi xwezaya her nebat, xurek û zindewaran dilîzin. Ev yek jî rê li ber nexweşiyan vedike. Li welatekî pergala parastina tendirustiyê tune be yan jî lawaz be li wî welatî tendirustiya civakê di xetereyê de ye. Bi taybetî piştî derketina şewba Covîd-19 a ku li Çînê derket û li tevahiya cîhanê belav bû girîngiya tendirustiyê careke din derket holê. Heta niha li cîhanê nêzî 4 milyon û 750’î hezar mirovî ji ber vê şewbê mirin. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên Wezareta Tendirustiyê nêzî 63 hezar welatî mirin. Lê fikra hevpar a giştî hejmara miriyan zêdetirî van daneyan e.  Tirkiye û welatên cîhanê di têkoşîna li dijî vê virûsê de rast nêzîk nebûne û tendirustî kirine qada rantê. Têkildarî mijarê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken  pergala tendirustiyê ya li Tirkiyeyê û şewba Covîd-19’yê ji bernameya Podcesta Xwebûnê re nirxand. Guldîken destnîşan kir ku pergala tendirustiyê ji bo rantê bi kar tînin û got ku baweriya gel bi dewletê nayê.

Di rewşa heyî de pergala tendirustiyê ya Tirkiyeyê ji bo civakê çi qasî kêrhatî ye?

Li Tirkiyeyê tu tişt kêrî civakê nayê. Em nikarin bibêjin pergala tendirustiyê kêrî civakê tê. Hemû kar û barên desthilatiya AKP’yê 19 sal in li ser rantê ye. Her tim pergala tendirustiyê kirine qada rantê. Mînak niha nexweşxaneyên bajaran çêdikin ên mezin. Di demên dawî de li Amedê jî nexweşxaneya bajar xistine îhaleyê. Bi wî pereyî herî kêm dikarin 4 nexweşxaneyên din çêbikin. Ji bo rantê van nexweşxaneyên bajar çêdikin. Bi mutahîdan re li hev dikin û van nexweşxaneyan çêdikin. Li gorî lihevkirinê eger doşekên nexweşan vala biminîn jî dê heqê wan doşekên vala ji budçeya xezîneyê bê dayîn. Mînak mutehîdên ku rê û balafirgehan çêdikin, ji wan re dibêjin dê salane ewqas rêwî herin û werin. Ji bo nexweşxaneyan jî heman rêbazê diceribînin. Li ser pereyên gel, baca gel rantê dikin. Ji ber vê em dikarin bibêjin ku tu tiştekî wan rast naçe. Pergala tendirustiyê rast naçe û kêrî civakê nayê. Ev pergal zirarê dide civakê. Di salên borî de me li Amedê anketek çê kir. Nifûsa Amedê milyon û 400 hezar kes bûn, lê yên di salekê de çûbûn nexweşxaneyê ji wê nifusê zêdetir bûn. Ev ne mumkun e.

Ji bo pergala tendirustiyê xizmeteke baş bide civakê divê çi qas serbixwe be?

Bi rastî ev pirsekeke jiyanî ye. Heke li welatekî pergala tendirustiyê ne serbixwe be, ew pirsgirêk e. 2 sal in hemû dinyayê dît ku virûseke biçûk her tişt ser û bin kir. Hemû sînor û hişmendiya serbixwebûnê serobino kir. Mînak yê ku derziya vîrûsê dît îro desthilatdar ew e. Yên ku derzî di destê wan de tune bin ew bindest in. Tirkiye pir pesnê xwe dide, lê çima du sal in derziyek çênekiriye. Him xwe, him civaka xwe û him jî cihanê dixapîne. Bi awayekî rast û zelal gavan naavêjin. Ji ber vê jî em nikarin bibêjin Tirkiye serbixwe ye. Ku welatek di aliyê tendirustiyê de serbixwe be wê demê dikare bibêje ez welatekî serbixwe me.

Ji destpêka pandemiyê heta niha bi milyonan mirov mirin. Tirkiye jî nekarî bergiriya vê vîrûsê bigire. Sedema vê çi ye?

