26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikvanekî komedyen helbestvanekî xemgîn im

Mêvanê me yê vê hejmarê hunermend Hekîm Sefkan e ku hûn wî ji ekranên Med TV û ji koma Berxwedan nas dikin. Ji bo ku em hunermend Sefkan bêtir ji nêz ve nas bikin, me ev hevpeyvîn pê re kir û behsa aliyên wî yên din ên hunerî kir. Sefkan di vê hevpeyvînê de ji bilî aliyê xwe yê stranbêjiyê behsa helbestvanî, pêşkêşvanî, nivîskarî û şanogeriya xwe jî dike.

Ez ne şaş bim, te bi tembûr û stranê dest pê kir an jî şanogeriyê, ka tu pêşîn ji kerema xwe hinekî behsa wê pêvajoyê bike?

Cara yekemîn, ez 11 salî bûm, ger ew bibe bi profesyonelî, ez derketim ser dika şanoyê. Me li kampa zarokên pola 5-6’an, şanoya “Şivanê  Derewîn” lîst. Loma ez dibêjim min bi Lîstikvaniyê dest pê kir. Pişt re, me li Gund, komeke stran, şano û govendê ava kir. Lîstikvanê me yên jin tune bûn, me cilê jinan li xwe dikirin û rola jinan dilîst.  Ger bê hesab min bi helbestê dest bi nivîsê kir. Gundiyan pir piştgirî da min, min helbest li gorî xwe dewam kir, hem stran gotin hem jî li tembûra xwe xist. Her tişt amator bû lê bi hev re dimeşiyan.

1987’an cara yekemîn ez li Qamişloyê derketim ser dika “Navenda Çandê “, helbet bi Eerebî bû. Lê di vê demê de min dest bi serdana Seydayê Tîrêj kiribû, min xwe fêrî teknîk û zagonên helbestê dikir.

Pişt re, min hevalên koma Botan naskirin, ya rast wan ez dîtim. Di dîtina yekemîn de, êdî ji Navenda Çanda Erebî ya Qamişloyê veqetiyam û min bi koma Botan re kar kir. Bi kinî, min her tişt bi hev re kir. Pêşkêşevanî jî wê demê bû. Ew hemû huner in, ne li dij hev in.

Piştî wê yan jî wekî berdewamiya wê te cihê xwe di nav koma Berxwedan de girt, tu dikarî behsa rewş û atmosfera wê demê bikî?

Ew dem dema kelandina her tiştî bû, ji bo min jî destpêkeke nû bû. Her tişt nû bû. Cografiya, têkilî, mirov lê tiştek hebû ku di demeke pir kurt de, hemû hêza min derket ortê. Hevaltiya hunermendên koma Berxwedan, hişt ku afirandin li cem min bibe karekî rojane. Lê min guhertin di xwe de pêk anî, min dî ku her kes distrê, kesî ku stranê wek kar ji xwe re hilbijêre tune ye. Pişt re min nas kir ku “çêkirina stranê” bi serê xwe beşeke taybet e, min ji hevalan re got: Hûn bistrên ez ê stranan binivîsim. Me karên pir pîroz kirin. Hêdî hêdî ez ji strangotinê dûr ketim, ez mam bi nivîs û lîstikavniya şanoyê ve. Di vê demê de, di rojnameya Berxwedan, kovara Rewşen û rojnameya Welat de, min dest avêt gotarê jî. Van karan berdewam kir û heya roja îro hat. Geh qels geh xurt, lê berdewam kir.

Wekî kurdekî çûna xerîbiyê û jiyana li Ewropayê ya dûrî welat, çi erênî çi neyînî, çi guhertin di kesayet û hunera Hekîm Sefkan de kirin?

Bawer im bersiva jorê hinekî bersiva vê pirsê ye jî. Lê bi kinî ez dikarim bêjim. Xerîbî êşeke nayê dîtin, piştî demekê mirov pê dihise. Meselen ez ji lîstikvanekî komedyen bûm helbestvanekî xemgîn.

Rast e, min hêza xwe nas kir, her ku derfet pir bûn, ez bêhtir pêrgî hêza xwe ya veşarî hatim, lê xerîbiyê birîneke mezin di jiyana min de vekir.Temen mezin dibe, lê ez her mam ew zarokê ku nikarîbûm şevekê bêyî diya xwe xewke.

Îca hew carekê me dît ku di warê helbestê de jî tu hespê xwe dibezînî û ne tenê wiha tu baş jî dibezînî. Gelo çîroka te û helbestê kengî û çawa dest pê kir?

