4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Liz Truss bû serokwezîra Ingilîstanê

Liz Truss serokatiya Partiya Muhafezekar û serokwezîriya Ingilîstanê bi dest xist.  Piştî ku encamên hilbijartinên hundirîn ên partiya Muhafekaran aşkera bûn, di encamê de Liz Truss bû seroka partiyê û li şûna Boris Johnson bû serokwezîra nû ya Ingilîstanê.

Bi aşkerkirina encaman re Liz Truss axaftinek kir û tê de spasiya seropkwezîrê berê Boris Johnson kir û wiha got: ”Ez Boris Johnson ji bo  helwestên wî yên li dijî serokê Rûsyayê Vlademir Putîn û xebatên wî yên di mijara derxistina Ingilistanê ji nava Yekitiya ewropayê, spas dikim.”

Liz Truss di axaftina xwe de li ser sozên xwe yên beriya hilbijartinan de jî got ku ew dê di serî de kêmkirina baceyan, piştgiriya aboriya welat û hemû sozên ku bi hilbijêran re daye pêk bîne.

Di encama hilbijartinên partiya muhafezekaran de Liz Truss ji sedî 66’ê dengan girtiye û wiha piştî 9 mehan ji istîfakirina Johnson dê Truss li şûna wî bibe serokwezîra wî welatî.