Her tişt li ser rantê ye. Di destpêkê de gotin ‘Em ê derziyê ji Çînê bigirin. Di navbera me de şîrket tune ye. Wekî dewlet em ê herin ji dewletê bigrin.’ Paşê derket holê ku di navberê de şîrket hene û ranteke pir mezin heye. Piştre gotin ‘em ê ji Almanyayê bigirin.’ Ê baş e çima di destpêkê de ji Almanyayê negirt? Ji ber ku ranta wê zêdetir e. Dîsa ev du sal in dibêjin êm ê derziya xwe bi xwe hilberînin. Lê du sal in tiştek bi ser hev nexistine. Hêj jî çavê wan li destê xelkê ne. Hêj bi pereyan distînin. Ev pere yên kê ne? Yên gel in. Ya din jî xwestin çîrokeke serkeftinê ya têkoşîna li dijî covîdê binivîsin. Lê tê bîra me tevan. Sala par nekarîbûn 5 maskeyan belav bikin. Dîsa her kes dizane ku rêjaya rojana ya kesên bi covîdê ketine û yên mirin ne rast e. Rastiyê vedişêrin. Kesên ku li nexweşxaneyê radizên dihesibînin. Lê yên ku li mala xwe vê nexweşiyê derbas dikin hesab nakin.  Çend meh berê hejmara kesên di rojekê de mirin li dora 90’î bû lê wê rojê tene li Amedê 15 kes miribûn. 15 kes li Amedê miribûn. Lê gotin 3 kes mirine. Rojên borî tenê li Amedê 25 kes mirin. Lê gotin 10 kes mirine. Her tim civakê dixapînin.  

Çima van hejmaran vedişêrin û civakê dixapînin?

Ji ber ku carekê derew kirine, divê vê derewê heta dawiyê berdewam bikin. Ew jî dizanin ku wekî partiya siyasî hatine dawiya emrê xwe. Dizanin ku derewan nekin dê nikaribin careke din bibin desthilatdar. Nelirêtiya wan di qada tendirustiyê de jî wiha ye.

Di vê rewşa pandemiyê de tendirustîvan çi qas ketin bandora şewbê? Bi çi re rû bi rû man. Heta niha çiqas tendirustîvan mirin?

Ji Adara 2020’î heta niha nêzî 450 tendirustîvan bi Covîdê mirin. Zêdetirî 250 hezer tendirustîvan jî bi Covîd-19’yê ketin. Ji serê sala 2021’ê heta niha ji ber ku tendirustîvan derzî bûn, mirin kêm bû. Ev aşkere dike ku bandora derziyê heye. Şert û mercên xwebatkarên tendirustiyê berê nebaş bû. Lê niha xerabtir bûye.

Eger li welatên Ewropayê serê bijîşkekî 200 nexweş hebin, li Tirkiyeyê serê bijîşkekî nêzî 1000 nexweş hene. Eger li Ewropayê serê hemşîreyekê 500 nexweş hebin, li Tirkiyeyê nêzî 4-5 hezar nexweş hene. Ji ber vê yekê divê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyeyê herî kêm 100 hezar tendirustvanî bigirin kar.

Demekê mafê destûra betlana me ji destê me girtin. Gotin hûn nikarin derkevin betlanê. Piştî destûra betlanê dan. li Tirkiyeyê bi hezaran xizmetkarên tendirustiyê dest ji kar berdan. Me carekê li Amedê anketek çêkir. Ji sedî 90’î gotin derfet hebe dê biçin karekî din bikin. Mirov ji vî karî sar kirine.

Bandora derziyê li ser civakê çiye? Çima baweriya civakê ji derziyan nayê?

Di destên me de çend dane hene. Ji sedî 50 kesên ji ber şewbê li nexweşxaneyan in, kesên qet derzî nebûn in. Ji sedî 35 kesên li nexweşxaneyan kesên ku carekê derzî bûne. Kesên hemû derzî li xwe xistin jî şewbê li malê derbas dikin. Tesîra derziyê pir zêde ye. Heta niha bi awayekî zelal tesîra vê derziyê ji civakê re nehatiye gotin. Dîsa di salên 90’î de derziya sorikan hebû. Hinek derzî ên xirab bûn. Hinekan jî doza duyemîn li xwe nexistin. Li tevahiya cihanî nêzî 4 milyar doz derzî hat belavkirin. Lê hêjî nexweşî heye. Ji ber vê yekê civak bi fikar e. Me gel hişyar û agahdar kir. Ev tê çi wateyê? Baweriya gel bi dewletê nayê. Eger odeya bijîşkan di nav lijneyê de cihê xwe bigire dê kêmasiyan rexne bike. Dê tiştê şaş bîne ziman. Ji ber wê odeyên bijîşkan nexistin nav xebatan.

 Sedema zextên li ser xizmetkarên tendirustiyê çi ye. Çima li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê herî kêm 24 kesan îstifa kir?

Xebatkarên tendirustiyê êdî naxwazin di van şertan de kar bikin. 4 psîkiyatrîstan dev ji kar berdan. Ev pir watedar e. Jixwe li nexweşxaneyê tevahî 8 kes bûn. Ji van 24’an 15 kes ên pispor in. Li Nexweşxaneya Selehattîn Eyubî jî 9 kesan îstifa kir. Ji ber şertên xerab îstîfa kirin.