Min li jorê jî got. Min hemû kar bi hev re kirin. Berî ez bêm koma Berxwedan jî min pirtûkek helbestan ji wan re şand. Yanî dibe ku gelek kes texmîn dikin ku min bi Med TV re dest bi helbestê kiriye, ne wisa ye. Heya wê demê derfeteke ku ew behrem diyar bibe tune bû. Lê min helbest hilbijart, loma wiha diyar bû ku pişt re min dest avêtiye helbestê.

Ez ne şaş bim te carekê albûmeke helbestan jî derxistibû, gelo çima te albûm hilbijartibû û ne pirtûk, ji ber xwînerên kurdî kêm bûn an jî sedemeke din hebû?

Du pirtûkên min çapkirî hene. Meseleya albûmê, min xwest ez dest bi stayleke nû bikim, min kir û heya rayedekê bi ser ketim jî. Di sala 1988’an de jî min bi amatorî kasetek helbestan dagirt. Sê albûmên min hene ne yek.

Heyra te jî xwe ji tu aliyekî çand û hunerê bêpar nehiştiye. Ji denbêjî û sazvaniyê, ta bi helbest, mediyagerî, şanogerî û wênesaziyê, gelo ewqas tişt bi hev re tevan kêm nahêlin? An jî tu hîna li Sefkanê dixwazî digerî, heke te ew dîtibe te ew li ku dît gelo?

Bêguman bi demê re, li serad, bêjing û moxilê ket. Wekî mînak min bi rengekî  profesyonel gog dilîst, her wiha karete. Min her du jî berdan hatim hunerê, min wêne nema çêkirin. Ez sazê êdî tenê ji bo melodiyekê çêbikim, digirim destê xwe. Stranê naxwazim bêjim. Dîsa jî hemû huner in. Her ev pirs derdikeve  pêşiya min. Lê min rêya xwe diye êdî. Giraniya min helbest û çêkirina stranan e.

Niha tu xebateke te yan jî projeyeke te ya nû heye, heke tune be çima û heke hebe çi ye?

Êdî dem hatiye guhertin. Yanî Albûm nema çêdibin, bêwate ne. Pirtûkên min hene (çîrok, cerebe). Ez ê wan ji çapê re amade bikim. Wekî din ez qet nasekinim. Her dinivîsim, stranan çêdikim.

Heke tu ji xelkê bipirsî wê bêjin helbesta ‘Dîrok’, lê heke em ji te bipirsin tu bêtir ji kîjan helbesta xwe hez dikî û çima?

“Dîrok” ne helbesteke edebî ya xurt e. Lê li gorî nêrîna min hestên wê helbetê û rengê xwendina min ew gelekî da hezkirin. Wekî din mirov zêde nikare cudahiyê di navbera helbestên xwe de bike, helbestên mirov zarokên mirov in, mirov yekê di ser a din re nabîne.

Ez dixwazim em bi helbestekê xatirê xwe ji xwîneran bixwazin, tu çi dibêjî?

Ez jî spas dikim û dixwazim vê helbestê diyarî we û xwînerên rojnameya we bikim.

Xewnên zaroktiyê

Wê herin serî xewnên min

Xewnên zaroktiyê

Di şeva dawî ya biharên Qamişlo de

Û di bin ezmanekî xemgîn de

Xewnên min ên deşta birîndar

Yên kûr mîna kulên pişta hemalên

berbangê

Hemalên ji bo bidestxistina nanê rojê

û derbaskirina rojeke din ji rojên westiyayî

Wê herin serî xewnên min

Hêviyên min ji ciwaniya delodînî

Rojên xwîngermiyê

Dema bi ezmanan ve dihilperikîm

Û min dest diavêt sîwana heyvê

Wê here serî xewna min

Wê here serî xewna min

Dema min ava dikirin bajarên bêzindan

Dinyayeke bêsînor û çavên mirovê wê zuha

Biratî distiran

Xewnên min

Xewnên deşta birîndar

Mêrga mêvanên koçer

Deşta ku li ber stranên deştê dinale

Wê here serî xewna min

Yekbûna bi çiya re

Û azadiya sayî

Bê tirs ez ê bistirêm

Hekîm Sefkan kî ye?

Hekîm Sefkan di sala 1970’yî hatiye dinyayê. Helbestvan, stranbêj û şanogerekî kurd e. Sefkan yek ji endamên koma Berxwedan bû. Heta niha 2 pirtûkên wî yên helbestan û albûma wî ya helbestan, bi navê ‘Helbestên Bêhna Şevê’ hatiye çapkirin. Di komên şanoyê yên cuda de lîstikvanî û pêşkêşvanî kiriye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê