27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mebest

Gotineke pir xerab derdikeve ji devê xortekî, xwe aciz dike, lêborînê dixwaze û dibêje: “Mebesta min ne ew bû, min nedixwest wê bibêjim”. Xuya ye zimanê wî qels e û xwe şaş îfade kiriye. Hin kes hene pîvana zimanên wan tune ye, dipeyivin ji xwe re. Lê fam dikî; derd û gotinê wan li hev nekin jî mirov gotinê dibuhure û guh dide derdê wê/wî kesî. Di rewşên wiha de mebest yanî niyet pirî caran ji gotinê bi qîmetir dibe. Erê dibêjin ‘rêya dojehê bi niyeta baş tê vekirin’. Erê rast e, bi tena serê xwe bi niyetên baş nikarî tu tiştekî ava bikî lê bi min ruhê gotinê ye mebest. Niyeta baş îmkana diyalogê ye. Carna hin kes dema heqîqêtê jî bi lêv bikin û tu baş pê ewle bî ku niyetxirab e tu tesîra wan gotinan namîne û tu pê re nikarî diyalogekê ava bikî. Ev ji bo hemû qadên jiyanê derbasdar e. Ji welatparêziyê heya neteweperestiyê û ji dîndariyê heya sosyalîzmê hemû îdeolojî encax bi niyetên baş dikarin nîqaşeke erênî ava bikin. Divê ji bo yekitiya kurdan manîfestoya mebestê hebe, her partî û sazî, tevger ji bo her çar parçeyên welêt çi difikirin divê zelal be. Yan na em texmîna dikin lê her gav niyet ewqasî bi zelalî xuya nake. Dema wiha be û tu li ser niyetê bipeyivî tê rexnekirin û di wateya pêş-daraziyê de ji te re dibêjin neytokî. Heya radeyekê rexneyeke rast e jî. Wê gavê pirseke wiha derdikeve: Em ê niyeta mirovan çawa fam bikin?

Bi min li vir têgeha ku em nîqaş bikin êdî dibe hevgirtîbûn. Dema kirin û gotin nebe yek, dema du gotinên me yên cuda li hev nekin, dema uslûb ne li gorî naverokê be wê demê mirov dipirse ka derdê wê/î çi ye? Bi mînakan em berdewam bikin. Heger yek rabe û bibe hevalê dewleta mêtînger dû re jî dev biavêje slogana “biratiya gelan”, ma ev çi rewş e? Dîsa tu dibînî serokekî kurd şerê kurd û kurd heram kiriye lê li aliyekî din wek xaliya sor rabixin rê çê dikin bo tankên mêtîngeran li çiyayên Kurdistanê netengijin. Em ê wê gotina xweş bi vê kiryara bişik çawa li hev bînin? Mînakeke teze; tu bi xebatên salan û bi berdelên giran di van şert û mercên faşîzmê de li Bakur bi îdiaya parastin û pêşxistina çand û hunera kurdî komeleyekê vekî û ji Ewropayê yek rabe beriya ku pîroz bike, ji ber ku navê fermî tirkî ye rexne bike; a li wir pirs çêdibe ? Ji ber wê jî bi mafdarî ew ê mebest bê pirsîn. Dîsa mînakeke balkêş; 9 sal berê bû, îmkana aştiyê hebû. Nûçeyan behsa agirbesta dualî dikir. Li civatekê min digot dinya alem giş bi vî awayî çareser kirine. Lê yekî rabû, manîfestoya netewperestiya Kurdistanê pêşkêş kir. Di ser de jî hemû hevdîtinên bi dewletê re wek sûc şîrove kir û got wer nabe, îlim dewlet. Ser sera ser çavan lê heyran çima du saetên din tu behsa serlêdana xwe ya gardiyaniyê dikî. Camêrê min û te dikare hem ji dewleta mêtînger re gardiyaniyê bike û hem jî doza welêt ji kesî re nehêle. Ger di rexneyên xwe de niyetxerab nebe bi vê nakokiyê çawa dikare bijî?

Helbet nakokî heya cihekî însanî ye. Nakokiyên me hene. Lê mirov her xwestiye ji nakokiyên xwe xelas bibe. Nakokiyên hundurîn krîzên bûnewerî ne û mirov xwe û kesayeta xwe bi şerê bi wan krîzan re ava dike. Di van şeran de bi ser kevî, kirin û gotin li hev dikin û dibî yeka/ê “lihevhatî” lê nakokî xurt bûn û tu di şerê xwe de bi ser nekevî jî tu ji nakokiyên xwe aciz bî, şerm bikî ev jî dike ku tu bibî yekî/e maqûl. Lê nakokî wek alaya kesayetiya te li meydanê be û tu wek ew tune be tevbigerî tu dibî yekî/e lihevnehatî.